| |
MELEVAN
Reştar li dor min hildibe
Bihnefişk bi giyanê evra dikeve
Zim, zim û çing ,çinga mîxên li hev siwar
Bi kulaban gewdê min simandin
Mîkut û sindana...
Herişandine kilox û dest
Bi zimanê şilestî ve daleqandî me
Li nava Siyanîdê min dihilînin
Daxan ji serkab û şûn de
Dirofên sitemkariyê li min dikin
Nola meymûnê dûvsor bûme
Yan wekî çûka kelesorkî
Pirtikandî me
Pêçame bi ben û kindiran
Qeşmer nola dêlikên biba, hev talîsin
Ji kêfa azara canê min
Ketine zimanê Hal
Wayî wêl.... wayî wêl !
Cinawir û reşikên şevê
Sizadanê bê sînor
Tewanên bê hempa
Kiryarên hovîtî
Di bin erşê Xudê de dikin
Zagona hirmiz, ji keryê EHREMAN direve
Eva çî ye .
Seran serî min deq û dolab in
Çêliyên tetar û mexûl
Rivdê gur û Kerbozan
Didin li ber zît û geza
Derfet ji fireng hatiye
Xeryayê dêr û mizgeftan, rûsar bûne
Kî bi gaziya kurdo ve hat .
Li deryanê jor
Kî çirîska xwe jenî .
Wekî nedît û ne bihîstî
Dîroka sê hezar sal
Niştecîyê çil melyon mirov
pêmayê Zerdeşt û Mîdiya
berhemê Nemrûd û Xaldî
Dîwarê Xana dim dim û bedena Amedê
Yan jê hîmê li ber zayî kurê Azer
Va ye Cûdî tim bangdike
Landika Nûh ba min e
Rûmetê Adem mirovî
hingivê şana min e
Bore tîroja gelê kurd
nav û nîşana min e
Bê kujer û lînç mirovî
hez hizî tişka min e
Wê bimînê doza kurdî
fexr û şanaza min e
Dadeya aştî biratî
dergehê xana min e
|
|