rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Xulamên xulamokan e

 





Konê Reş

Xulamên xulamokan
Çavnêrî û zêrevaniya
Şopa û şûna te û
Pîş û sazê te
Dikin..?!
Hewil didin bahoza te ya gur
Rawestînin..
Gelo keviz dikare deryayê
Beden bike ?
An ;
Burc ji qûmê têne
Avakirin ?!
Guh li wan neke..
Çendî perperîk
Li dor çirayê kom bibin
Xwe dişewitînin û
Xweş nîşan e
Ji ronahiya çirayê re.

Xemgîn î tu ?
Ji ber ku derew û xap
Li te kirine û dikin ?
An bazirganiyê
Bi navê te dikin ?!
Ne xem e ..
Bi vir û xapan
Rojên xwe derbas dikin.
Ji wan werê kes wan nas nake,
Bîr nabin ku
Wek rewrewkê ne
Çendî mirov nêzîkî wan bibe
Têne veşartin û
Çendî dûrî wan keve
Belû û eşkere dibin.

Carna tu şiyar dibî ku
Di pişt rewrewkê de
Xwe veşartine ,
Bi kîn û zikreşî
Dane ser şopa te û
Bi bê dengî şerê te dikin.
Hewil didin bi navê te
Bazirganiyê bikin û
Te bi guherînin,
Rêbaza te li ber çavê te
Reş bikin û dawî
Te bikin xulamekî mîna xwe ..
Pêwîst e tu bi wan re bikenî
Ji ber ku ew koleyên demê ne
Nêzîk,
Wê dem, dêmê wan
Yê rast eşkere û belû bike
Ma te ev gotina pêşiyan sehnekiriye:
( Tu çi tovî di xakê de bi reşînî
Tê berê wî tovî hilînî).

Bi girnije..
Te ew kirine sergêjekeke mezin de
Tu bûyî barekî giran
Li ser milên wan
Di bin giraniya barê te de
Xew li wan di herime û
Ew çend gotinên ku tu dinivîsînî
Ji wan re bûne kul û xem..
Bilive ..li paş xwe nezîvire
Ew xulamên xulamokan e.

Qamişlo












 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE