Alfabêta kurdî
Zagrosê Hajo
Armanc ji alfabêta
zimanekî ew e, ko hemû dengên di wî zimanî
de bi awakî nivîsandî wek tîpan (neqşan,
sîmbolan) nîşanbike. Eger bi zimanekî
matematîkî mirov bibêje, armanc ji alfabêtê
ew e, ko:
Deng= Tîp.
Ev wekhevî ji bona
alfabêteke îdeal rast e, lê mixabin ti
alfabêt ji, yên li dinayayê tên bikaranîn vê
wekheviya matematîkî pêknayênin. Tevlî wê jî
piraniya alfabêtan kêm-bêhtir nêzîkî vê
wekheviyê dikin, lê ev yek ne hesanî pêkhat.
Riya dîrokî, ya pêşveçûna alfabêtan berî ko
bigehine van formên xwe, yên dawî li cîhanê
rêke dirêj û aloze bû. Hê berî 6-7 hezar
salî bi awakî gekekî prîmîtîv dinivîsandin.
Mirovên wan heyeman ji bona tiştên di
xweristê de wêneyên nêzîkî rastiyê çêdikirin,
wek ko çavên wan didît, dineqişandin. Bi vî
awayî serincên xwe li ser latan û li ser
dîwarên şkevtan dinivîsandin. Lê pir zor bû,
da mirov karibe hayedarî û saloxdanan bi vî
awayî binivîse. Nemaze ji ber ko hemû
parçeyên axaftinê wek : Navên bernas(Alan,
Reşo, Şêrîn, Mêdî û yên mayî), navên
razber(raman, hiş, sewdan, biratî,
hevatî û ym.), rengdêr (kesk,
sor, zer, mezin, sar, xweşik û ym),
cînav(ez, tu, ew, em, win û ym.),
lêker(çûn, hatin, birin, firîn
û ym), hoker(zû, dereng, hêdî
û ym), daçek(bi, di, ji û ym)
û gehandek(û, yê, ya, yên û ym.)
di vê nivîsandina prîmîtîv de nebûn.
Di demeke
derengtir de nêzîkî çar hezar salan BZ(Berî
Zayînê) li welatê Sûmer (Kurdistana
îro û Îraq) Sûmeran ew nivîsandina grafî
gelekî bi pêş de birin. Pêşî wan neqiş (wêne,
graf, tîp) hesankirin û piştre wateyên
abstraktîv dan wan tîpan, wek:
AN (stêr bi zimanê sûmerî) wateya ezman û xwedê jî
stand.
DÛ (ling bi zimanê sûmerî) wateya çûn û hişk
jî stand.
SAL (jin bi zimanê sûmerî) wateya mê
jî stand.
KÛR (çiya bi zimanê sûmerî) wateya welat
û zemînê jî stand.
A (av bi zimanê sûmerî) wetaya avî û
kur jî stand.
Di dema nêzîkî
2500 salan Berî Zayînê dîse li Sûmer
pêşveçûneke darîçav di awayê nivîsandinê de
peydebû, ew jî di nivîsandinê de, bikaranîna
forma kîteyî bû. Wan bêje didîtin wek, ko ji
kîteyan biheketî bin. Bêjayên yekkîte wek:
AN(stêr), ÛD(roj),
Ê(xanî), ŞÛ(dest),
XA(masî), ŞÊ(simbil),
A(av) û ym. di bêjeyên pirkîte
de bikartanîn bêyî, ko girêdana wan bi
wateya wan, ya hîmî ve hebe; bi tenê wek
dengan li wan dinerin. Wek nimûme bêjeya
DÛMÛMÊŞ(zarok, kur) bi van
kîteyan dinivîsin: DÛ-MÛ-MÊ-ÊŞ.
Tîpan(wêneyan,
neqşan, grafan) hêdî hêdî dêmekî abstraktîv
stand û hesanî bûn. Ji ber dêmê wan yê
tûjkî(bi serê darikekî li ser kelpiçkan
dinivîsandin) navê tîpên mîxî
li wan hat kirin. Tîpên grafî bi vî awayî
dêmên xwe diguhertin:
Bixwêne ŞÛ, wateya vê bêjeyê dest e bi tîpên
mîxî dibû

Bixwêne KÛR, wateya vê bêjeyê çiya e bi
tîpên mîxî dibû

Bixwêne A, wateya vê bêjeyê av e bi tîpên
mîxî dibû
ûhd.
Ev helbet gaveke
pêşketî bû di dîroka nivîsandinê de, lê hê
gelek kotekî di vê nivîsandinê de hebûn. Di
sala 2000 BZ nêzîkî 600 tîpên mîxî dihatin
bikaranîn û bi ser de hin tîp di cihê gelek
kîteyan de dihatin nivîsandin, bo nimûne
ÛD(roj) dihat xwendin wek :
ûd, ût, tû, tan, par, rîr, hal, hûd, lih,
hîş û ym. Vê yekê xwendin gelekî
zordikir û bû sedemek, ko hin bi hin
nivîsandina bi forma kîteyî ji mêydanê rabe.
Li welatê
Hêtîtan (Kurdistana îro û bakurê Sûrî)
nêzîkî salên 1700-1190 BZ pêşveçûna bingenhî
di nivîsandinê de pêkhat, dema ko alfabêteke
nû hat danîn. Ew alfabêt bi tîpên mîxî dihat
nivîsandin, lê tiştê hîmî tê de ew bû, ko ji
bona her dengekî tîpek hatibû danîn, wek
alfabêtên me, yên îro. Alfabêta Hêtîtan ji
29 tîpan bû û her bêje çawa dihat
bilêvkirin, wilo dihat nivîsandin. Ev mêtoda
nivîsandinê: Deng= Tîp bû ya serdest
li dinyayê û şûna tîpên grafî(wêne,
pîktogram) û hîerografî girt. Rast e li hin
cihan wek Çînistanê û Japonê ta roja îro
tîpên grafî tên bikaranîn, lê hînbûn û
hînkirina nêzîkî 2000 tîpên grafî ne barekî
sivik e, pir alozî tê de hene.
Tîpên mîxî hatin
guhertin û ji jiyanê rabûn. alfabêtên nû
peydebûn, wek yên yûnanî, krîlî, latînî,
erebî û yên mayî, lê prînsîpê hatibû danîn:
Deng= Tîp ma bingeha van hemû
alfabêtan.
Helbet alfabêta
Kurdî jî, ya ji 31 tîpan e, ko Celadet
Bedirxan daniye ew jî li gor prînsîpê:
Deng= Tîp e û vê wekheviyê pêktêne,
tevlî ko hin kêmayî tê de hene. Ev kêmayî jî
bûne sedema rexne û cêbûnan di nivîsandina
kurdî de, ya bi tîpên latînî; ta ko
nivîskarne kurd xwestin bi serê xwe çarekê
bibînin û guhertinin êxistin alfabêta kurdî.
Rexna pêşî, ya li
alfabêta kurdî dibe ew e, ko hemû deng, yên
bi rastî ji bêjeyên kurdî derdikevin di
alfabêtê de nînin. Ji bona dengên pir nêzîkî
hev in, lê bêjeyan de nerm tên bilêvkirin û
di yên din de bi awakî hişk û qebe tên
bilêvkirin; yek tîp hatiye danîn. Ji wan
dengan re dengên cêwî tê gotin, ew jî
ev in: Ç, K, L, P û R. Wek
nimûne dengên cêwî di van bêjeyan de nerm
in: çil(40), ka(pûşê
gêrekirî), ling, pişt, birîn(birîna
tivingê) û ym, lê di van bêjeyan de hişk in
û dive mirov devê xwe dagire: çil(teyrek
e bi şev nêçîrê dike), kal(şebeşê
negehayî), lewlew, piling, birîn(qutkirin),
reng û ym. Wek ji hînkerên buhûrtî tê
xwiykirin ko hinek cêbûn di nav bilêvkirina
dengên cêwî de heye.
Rexna din, li
alfabêta kurdî ew e, ko dengên li jêr û ym
di alfabêtê de nînin.:

Rexna sisiyan, ya
ko mirov carina dibihîze, dibêje ko gerek e
tîpa Q di alfabêtê de nebe.
Gelo ev
rexne di cihê xwe de ne, yan na?
Berî
mirov bersiva vê pirsê bide, dive pêşî
bersiva çend pirsên din bide. Pirs jî ev in:
1.
Belkoya peydebûna her dengekî ji dengên
di zimanê kurdî de çiqas e?
Eger
dengek, yan çend deng di zimanê kurdî de
gelekî kêm peydedibin, hingî eger di
alfabêtê de tîp ji bona wan dengan nebin jî
ev ne kêmasiyeke mezin e.
2.
Gelo di her dengekî kurdî de çiqas
hayedarî(informasyon) heye?
Pirsa
dawî êdî ji ber xwe tê bîra mirov, ew jî:
3.
Ma bi kêmayî çend tîp di alfabêta kurdî de
bes in, da bi ewledarî pevguhestina hayedarî
û saloxdanan bi zimanê kurdî, yê nivîsandî
bibe?
Ji bona
bersivdana pirsa pêşî min hiljimarek
(statistîkek) ji peydebûna dengan re (tîpan
re) di zimanê kurdî de çêkir. Da encama
hiljimarê(statistîkê) nêzîkî rastiyê be,
divabû çend tekstên kurdî bi awakî
korfelaqî(random, sidfe) bên danehev û ji
wan komeke mezin deng(tîp) bên hiljimartin.
Li gor teoriyê gerek e mirov hemû bêjeyên di
zimanê kurdî de bide hev û ji koma hemû
bêjeyên di zimên de hiljimara dengan(tîpan)
çêke. Helbet karekî gelekî mezin ji vê re
dive, yê bi hêviya institûtên kurdî ve
dimêne. Hiljimareke wilo ji bona zimanê
englîzî bi alikariya xwendekarên unîversîtan
û teknîkên nû çêbû.
Tevlî
kêmasiyan, lê dîse ev hiljimar gelekî nêzîkî
rastiyê dike, ji ber wek min got tekst bi
awakî korfelaqî hatibûn standin û çend
hiljimarên cê min dane barahev, tev nêzîkî
hev derketin. Encama vê
hiljimarê(statistîkê) di tabloya(xişteya)
numero 1. de ye û dyagramê li gor vê tabloyê
di wêneyê numero 1. de ye.
Tablo numero 1.
Statistîka dengên kurdî
|
Rêza
dengan(tîpan) |
1 |
2 |
3 |
4 |
5 |
6 |
7 |
|
Deng(tîp) |
A |
B |
C |
Ç |
D |
E |
Ê |
|
Belkoya
peydebûna dengan(tîpan) [%] |
8.40 |
3.20 |
0.43 |
0.85 |
5.09 |
10.55 |
5.30 |
|
8 |
9 |
10 |
11 |
12 |
13 |
14 |
15 |
16 |
17 |
18 |
19 |
20 |
|
F |
G |
H |
I |
Î |
J |
K |
L |
M |
N |
O |
P |
Q |
|
0.29 |
1.44 |
2.54 |
10.26 |
2.97 |
1.37 |
3.58 |
2.70 |
2.55 |
9.02 |
1.55 |
0.98 |
0.21 |
|
21 |
22 |
23 |
24 |
25 |
26 |
27 |
28 |
29 |
30 |
31 |
|
R |
S |
Ş |
T |
U |
Û |
V |
W |
X |
Y |
Z |
|
5.77 |
1.99 |
1.47 |
3.47 |
1.43 |
2.74 |
2.02 |
2.88 |
1.57 |
2.27 |
1.09 |
Tablo û dyagram
xweş didin xwiyakirin, ka kîjan deng ji yên
din bêhtir peydedibe.
Dengên:
û ym. di hiljimarê de peydenebûn û vê yekê ti kêmayî
nexist têgehiştina tekstên kurdî. Mirov
dikare bi pişrastî bibêje, ko hêbûna van
dengên li jor nîşankirî di alfabêta kurdî de
ne gerek e û rexneyên di vê bergehê de dibin
ne di cihê xwe de ne.
Dengê(tîpa) Q
ji hemû dengên(tîpên) din kêmtir
peydedibe. Ev jî argumentekî xurt e di
destê, yên dixwazin şûna tîpa Q tîpa
K bikarbênin. Ez bi xwe ne bi vê yekê
re me, ji ber ko ez gomandikim, ko ev deng
ji zimanê kurdî yê kevnare tê, lê ti
argumentên zanistî ji bona vê yekê di dest
min de nînin. Hin dibêjin, ko dengê Q
ne xweş e, lê xweşiya dengê tîpekê gerek e
ne bi zimanên ewropî re were pîvandin. Her
miletek gerek e xweşî û nexweşiya dengekî li
gor karakter û hewcedariya xwe nasbike.
Ev xalên jêrîn
dibe ne gelekî bi babetê me ve girêdayî bin,
lê bi sûd e mirov wan li vir bibêje; tiştên
balkêş di wan de hene.
1. Ji dyagramê di
wêneyê numero 2. xwiyadike, ko belkoya
peydebûna dengên(tîpên): E, I, A, R, D
û K dike nêzîkî 50% ji hemûyên din.
Ji ber vê yekê, eger rojekê me makînên
nivîsandinê, yên kurdî çêkirin, gerek e ev
tîpên buhûrtî nêzîkî tilehên daradumê(tileha
navê) û fraxalîskê bin û tîpên kêm
peydedibin: Q, F, C, Ç û yên din li
aliyê tilehên qelîçkê û berqelîçkê bin, ji
ber ew kêm tên bikaranîn û bi vê nivîsandin
hesantir dibe.
2. Mirov dikare
peydebûna dengan di zimanê kurdî de bide
bara zimanên din û bi faktorên din re vî
dyagramî jî wek argumentekî objektîv
bikarbêne, ji bona xwiyakirina nêzîkbûn, yan
jî dûrbûna zimanê kurdî ji zimanê din.
3. Îro li cîhanê
di nav çend zimanan de bi alîkariya
komputran gelekî nêzîkî wergerandina
automatîkî kirine û di demeke ne pir dûr de
ew wê bibe tiştekî rewan. Eger ev
wergerandina automatîkî di nav zimanê kurdî
û yên din de pêk were, êdî gelek kotekiyên
di riya vejîna zimanê kurdî de tên şkandin.
Lê ji bona wergerandina automatîkî gelek
zanebûnên kûr divin, gelek faktorên zimên
dive werin ronîkirin, gelek statistîkên
fereh dive bên çêkirin û hiljimara di
tabloya numero 1. nimûnekî piçûk e ji
statistîka pêwist. Hê pirsa struktûra
gramatîka zimanê kurdî, pirsa bêjeyên
hevwate, hiljimara bêjeyên yekdeng, dudeng,
sêdeng ûhd., hiljimara bêjeyên bi A
destpêdikin bi B bi C ûhd.,
hiljimara peyhevhatina dengên: AB, AC, AÇ...,,
ABA, ABC,...; BA, BC;... BAB, BAC,...
ûhd. û ym. lê bên kolandin.
Em vegerin pirsa
diduyan. Bersiva pirsê wê bide xwiyakirin,
ka gelo pêwist e, em tîpên taybetî ji dengên
cêwî re: Ç, K, L, P, R deynin, yan
na.
Di zanistiyên
teknîkî de şaxekî zaniyarî heye jê re
dibêjin Teoriya informasyonê (Teoriya
hayadariyê). Di vê teoriyê de li zimên wek
navgîneke (wasite, mêdyum) pevguhestina
hayadariyê dinerin. Elementên vê navgînê
Deng (Tîp) in. Dema di axaftinê de
(nivîsandinê de) deng (tîp) lipey hev
diherikin, hingî her deng (tîp) bi xwe re
hinek hayedariyê (informasyonê) dihilgire.
