rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Google.com û asoyên pêşketina kurdî

 



Kerem Berhîm Yûsiv
Keremyusiv@hotmail.com



Naskirina Google.com tiştekî normal e ji çi kesê ku internetê bi kar tine re û ew xweş dizane çendî karê vê malperê karekî xurt e , lewra dema ku ew her lêgerînekê pêkbîne, ew alavî vê malperê ye .
Rola vê malperê bi xurtî xuyanî dibe, dema ku çi kes bixwaze agahiyan li ser mijar, kes, milet an şaristanieyan nasbike û giringbûna Google.com ew e ku ew dikare miletan bi hev girêbide bi taybetî bo kesên rojhilatnas û rojavanas, Google .com dimîne mîna jêderekî zindî bo me hemiyan eger em- milet an kes bin .
Dema ku em dibêjin: Google.com miletan bi hev girêdide û rêyek rind bo hevnasînek xurttir diafirîne di nav wan de, gereke em kurd mîna gelekî binêrin: ka para me jî tê de heye an na? Tu kes dikare me kurdan di rêya Google.com de nasbike li gel dîrok, şaristanî û doza me, lê vê carê ne bi zimanên biyanî lê bi zimanê kurdî .
Ev hevnasîn pêktê dema ku çi kes peyva – kurd – binivîsîne û lêgerînekê pêkbîne, ka encam çiqas in, eger ji hêla wêneyan an ji hêla nivîsaran ve be, gelo encamên wêneyên kurdan û nivîsandina wan mîna ên miletên din derdikevin an na? Di terzûna Google de û her ku encamên lêgerînê pir dibin, wiha jî kesê kurd dê bizanibe ku parek wî jî heye di vê paşmayiya cîhanî de.
Her nivîsarek ji çi nivîskarê kurd re vê semyanê mezin dike, çimkî ew anuha bûye rêyek bêsînor bo em Karibin semyana xwe tevlî paşmayiya cîhanî bikin, herweha nûçeya em tê de êşên xwe yên pir û kêfên xwe yên kêm diyar dikin di internêtê de, wiha ew nivîsar rêya xwe dibîne ku tevlî vê paşmayiya cîhanî ya internêtî bibe, tevî ku her kes dizane nivîsar û nûçeya kesê kurd bi qamçiyan û zindanê tê terzûnkirin.
Demek e hêja ye da ku elfebêya kurdî bi cudabûna xwîna peyv û zimanê wê diyarbikin, da ku herdu ji tenahiya xwe derkevin, di nav miletan de rêya xwe bibînin û nasnemeyên xwe derxînin, dema çi kes ji tîpên kurdî bipirse: Hûn yên kîjan miletî ne ? Ji ber her tîpek kurdî navê melyonên kesê kurd bi xwe er diyar dike, dema navê wî kesê kurd bi wê tîpê destpê dike.
Dîsan jî demek hêja ye ku hemû milet wêneyên leheng, navdar, mirî, sax, nivîskar, şêwekar, lêkolîner, hunermend, hebisçî, kêf û êşên kurdî bibînin, berhemên kurdan nasbikin û bixwînin, çimkî kurdan gelekî li berhemên miletan meyzandin, li dergehên miletan xistin, êdî temaşekirin û xwendin li ser wan dimîne.












 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE