| |
Cankurd
Bêtir ji salekê ye, ez di vê girtîgeha hesinî de
me. Çawa ez dizanim? Min bihîst. li ber derî,
min ji yara dergevanê girtîgehê bihîst. Ew dîsa
hatibû ba wî, ku bi wî re li gan keve. Ew,
Heyranê ji dergevanê bêwijdan pirsiya:
"- Tê bîra te? Roja te ev mesmût girtiye, te
sozek da min?."
"- Erê, rast e, salek derbas bû û min soza xwe
bi cih neanî. Her bawer bike ez ê gerdena zêrîn
bo te bikirim. Ez soza xwe naxum."
Di zikê vê sala tijî kul û keser de, tenê carekê
dergevan û yara wî ya wek qatirekê, girs û bi
hêz, li ser min peyivîn û wê ez bi "mesmût"
navkirim.
Bo çi saleke ez di bendegehê de me? Di paş van
şîşên hesinî yên sar û qerêj de? Bawer bike ez
nizanim. Gunehê min çi ye? Min çi nebaşî bi
mirovan kiriye? Çi pîsî an çi zorbazî kiriye, ku
salekê ez di vî xanîkê hesinî de bijîm, ji dost
û yaran, ji heval û hogiran, ji war û niştê xwe
bi dûr kevim? Ez nizanim.
Ez çawa hatim girtim? Rast e, min negot. Ez û
diya xwe her roj dadiketin geliyekî bi bax û
bîstan, di nav dar û geyayê bilind de, ji xwe re
digeriyan. Dengê dayika min pir naz û delal bû û
bejna wê dîna mirovan dikişand. Ew hildikişî ser
darek tûyê. Tûyên dora gundê me wek tiliyekê
dirêj û qaling in, şirîn û bi rengê rûn in. Min
pir jê hezdikir. Niha jî her di bîra min de ne.
Wê rojê diya min bi civandina pûş ve gêro bûbû,
ez bê wê daketim nav baxê gelî. Diyar e van
hovan davek bo me vegirtibûn ku me gelekan
bigirin û bibin bazarê bifiroşin. Min xwe ji
nişka ve di nav destên hovbazekî de dît. Wî jî
ez birim bazarê û firotim kesekî dî yê maldar.
Berê jî bi sedhezaran kes dihatin girtin. Bi
gemiyan dibirin li dûrwelatan wekî koleyan
difirotin. Bi rê de, di gemiyan de gelek ji wan
dimirin, ewên dî jî nema vedigeriyan welatê xwe,
ta mirinê biyanî û dûrwar dijiyan, bi kul û
keser, wek min roj û şevên xwe bi girîn û nalîn
derbas dikirin, piştên wan di kar û barên
hovbazan de duta dibûn, hestiyên wan zer dibûn û
rohniya çavên wan nedima.
Ez pir bi rewşa xwe ve gêro bûm, lê bêtir dilê
min li ba diya min bû. Gelo! Çi bi serê wê hat?
Gava ew li xwe hişyar bû, ku kurê wê yê tenha
hatiye girtin û revandin û nizane, ew kuştiye an
zindî ye, tî û birçî an birîndar û nexweş e, rût
û tazî ye û li ber sermayê diçikçike?... Gelo!
Ma ew hîn dilorîne? Bêguman wê lorînek dilsoj be
û wê bê şadî û berkenîn be. Ey Xweda! Bo çi min
ew şaşî kir û bê destûra diya xwe ji mal
derketim? Bo çi min ew jan û kul ji wê re li şûn
xwe hiştin?.. Min bo çi keser û kovan berdan
dilê dayika xwe?. Bila tûyên newalê seriyê
xudanê xwe bixun…
Erê va salek e, ez girtî me, lê hîn ez nizanim
bo çi. Carekê min bihîst, ku dergevan li ser
textê razanê ku li hember girtîgeha min bû, bo
yara xwe ya nîvtazî Heyranê dibêje:
"- Girtiyê min her bêdeng e. Min zanîba ewî lal
e, min evqas av û dan nedikir zikê wî."
"- Dema mezin bibe, wê te gêj bike."
"- Deng û dîmenê diya wî pir xweşik in. Nêçîrvan
çend caran xwe li ber wê danî, ku bigire, lê
bizava wî bi serneket."
"- Ma ew dizane, kurê wê li ba te girtiye?."
"- Na ew nizane. Ma zanibe, wê çi bike, wê bê li
van derdoran biqîje û hew…"
Ji ber vê, ez guman dikim, ku vî bêwijdanî ez di
vir de girtî hiştime, da ez ji wî re bistrêm, lê
ew gihaye wê nasînê ku ez lal im. Baş e, ez ê
her lal bim. Dibe ku ji min hosan "aciz" bibe û
min ji girtîgehê derxîne û bi derve de bavêje.
Ez ê bi zûkî ber bi warê xwe ve bazdim… û li
diya xwe bigerim, ewa deng xweşik û dil bixem û
keser.
Ez ji xwe re diramînim, û ji xwe dipirsim:"Gelo,
mesmûto, çiqas girtiyên dengxweş û zevxweş li
zindanên vê cîhanê hene, ku xwe lal kirine,
bêdeng bûne, an hatine lalkirin û bêdengkirin û
ew bêsûc û bêgunah in, lê dîsa jî gelek salên
temenê xwe di merbend û zincîran de derbas
kirine. Bêguman gelek wek min jî girtî hene ku
tew nizanin ji aliyê kê ve hatîne binçavkirin û
zindankirin. Ew çi kes in an navên wan çi ne, an
jî li kî derê hatine girtin.
Ez wilo dibêjim, lê bi rastî carina dema ku
dergevan û yara xwe ji wir diçin, berî wî deriyê
xanîkê min î hesinî vedikin, ku ez ji xwe re di
hindirê maxê de bigerim. Ew li wir bin, ez di
ciyê xwe de bêliv dimînim, lê gava ew derî li
paş xwe digirin, ez bi derveyî xanîkê hesinî de
lezdikim, xwe ji vir davêjim wir, di dor xwe re
digerim, hildiperikim kenarê pencereya bi şîşên
hesinî yên zingargirtî û sar, lê mixabin ji ber
ku cama wê qalind û bi rengê şînê giran e, ez
nikarim tiştekî li derve bibînim. Ez xwe davêjim
ser doşek û nivînên dergevanî. Razanga wî nermik
û germik e, ciyê li gan ketinê ye bi Heyrana
sîngfireh û pêtikgiran re. Erê her çend rojan
yara wî tê ba wî û li ber çavên min xwe tazî
dikin û bi hev re li gan dikevin, hilkişîn û
hîrehîr û fişefişa wan min hosan dikin, ez çavên
xwe digirim û bizava xwe dikim, ku guhên min
nebihîsin, lê ez çi bikim? Ev salek di ser
girtina min re çûye û rewşa wan her ew e. Xwarin,
vexwarin, pevçûn, hevdu rezîlkirin, ji hev
xeyidîn û li ganketin, wek meymûn û mîntikan. Ji
wê pê ve karekî wan tune. Xwarin û avê didin
min, lê dilê kê diçe xwarina zindanê? Ez nîvî
dixum û nîvê dî davêjim, bi lingên xwe di xanîkê
xwe yê hesinî de belav dikim. Carina ez xwe di
teştika avê de digevizînim, lê bi rastî ne mirov
paqij dibe û ne germî û xeyda dilê mirov
dadikeve an sar dibe.
Ez yekê dibêjim û yekê nabêjim. Va du roj in
yekî dî yê wek min terlankî girtin e û anîne
xistine ba min. Ew jî kesekî seyr e…Lê diyar e
ew ji min wêrektir e. Gava ez anîm vê zindanê,
min ji tirsa bi xwe de berda, ji ber wê jî
dergevan çend kulm li tepeleka seriyê min dan.
Hema ev kes, tew ne xema wî ye, jerkî ew hatiye
fîtefîta wî ye, dev nakeve hev, ne bi xwe de
berda û ne jî bi xwe de mîst. Herhal ew kurê
pehlewanekî ye. Dergevan jî pir ji wî hezdike.
Dema ku dergevan fîtefîta wî bihîstiye, bi
tiliya xwe li şîşên xanîkê min da û gote min:
"- Tu dibihîsî, lalo?..Binêr ev çi wek bilbilan
dixwîne!..."
Lalo, mesmût!...û her weha navan ji min re pêda
dikin, tenê ji ber ku ez di zindanê de nebûme
bilbilê wan. Xem nake. Çi dibêjin bila bibêjin,
ez ê nebim bilbilê girtîkarê xwe. Gava tu ji wan
re bistirê, dibe te bikin hozanvan, nivîskar an
serokek jî. Lê ez di zindanê de naxwînim.
Dibêjin, ku bi hezaran xort û ciwan hebûn, di
zindanan de hatin îşkencekirin, kuştin û
sotandin lê dîsa jî ne bûn bilbilên hovbazan, û
hinek jî hebûn, li derve Enterê Şedad û Rustemê
Zal bûn, lê di girtîgehê de bûn bilbil.
Hevserê min yê zindanê got:
"- Tu rast dixwazî, min xwe bi xwe da dest van
hovan, da min bigirin. Xwarina zindanê bi dilê
min e, hindirê wê germik e û kes hêriş ser min
nake. Rast ez nema dikarim ji berbangê de ta bi
êvarê li pey xwarinê bibezim. Xwarina zindanê ne
bi dilê min e, lê ew tê pêş min bê kar û lêgerîn,
hindirê zindanê jî germik e û kes di vir de
hêriş ser min nake. Ma çi pê ve ye min ji
dergevanan re xwend û strand?..."
Ji ber vê gotinê, min ji dil de nevîna "kurha"
wî kir, lê her kesek xwediyê baweriya xwe ye. Ew
helwesta wî ye…
"- Hey! Tu tew ji zindanê naqerî?." Min wilo ji
hevserê xwe yê sertîjik û lêvqeytanî pirs kir.
"- Ez berê demekê ketîme bendîgehê, li welatê me
bendexane û derveyî bendexanê wek hev in. Ne li
vir û ne li derve tu azad î. Tu her kole yî…Tûlû…tûlû…tûlû…"
"- Tu çawa derketî?."
"- Xwezî ez derneketibama. Min li derve çi xêr
nedît. Ez heznakim bi pey pariyê nên kevim."
"- Ez dixwazim derkevim. Ez li vir her nexweş im.
Bihna min dernakeve. Ma çi ji azadiyê xweştir
heye?."
"- Baş e, pir asan e…Xwe wek miriyekî dirêj bike
û nelive…Ez ê bikim qîjeqîj, dergevan wê bê û
binêre ka çi bûye. Ew ê bibîne, ku tu mirdar
bûyî, wê bi termê te bigire û te bavêje derve.
Ne dûr e hema te di pencereyê re bavêje ser
sergiyan, bo segên birçî. Tu yê zump bi ser
sergiyekî nerm de bikevî, tu yê yekser bazdî û
hew…"
Lalo çêroka xwe di bendegehê de wilo ji min re
hewalda û min jî nivisand û bi rastî jî wî xwe
li mirina, di hindirê xanîkê hesinî de xwe li
ser hesîreke kevnare dirêj kir û nelivî. Hevserê
wî yê bendegehê kire qîjeqîj û wîjewîj, ta
dergevan bi lez û bez hat hindirê maxê. Çi
bibîne?! Lalo mirî ye. Ji heft canan canek tê de
nemaye. Bi pî û baskan girt, sist û bêhêl.
Seriyê xwe hejand, ew Hilda ser destên xwe, ji
qefesa hesinî derxist û got:
"- Laloyê min! Tew ez nizanim bo çi min tu
girtibû?."
Pencere vekir, bayekî hênik ji derve de, tev li
bihna tûj a sergiyan hat. Di pencereyê re termê
Lalo avêt ser sergiyan. Lê belê berî ku Lalo bi
ser ziblê sergiyan de bikeve, bihnek bayê
azadiyê kişand, basikên xwe livandin û bi ezmanê
fît û fireh de, di ser deştê re, ber bi çiyan ve
firiya… Gelek bilind firiya… Ji azadiyê ne
kêmtir bîra diya xwe kiribû…Bîra lorandina wê di
ber weşandina tûyan re, li ser dara di binê
newalê de…
10.01.2006
|
|