| |
Hizbullah û rewşenbîrên kurd!
Tariq Hemo
Êrîşên artêşa Israîlê yên li dijî milîsên
rêxistina Hizbullahê ji aliyê alavên ragihandinê,
saziyên civaka medenî, nivîskar û rewşenbîrên
ereb ve bi tundî têne şermezarkirin. Medyaya
erebî seferberî li dijî êrîşên Israîlê yên li
dijî Hizbulahê îlan kiriye. Hemû kenalên Tv,
rojname û nivîskar û rojnamegerên ereb bi yek
dengî hemleya piştgirtiya Hizbullahê bi rê ve
dibin. Rojnamegerên li dijî îdeolojiya
Hizbullahê “bersiva” milîsên vê rêxistinê li
dijî êrîşên Israîlê pîroz dikin. Bihîstina
nûçeyên kuştina eskerên Israîlê wek “xweştirîn
nûçe û mizgînî” ji bo xwe dibînin. Gelek ji wan
jî dibêjin” Hizbullah berevaniya namûs û şerefa
ereban li himberî Israîl û Amerîkayê dike”. Tevî
ku ev rêxistin bi biryara Tehran û Şamê rabû şer
û çalakiya revandina 2 eskerên Israîlê pêkanî jî,
lê her ew li cem rewşenbîr û nivîskarên ereban (çi
neteweperest, oldar, marksîst) cihê pesin û
serbilindiyê ye. Berî du rojan rojnamegerê
Sûriyeyî Nîzar Neyûf yê ku 9 sal ji jiyana xwe
di zindanên rejîma Hafiz Esed de derbas kiriye,
nameyek gelekî tund ji min re şand. Name jî wek
“bersiva” gotarekê ku min bi erebî li ser şerê
Hizbulahê û “egindeyên” Tehran û Şamê di malpera
www.elaph.com
de nivîsî bû, hate hinartin. Neyûf bi hêrs nêrîn
û şîroveyên min yên li ser çalakiya Hizbulahê
red dike. Ew dibêje “diyardeya Hizbulahê û
liberxwedana serhildêrên wê, diyardeyek herî bi
rûmet û şeref ya di tevahiya dîroka ereban de
ye”. Neyûf herweha xwe mîna markisîstekî wek
hezkerekî serokê Hizbullahê Hesen Nesrulah
dibîne û serkeftinê ji wî re di şerê li dijî
Israîlê dixwaze. Oldarê Misrî û yek ji
serkêşiyên rêxistina Ixwan El – Mislimîn ya ereb
Yûsif Qerdawî bang li raya giştî ya misliman kir
ku hemû derfetên xwe têxin bin xizmeta
Hizbullahê. Qerdawî dibêje “tevî ku em ji aliyê
mezhebî (wek sunî) ne bi vê rêxistinê re ne jî,
lê em tekoşîna wê ya li dijî Israîl û
Washingtonê pîroz dibînin û kuştiyên wê wek
şehîdên gorbuhişt dihesibînin”. Bi sedan kesên
ereb yên muxalifên Hizbulahê, şiyan, Tehran û
Şamê, dema dîtin ku, êrîşek weha dijwar li ser
vê rêxistinê çêbû, yekser xwe dane aliyê
Hizbullahê û helwesta xwe ya piştgir nîşan dan.
Berovajiyê vê tabloyê: Partî, rêxistin û
rojnamegerên me kurdan dema partiyek kurdî (an
jî serhildaneke kurdan) dikeve metirsiyê de û
dijmin li derdorê kom dibin, helwestek pûç û ne
berpirsyarane nîşan didin. Gelek ji wan hema
helwestek ne ji ya dijminên gelê kurd baştir, bi
bahaneya “serxwebûn û ne girêdana bi rêxistinek
siyasî” nîshan didin Em binêrin: Di vê dema ku
êrîş li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê
zêde dibin, ku bi sedhezaran esker daketine
Kurdistanê û Kurdistan bûye qada şerekî vekirî,
şervanên azadiyê jiyana xwe ji dest didin û
artêşa tirk agir berdide daristan û gundên
kurdan, rewşenbîrên kurd bê deng in. Rewşenbîr û
nivîskarên kurdan, berovajî yên xelkê, dikarin
bi dehan helbest li ser jinekê an jî gulekê
binivîsînin. Bi dehan gotaran li dij kesayetiya
hev binivîsînin. Şerê hev û din bikin, lê
nikarin yek peyvê li ser ciwanekî mîna (Abas
Emanî) yê ku piştî hate hêsîrkirin, ji aliyê
eskerên tirk ve bi hovîtiyekê hate kuştin,
binivîsînin. Nivîskarê kurd dikare gotaran li
ser “Etwar Behcet” nûçegihana El –Cezîrê Tv ya
ku li Iraqê hate kuştin, binivîsîne. Lê li ser
Şîlan Aras” nûçegihana Ajansa Firatê ya ku ji
aliyê artêşa Iranê ve dema li ser karê xwe bû,
hate kuştin, kesekî devê xwe venekir. Bi doza
ku”serbixwe û negirêdayî tu rêrxistinê ye”
rewşenbîrê kurd bê helwest bûye. Li dijî
kiryarên kuştin û tunekirina gelê xwe, bûye
mirovekî bêalî, bêhelwest û bêwate!
tariqhemo@hotmail.com
Ev nivîs di rojnameya Yeni
Ozgürpolitika yê de hatiye belav kirin.
|
|