| |
Di destpêkê de em didin xuyakirin ku bi
piştgîriyek bêsînor bi HRKRD re, em jî SALA
2006`ê wek SALA ZIMANÊ KURDÎ bi nav dikin. Ew
zimanê ku ta îro bi dijmin û dagîrkerên Kurdan
re di rûberûbûnê de ye.
Gelî xwendekar, rewşenbîr, hezker û xemxurên
zimanê kurdî
Gelî kurdan …
Ziman bingeha hebûn û bûneweriya miletane,
parastina zimên parastina gel e û azadkirina wî
jî gava herî mezin di riya azadiya welêt de ye.
Tenê zimanê me dikare nasnameya me ya neteweyî
ya rasteqîn nîşan bide, lewra ew ji berê de û ta
niha, rûbirû bi çewsandin, şêwandin û qirkirinê
re maye û bi henasa xwe ya dawiyê hîn jî li
berxwedide.
Dagîrkeran, bi destpêka derpirîna Tevgera
Rizgarîxwaza Kurd re, dest bi dadgehkirina
zimanê kurdî kirin û fermana wêrankirina wî
lidarxistin ji bo ku gelê Kurd ji cîwarê wî
rahêlînin, û wek serencamekê ev ziman bû qurbana
yekem di rêça rizgarkirina welatê me de.
Dema ziman wêran bibe, hilkêşana rehên
netewetiyê hêsantir dibe, herwiha jî ev tişt
dibe metirsiya herî mezin li ser neteweya
çewsandî, Ji bilî vê jî qedexekirina zimên dibe
sedema kavilkirina yekîtiya psîkolojîk û civakî
ji wî gelî re. Lewra gava mirov bêhişyarî zimanê
dagîrkeran an jî yê serdest bikarbîne, projeya
asîmilasyonkirina wî wek çarenûsekê dibe.
Armanca wan a sereke sergomkirina miletê Kurd bi
tevahî di perawêzgeha netewperestiya miletê
serdest de û şêwawkirina kelepûra wî ya çandî û
dîrokî ji bo ku wê, ango çanda Kurdan, bi zimanê
xwe miştomalbikin. Bi qirkirina zimên, dijminê
me bi hewldaneke tund dixwaze şaristaniya me ji
nasnameya me ya neteweyî vala bike û kesayetiya
me bê wate bihêle û bi vê yekê çand û kelepûra
Kurdî ya netweyî yan şêwaw bike yan jî
veguhezîne boyî xwe, ji ber wê divê mirovê Kurd
têbigihe ku pêmalkirina zimên tê wateya
pêmalkirina nîşaneyên bingehîn ên netewa Kurd.
Eger em karibin gavekê berve parastina ziman û
çanda xwe ya neteweyî bavêjin, em ê karibin
astengekê li pêşiya projeyên EREBKIRINÊ deynin.
Di heman demê de ew gava ji aliyekî de wê bibe
destpêka hilweşandina bingehên idiyolojîk yên
dagîrkeran û ji aliyê din de jî, wê bibe
lêdaneke mezin ji komeleya ramanî ya
tuximperestî ya dagîrkeran re.
Pîroziya zimên ji pîroziya doza me ye, eger em
nikaribin wî biparêzin, doz jî wê têk biçe, ji
ber wê û dilsozî bi hemî Pakrewanên Tevgera
Rizgarîxwaza Kurd û mîrê Kurdhezan Ehmedê XANÎ
re dema digot :
Hasil ji `inad eger ji bêdad
Ev bide`ta kir xilafê mu`tad
Safî şemirand vexwarî durdî
Manendê durê lisanê Kurdî
Û wek her mîrê Kurdîhezan Celadet BEDIRXAN digot
:
“Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi
du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin. OL yek,
ZIMAN dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest
yek bibe, hingî çek bi tenê ye û bend tenê ziman
e”
Ji ber hemî evan tiştên me li jor ravekirine,
divê em fêrbûna zimanê kurdî ji her tiştî din
pîroztir bibînin, ji ber ku dijminên Kurdan bi
hemî derfet, alav û şêwazan, çi bi dezgehên xwe
yên ragihandinê, çi bi alîkariya dibistan û
zankoyan û çi jî bi riya bernameyên
perwerdekirinê û dezgehên zanistiyê, şerê zimanê
Kurdî dikin û wek serencamekê dixwazin hebûna me
asîmile bikin.
Em wek KMÇ, bi navê Kurdewerî û Kurdayetiyê bang
li hemî Kurdan dikin ku em bi hev re dest bi
têkoşîn û xebat û berxwedaneke tund bikin, bo
rawestandina pişaftina zimanê dayika me û da em
bikaribin giyan û raman û taybetmendiya
kesayetiya xwe ji şuştin û sepandina ziman û
çand û kesayetiya serdest û dagîrkeran
rizgarbikin.
Em dîsa dubare dikin, erkek pîroz e û pêdiviyek
neteweyî ye li ser her Kurdekî netewparêz li vê
bangê xwedî derkeve û em hemû karîn û derfetên
xwe bidin ber hev, bo em karibin sala 2006`ê
bikin sala serbilindî, danasîn û raperînê bo
zimanê Kurdî, di heman demê de jî em wê bikin
sala rûreşî û histûxwariyê bo dagîrkeran. Em bi
hev re û bi yek dengî bêjin “ NA ” BO PLAN Û
FERMANÊN SÎNORKIRIN Û QEDEXEKIRINA ZIMANÊ KURDÎ
LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ.
De ka em bi Kurdî bipeyivin û guftûgo bikin, bi
Kurdî bixwînin û binivîsin, bi Kurdî biramin û
biafirînin, “ bi Kurdî bijîn û bi Kurdî bimirin
” .
K.M.Ç
|
|