Çiqasî hijmara


dengan (tîpan)
bêhtirbibe pê re kvantîta hayedariyê
bêhtirdibe. Kvantîta hayedariyê ji bona
zimanekî îdeal li gor vê destûra matematîkî
pirdibe:
I= n2
herwekî
I-
kvantîta informasyonê ye.
n-
hijmara dengan(tîpan) e.
Li
dyagramê numero 3. xêza 1. binere!
Wêne numero 3:
Dyagramê kvantîta informasyonê

Yekta kvantîta
informasyonê yek bît e. Bît
gotineke inglîzî ye, wateya wê pitikek,
piçikek, parçeyekî piçûk e. Da zimanek îdeal
be ji bona pevguhestina hayediriyan, gerek e
belkoya peydebûna hemû dengan (tîpan) wek
hev be û kvantîta informasyonê jî ji bona
wan wek hev be. Zimanê îdeal, yê xwediyê 31
dengan (tîpan) Belkoya peydebûna her
dengekî(tîpeke) P wî dike:
P= 1/31 * 100 =
3.26 %.
Wek ji dyagramê
numero 1. xwiyadike bi tenê dengê (tîpa)
B nêzîkî vê numeroyê dike, yên din
kêm-bêhtir jê dûr in. Helbet ne zimanê kurdî
û ne ti zimanên din, yên xweristî îdeal in,
ji ber ko çend faktor hene kvalîta
informasyonê, ya her dengî (tîpê) kêmdikin û
bihayê zimên jî wek navgîna pevguhestina
hayedariyan kêmdikin, ew faktor jî ev in:
A- Faktorê pêşî
belkoya peydebûna dengên (tîpên) kurdî û
bendên lipeyhevhatina wan e. Wek nimûne nabe
di zimanê kurdî de gelek dengên wek hev di
bêjeyekê de lipey hev werin: aaa, bbb,
ccc ûhd û zimanê kurdî xwe gelekî ji
gehandina dengên (tîpên) dengdar diparêze,
wek: ae, ai, aî,..., ea,
eî,..ia.ao,...aei.aeo ûhd. Ev yek
dihêle, ko herikandina informasyonê ne li
gor hijmara dengan (tîpan) bêhtirbibe, ew
hinekî kêmtir e. Li dyagramê numero 3. xêza
2. binere!
B- Faktorê diduyan
vekîta (dîktata) zimanê kurdî ye, ew jî
herikandina hayadariyan hê kêmtirdike, ji
ber ko her bêjeyeke kurdî dive bi yek awayî
were nivîsandin ew jî li gor destûrên
nivîsandina zimanî kurdî. Li dyagramê numero
3. xêza 3. binere!
C- Faktorê din, yê
herikandina hayedariyan kêmdike rêzimanê (gramatîka)
zimanê kurdî ye. Her parçekî axaftinê cihekî
xweyî taybetî di hevokê de dive bigire û
eger bêje ne li cihê xweyî rast be, dibe ko
wateya hevokê were guhertin û têgehiştina wê
jî şaş be, wek nimûne: Nêçîrvan şêr girt,
û Şêr nêçîrvan girt. Wayeta van
hevokan ligor cihê nêçîrvan û şêr
tê guhertin. Li dyagramê numero 3. xêza 4.
binere!
Ç- Faktorê dawî,
yê bendan li pêşiya herikandina hayedariyan
dideyne bîrsayiya (logîka) durust e, ji ber
ko hevokên bê bîrsayî informasyonên bi sûd
nadin û wan bêhtir jî nakin. Wek nimûne:
Şêr mirov e. Tevlî ko ev hevok ji aliyê
vekîtî û rêzimanî ve ras e, lê ti
informasyonên bi sûd neda û zanîna me bêhtir
nekir. Li dyagramê numero 3. xêza 5. binere!
Ev faktorên
buhûrtî hemû bi hev re bendan di pêşiya
herikandina hayedariyan di zimanê kurdî de
(bi gelemperî hemû zimanên xweristî)
dideynin û dikin, ko kvantîta hayedariyê, ya
ko her deng (tîp) dihilgire kêmtirdibe. Ji
ber vê yekê dema mirov dixwaze nûçeyekê, yan
ramenekê bigehêne mirovekî din, dive gelek
dengan (tîpan), yan jî gelek bêjeyan, û yan
jî gelek hevokan bibêje (binivîse), da ko
bigehe armanca xwe. Eger mirov karîbûna bi
zimanekî îdeal wê nûçeyê, yan ramanê
bigehêne mirovê din wî bi gelek kêmtir
deng(tîp), bêje û hevok armanca xwe pêkbêne.
Ev pir bûna
dengan(tîpan), bêjeyan û hevokan, ko mirov
bêçare di zimanê xwe de bikartêne di teoriya
informasyonê de jê re dibêjin Redundance(bixwêne
rêdundans!).
Da em nasbikin
rêdundans çi ye, em dikarin bibêjin, ko ew
weke gotina inflasyonê ye, ya di warê
mewdanî de(malî). Lê ev inflasyona di zimên
de ye. Da bêhtir em rêdundansa di zimên de
nasbikin, fermo emê li vê serpêhatiya
nimûneyî temaşekin:
Salarê Gernûs ji
Tirba Spiyê ye. Ew li Amedê kardike. Salar
her heftî roja înê êvarî seet 17.00 bi trênê
divegere mala xwe ya li Tirba Spiyê. Salar
xwest telegramekê ji Bêrîvana kebaniya xwe
re bişiyêne, da haya wê jê hebe, ko wê
vegere malê. Wî di telegramê de nivîsand:
Bêrîvana min!
Ezê ji Amedê roja
înê 27.7.1990 êvarî seet 17.00 bi trênê
vegerim malê.
Mêrê te
Salarê Gernûs
Lê wî dît û em jî
dibînin, ko ev informasyon hemû ne gerek in
di telegramê de werin nivîsandin. Rabû wî
çend bêje jê avêtin, bêyî ko bihayê
telegramê, yê hayadarî kêmbike, lê bihayê
şiyandinê kêmkir. Pêşî Salar bêjeyên
Bêrivana min, ji Amedê û
roja înê
avêtin, piştre
dît, ko dikare bêjeyên êvarî û bi
trênê jî hê bavêje. Telagram bû bi vî
rengî:
Ezê 27.7.1990 seet
17.00 vegerim malê.
Mêrê te
Salarê Gernûs
Eger ew hê bêjene
din jî ji telegramê bavêje, wek malê,
mêrê te û Gernûs dîse wê
Bêrîvanê nasbike, ko çi wextî mêrê vê
divegere malê.
Wek ji hînekerê
buhûrtî hat xwiyakirin bi nebûna çend
bêjeyan di tekst de bihayê wî, yê hayedarî
kêmnebû. Ew jî ji ber hebûna rêdundansa di
zimanê de ye. Vê gotinê jî em dikarin li ser
dengên(tîpên) di zimên de bibêjin. Nebûna
çend dengan(tîpan) di zimên de bihayê zimên
wek navgîna pevguhestina hayariyan pir
kêmnake, ji ber ko rêdundans di kevirê pêşî
de jî, yê avaya zimên de di dengan de heye.
Ev jî bersiva pirsa diduya ye. Ji bona
dengên cêwî tîpên taybetî ne gerek in, navin
û alfabêta kurdî, ya ji 31 tîpan, ko Celadet
Bedirxan daniye gelekî durust e ji bona
zimanê kurdî. Ji xwe gelek ji van dengên, ko
danûstandin li ser çêdibe herêmî ne û ne li
seranserî Kurdistanê tên bikaranîn. Wek
nimûne li herêma bajarê Amûdê dibêjin:
me'er, ne'el, h'inar, x'eyd, ...ûhd., lê
li herêma bajarê Tirba Spiyê ji wan bêjeyan
bi xwe re dibêjin: mar, nal, hinar, xeyd,...
ûhd. Ji alîkî din ve li herêma Tirba Spiyê
dibêjin: beh'r, ttivir, dderew,...ûhd.,
lê li herêma Amûdê ji wan bêjeyan re
dibêjin: par, tivir, derew,...ûhd.
Bêgoman ev cêbûna dengan li herêmên din jî
yên Kurdistanê heye, lê nabe mirov yek
bêjeya kurdî bi çend awayan li gor zaravên
herêmî binivîse û tîpên nû têxe alfabêta
kurdî. Eger em vê yekê bikin, êdî ne 31, lê
41 tîp jî wê têra zimanê kurdî nekin.
Rêdundans di
zimanê kurdî de çiqas e?
Min dixwest, ez ji
we re bibêjim, ko li gor bêhvan instîtûta
kurdî ew hevqas e, lê mixabin hê rêdundansa
di zimanê kurdî de nehatiye hijmartin.
Rêdundansa zimanin din hatiye hijmartin, wek
ya englîzî, ko dike 50% û zimanê çekî dike
32%.
Çawa tê xwiyakirin
rêdundans di zimên de ne hindik e û gelek
cih û wext digire û wek faktorekî negatîv
dileyze, lê ji alîkî din ve ew dînamîka
zimên mezintirdike, ev jî faktorekî pozetîv
e, nemaze ji bona helbetsvanan, ko kesya wan
çêtir li nivîsandinê tê.
Ji bersiva pirsa
sisyan Alfabêteke ji çend tîpan besî
zimanê kurdî ye? armanc ne ew e, da
alfabêta Celadet Bedirxan were guhertin. Lê
Kurd êdî gelek caran makînên modêrn, wek
komputer û teleks bikartênin, yan jî
telegraman ji hev re rêdikin û wek win
dizanin di van makînên digîtal de alfabêteke
standard tê bikaranîn. Ew alfabêt ji 32 tîp
û nîşandekan e, lê di nav wan de tîpên kurdî
Çç, Êê, Îî, Şş, Ûû nînin. Ez dixwazim
bidim diyarkirin, ko bikaranîna vê alfabêta
standardî navnetewî, ya makînên digîtal;
dema pêwist be bes e ji bona nivîsandina bi
kurdî û pê mirov dikare bê kotekî tekstên
kurdî bixwêne û têbigehe. Ji ber ko
rêdundans di zimên de heye, êdî dema çend
tîp ji tekst bikevin jî dîse sewdanê mirov
bi xwe wan tavêje nav tekst.
Da ev gotin bête
diyarkirin min çend tekstên kurdî, yên cuda
cuda, ko bi alfabêta standard hatibûn
nivîsandin, da çend kesên Kurd, yên bi kurdî
xweş dizanîbûn bixwênin. Wan hemûyan bê
kotekiyeke mezin tekst rast xwendin û
têgehiştin. Fermo win jî vî tekstê li jêr,
yê Kamuran Bedirxan nivîsandî bixwênin:
Gunde me
Rojhelat e. Ezman
hedi hedi bi rengen sor u zer dikene. Sivan
bi pez u seye xwe ve ji gund derdikeve.
Gavan ji dewer dide hev u bi cole ve dice.
Deriyen xaniyan vedibin u gundi dicin
zeviyen xwe. Zaro, ji ber dibistan girtiye
ji xwe re digerin, derdikevin cole, be
diguherin. Jin u kecen gund dest bi kare
mala xwe dikin. Hin ji kaniye ave tenin, hin
nane xwe dipejin u hinek ji berivaniye
dikin. Hinek ji tesiye diresin, tevn u
mafuran cedikin. Di gund de herkes bi
dilxwesi dixebite. Gundi hemu hez ji hev
dikin, ew dizanin, hemu birayen hev in u wek
miroven hov berberiya hev udin nakin.
Eger we tekstê
bihûrtî bi kurdiyeke rast xwend û win
têgehiştin, êdî bersiv gelekî nêzîkî rastiyê
dike. Dibe, ko cara pêşî mirov tekstê wilo
bixwêne çetin be, lê ev tiştekî normal e. Ya
giring ew e, ko makînên digîtal û alfabêta
standard bikêrî zimanê kurdî tên.
Di dawiya vê
gotarê de hê sê tişt hene gerek e werin
gotin, ew jî ev in:
A- Gerek e her
tîpa alfabêta kurdî cihekî xweyî taybetî di
nav rêza tîpên din de bigire û gerek e ew
cih ticarî newe guhertin, ne wek ko carina
di ferhengên kurdî de bûye. Dive her tîp
xwedî numroyekê be û wek numeroyan rêza
tiştan nîşanbike, ew jî li gor vê
nijinandinê:
|
1 |
2 |
3 |
4 |
5 |
6 |
7 |
8 |
9 |
10 |
|
A |
B |
C |
Ç |
D |
E |
Ê |
F |
G |
H |
|
11 |
12 |
13 |
14 |
15 |
16 |
17 |
18 |
19 |
20 |
|
I |
Î |
J |
K |
L |
M |
N |
O |
P |
Q |
|
21 |
22 |
23 |
24 |
25 |
26 |
27 |
28 |
29 |
30 |
|
R |
S |
Ş |
T |
U |
Û |
V |
W |
X |
Y |
B- Di destpêka
danîna alfabêta kurdî de bilêvkirina tîpên
bêdeng nehatibû diyarkirin, êdî hema her
yekî ew li gor xwe bilêvdikirin, wek nimûne
tîpa B dihat xwendin: ba, bê, bî
û yan ib. Ev neyekîtî di
bilêvkirina tîpên din de jî hebû.
Pêşniyara min ew
e, da ev neyekîtî nemêne, ko tîpên kurdî bi
vî awayî bên bilêvkirin, nemaze, ko li welêt
jî di kursên zimên de şagirt bi vî awayî
hînbûne:
|
A |
B |
C |
Ç |
D |
E |
Ê |
F |
G |
H |
|
a |
bê |
cê |
çê |
dê |
e |
ê |
if |
gê |
ha |
|
I |
Î |
J |
K |
L |
M |
N |
O |
P |
Q |
|
i |
î |
jê |
kê |
il |
im |
in |
o |
pê |
qe |
|
R |
S |
Ş |
T |
U |
Û |
V |
W |
X |
Y |
|
rê |
is |
iş |
tê |
u |
û |
vê |
we |
xê |
yê |
C- Gerek e, ji
bona her tîpeke alfabêta kurdî navekî bernas
hebe. Carina dive mirov bi awakî zelal
tîpekê nîşanbike, hingî eger navek ji bona
wê tîpê hebe, êdî ev yek pir hesanîdibe. Di
kursên zimên de piraniya navên jêrîn hatine
hînkirin û pêşniyariya min ew e, ko ev nav
bibin, yên standard ji bona tîpên alfabêta
kurdî. Nav jî ev in:
|
A |
Alan |
H |
Hêlîn |
P |
Perî |
W |
Welat |
|
B |
Bêrîvan |
I |
... |
Q |
Qumrî |
X |
Xecê |
|
C |
Canê |
Î |
Îskan |
R |
Rindê |
Y |
Yezdanşêr |
|
Ç |
Çeto |
J |
Jala |
S |
Salar |
Z |
Zînê |
|
D |
Dara |
K |
Kawa |
Ş |
Şêrîn |
|
|
|
E |
Evîn |
L |
Leyla |
T |
Têlîcan |
|
|
|
Ê |
Êlîxan |
M |
Mêdya |
U |
... |
|
|
|
F |
Findê |
N |
Nazê |
Û |
Ûsiv |
|
|
|
G |
Goran |
O |
Oldar |
V |
Viyan |
|
|
Di vê gotarê de
min xwest, ko ez çend pirsên alfabêta kurdî
deynim ber xwendevanan û dîtinên xwe li ser
bibêjim. Bêgoman pirsên alfabêta kurdî hê
kûrtir in. Yek ji wan pirsan wek win dizanin
ew e, ko em Kurd bi sê alfabêtan dinivîsin.
Ev jî nexweşiyeke giran e û jê gelek
nexweşiyên din dizin, ta çareyek jê re newe
dîtin, em nikarin bibêjin, ko ev alfabêt, ya
hemû Kurdan e.