| |
Cenga
sedsalê, Cenga Ekonomiyê û avê.
Hêmin Kurdaxî
piştî bûyerên 11ê êlûnê ku, li
newyorkê û washington qewimîne, û di encamê de
bi sedan û hezaran ji gelê Emrîkî can ji dest
dan, gelek nerîn û têghêjtin li seran serî
cîhanê hatin guhartin û parastina ewlekariya
cîhanî bi şêweyekî praktîkî rahêjtin, bi
berpisiyaretî dan ber xwe.
Emerîkiyan, bi wan re jî
hevalbendên wan ev bûyer, ne karê grûp û mêjiyê
kesin teqlîdî û normal dît in, wek helwesteke
pêşerojî, lê hat temaşe kirin, ji ber vê yekê
jî, alavên lêvegerandinê û çareserkirinê jî li
gor va erdheja ramyarî ya Emrîciyan bi taybetî
û welatên pêşketî û demoqrat bi tevayî bû.
Ev bûyer bi giraniya û girîngiya
wê de, kirin giraniya polîtîka stratîcî, çi ji
hêla siyaseta derve ve, û çi ji ya hundir ve,
wek serhildanekê hat pejirandin, ji ber vê yekê
jî me dît ku, Welatên Yekbûyî Emerîca, wek bi
hêztirîn welat çi di warê aborî û çi jî Eskerî
de, giraniyeke ne Normal da ser vê kêşeyê,
biryara şerê li ser Terorê da, xwe ji encama vî
şerê han re amade kir, piştrast destên xwe
danîn ser ciyê konêr û nexwaşiyê.
Aramanca û sedemên vî şerê han bi
giranî, ji dûr dîtinên stratîcî tên, ji hêlekê
ve, destên xwe dînin ser perçeyekî mezin ji
cîhanê, ( ew jî girîngtirîn Armancên şer e)
nemaze jî, ev perçe jî dewlemendtirîn welatan e
ji ( ser axê û bin axê )ve, ji aliyekî din ve
jî, parastina ewlekariya neteweyî û navneteweyî
ye, di vî warî de Seddam û Binladên her yek
aliyekî pirê bûn û daxwaza Demuqrat-kirina
cîhanê li ser serê wan hat danîn!!
Ev armanc û dîtinên stratîcî,
gelek asteng û girêk bi xwe re daxistin holê, ev
dîtin û stratîcîya Emrîkî li xweşiya hin welatan
neçû ji ber ku, ev nerîn û dîtina, dighîne
rastiyekê ew jî ew e ku, divê mêjî û çavkaniyên
terorê ji bengeh û jêderên wê de werin çareser û
derman kirin, ev nerîn di tabloya xwe ya vekirî
de – helbet wê tiştin veşartî jî hebin -
kambaxîyeke mezin li ser welatên kêm- an jî
ne-demoqrat çê kirin, ji ber ku piştî xwandinek
zanistî, mirov dikane bê dudilî bêje ku,
tunebûna demoqratiyetê û ne parastina mafê
mirovan di van welatan de, hêlîn çavkaniyin
girîng in ji bo jiyan-pêhatin û Tîmar kirina
Terorê û selefiyetê û rêxistinên ku, bi navê (
AL-Cîhadiyê ) xwe didin nasîn e.
Lê mixabin, tiştê balkêş ewe ku,
hin dewletên Demuqrat, bi taybetî jî Europî, wan
jî piştgiriya Rêjîma Bass î Tolîtarî kirin, Bi
navê mafê mirovan, lê tucarî, bercewendiyên xwe
bi Rêjîma Seddamî re Aşkere û zelal nekirin, ev
jî me vedigerîne, sedema sereke ku şer ji bo wê
pêk tê û hatiye, eger ev nîşana tiştekî be, evê
nîşna radeya giraniya vê cengê be (cenga
Ekonomîyetê û Avê)
Helbet di va Kefteleftê de hinek
Rêjîm û Destlat xwe wek nîşan ji bo van kevanan
dibînin û paşerojek ne diyar û zelel bi hinek
şêwe destnîşan dikin, ji van welatan jî Sûriyê,
Turkiyê, Êran e welatên navborî çima ji xwe
ditirsin? Ji ber di bengehê de ew bi mafxwarên
gelên din in, ji wan jî nemaze, gelê Kurd e.
Di dema ku, USA û hevalbendên wê
biryara Şerê azadkirina Êraqê dan, bi lez û bez
van welatên navbûrî ( Sûriyê, Turkiyê, Êran )
carna jî dewlwtin din jî tevlê dibûn (Urdun,
Misir, Sewdiya Arabistan, Kiwayt) Çivînên xwe
yên germ û di hemû radeyan de li dar xistin (
Serokkomar, Wezaretên derve, Hundir, Dezgehên
ewlekariyê…) di encamê de, têkliyên xwe bi
welatên Europî re danîn, hetanî radeyekê, Sûriyê
bi taybetî, pişta xwe bi encamên van têkliyan
hilpesart.
Li dawî bi yek armanc derketin,
nameyek bi destê Ebdulla GÜL gihandin Mala Sipî
û di serî de jî Geurg BOSH wek Serok û
çavkaniyên birayrê li Emarîca ew jî, ne
pejirandinek tund li dijî va biryara ku, USA û
hevalbendên wê standine, Şerê Azadkirina Êraqê.
Lê li hember wê jî, lihevkirinek bê sînor, li
ser çewsandina doza gelê kurd ya rewa û dadmend
damezrandin, soz û peyman di vê derbarê de, bi
hev re îmze kirin, ji van prtkolan, protkola
ewlekariyê bû, daku baweriyê di nêvberê xwe de
bi cî bikin, germ bikin, ji ber girîngiyê ev
protkol, bi zûkî û lez dan xebatê, û di encamê
de, Sûriyê û Êranê, bi dehan Heval û alîgerên
PKK ( Kongira Gel ) radestî Turkiyê kirin.
Bi vê yeka xwe Sûriyê û Êranê,
çiqas prtkolên navneteweyî di vê derbarê hene û
peymanên parastina mafê mirovan de binpê kirin
(ne Cinêv û ne jî Lahay û ne jî deverek din deng
bi xwe ne xist in) û xwastin bi va yekê xwe baş
nêzîkî hev bikin û li dawî bibin xudiyê
hevbendiyek xort di hrêmê de.
Armanca USA û hevalbendên wê ji
Azadkirina Êraqê, ne tenê rûxandina Seddamî bû,
dawî anîn li dîktatorekî bû, yan jî lîstika bi
çend qeşmerên Tirsonek li çiyayên Torebore re
bû… ta ji wan were xwastin ku, bi zûkî koçên xwe
tevkin û ji hirêmê bar kin.
Lê kokirina neynûk terorîstan û
rakirina Seddam ji holê, armancine bengehîn bûn
ji bona rêrast kirin û ava kirina mercên
pirojeya demokratîk a cîhanî, ne tenê weha jî
lê belê, di pêy wan re Bess ya sûrî tê, xudiya
raman û aydolojiya nijadperest û şoven, ligel
hêz û rêxistinên olî yên radîkal wek Hizbllah ya
Libnanî û Al-Hamas û Al-Cîhad yên Felestînî.
Eger nas kirî û zelal e ku, şerê
çîhanê yê sîyem şerê ekonomîc û Aboriyê ye, şerê
li ser avê ye, ekonomîc û bazirganî jî di
hêminiyê digere û tê de ciyê xwe werdigre,
divêt nerîn û xwandina me li gorî vê naskirinê
be, jixwe, nerîn û helwest ji têgihîştin û
baweriyan derdibin.
Lê belê, eger armanca vî şerî baş
neyê nas kirin tabloya pirreng baş nayê dît in,
mesaj û helwestên dewletên hirêmê baş nayên
xwendin.
27. 06. 2006
|
|