rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

(Dayê)

 

Ehmed Xursî



kizkirina te...
tirêneke herî dirêj
di koka çiyayê (CÛDÎ)ve
firyadek ber bi asîmanan ve
teqand...
di gerîneka guhê (NÛH) de
cendekê min hêjî ji temenê te...
dirêjtir e (NÛH)

kizkirina te...
tirêneke herî dirêj
odekên wê ji nav qolincên...
(TOR) têne xwar
zumîn dikeve (DARÊ)
(EWC) ji mirinê veciniqî
temenê min ji bejna te...
dirêjtir e (EWC)

kizkirina te ...
tirêneke herî dirêj
her odekek ...
qaqilê pêxemberkî
pêxemberan tîne
serdana (EYÛB)
bejna min hêjî ji arama te
dirêjtir e (EYÛB)










 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE