| |
Sosreteke giran
û nedîtî
Fûad Sîpan
(AKPINAR)
fuadsipan@yahoo.de
Kurdistaniyên hêja!
Di
roja 25.06.2006an de civîna Grûpa Xebata
Neteweyî û Demokratîk a Kurd li bajarê
Bielefeldê pêk hat. Min berê agahdariya civînê
di pir malperên înternetê de xwendibû. Bi xwe
jiyana min wisa ye, ku bi awayekî giştî ez roja
yekşemê naçim ti cihekî û ez wê rojê bi malbata
xwe re derbas dikim. Lê bêlê, ji ber ku ev civîn
li bajarê ku ez lê dijîm pêk dihat, min pêwîst
dît, ez herim li vê civînê beşdar bibim. Beriya
ku ez herim civînê, min bawer dikir ku dê pir
Kurdistanî werin vê civînê û ezê bikaribim pir
hevwelatiyan bibînim. Ji ber ku peydabûna
altêrnatîveke demokratîk li bakurê welatê me
daxwaza me hemiyan e, armanca min ew bû ku ezê
li ser civînê û kar û xebata vê Grûpa Kurd
nivîseke erênî, yanê pozîtîv binivîsînim. Lê min
nizanîbû, ku ew civîn civîna berpirsiyarên hin
partiyên tayabet e, yên ku di nava vê grûpa
xebatê de cih girtine. Min di civînê de mepûsê
kevin birêz Mahmut Kilinç jî dît û me li hal û
demên hevdu pirsîn. Lê belê tiştê bi fêş ew bû,
ku berpirsiyarê grûpa xebatê li Ewropa
Siracettin Kirici xwest ku ez ji civînê derêm.
Behaneya vê yekê jî ew bû, ku goya civîn tenê ji
kesên hatine vexwendin-dawetkirin re vekiriye.
Bi rastî ez matmayî mam. Min jî li ser wan
gotinên wî jêre got, ku gava tiştek di
çapemeniyê de bê weşandin, mana xwe ew e, ku ne
bi dizî ye, ji her kesî re vekirî ye û hûn
nikarin min ji civînê biavêjin. Paşê kêm zêde
nîv seatî gengeşî bi dizî di navbera wî û
mirovên PSKê de çû û hat. Siracettin Kirici her
carê hevalê min Mehmet Turan, yê ku ez bîst sal
e li bajarê Bielefeldê nasdikim, wek qasid
dişand ba min û digot, divêt ez ji civînê derêm.
Min jî got, ez dernayêm, heger agahdariya civînê
di çapemeniyê de der neketiba jixwe qet
agahdariya min jî çê nedibû, ku ez bêm vê civînê
û min got: Ez ji civînê dernayêm, heger niha
feriştahê wan jî were nikare min ji civînê
derîne. Dema mirov agahdarî li ser civînekê di
çapemeniyê de belav bike, êdî mirov nikare ji
kesan re bibêje, tu dikarî beşdar bibî û ewê din
nikare beşdar bibe. Lê ez bawer im ku van
belengazan hên pîvan û qanûnên civînan, her wiha
rêzik û rêpîvanên çapemeniyê jî li Ewropa hîn
nebûne. Siracettin Kirici dît, ku ez xwe ji
helwesta xwe şûnde nadim û ji civînê dernayêm,
wî vê carê jî bangî birêz Mahmut Kilinç kir, ku
ew min îqna bike. Di dawî de birêz Mahmut Kilinç
hat ba min û got, mirovên PSKê naxwazin tu di
civînê de bimînî; wan gotiye, yan Fûad ji civînê
dertê, yan ewê ji civînê derên û an jî dê PSK
teşqeleyekê derxîne. Birêz Mahmut Kilinç her
wiha ji min tika û daxwaz kir, ku ez bi
berpirsiyarî tev bigerim û ji civînê derêm. Wî
her wiha got, ew helwesta mirovên PSKê wek
helwesteke antî-demokratî dibîne û ewê li ser vê
mijarê jî binivîsîne. Min jî xatirê wî ne şikand
û ez ji civînê derketim. Beriya ku ez ji derî
derêm birêz Mahmut Kilinç, Siracettin Kirici,
mirovekî din ku ez navê wî nizanim û hevalê min
Mehmet Turan em dîsa li ser derketina min ji
civînê axivîn û min ji Siracettin Kirici re got,
ku ezê li ser vê sosreta We binivîsînim. Min her
wiha jêre got, ku bi baweriya min, we bi vê
helwesta xwe îro dawî jî li grûpa xebata xwe
anî. Min bi berdewamî ji Siracettin Kirici re
got, niha tu û van mirovan, hûnê bi vê siyasetê
Kurdistanê rizgar bikin!!.......tew lolo, tew
lolo....... Min xatirê xwe ji birêz Mahmut
Kilinç xwest û ez ji civînê derketim. Ez bi
birêz Mahmut Kilinç bawer im, ku dê ew van
gotinên min di gotara xwe de piştrast bike.
Kurdistaniyên hêja!
Ez
di sala 1995an de ji PSKê veqetiyam. Lê PSK hên
jî bi min re dijminahî û kîndariyê dike. Bi
rastî bi vê helwesta wan, gunehê mirov bi wan
tê. Ez di vê mijara li jor de qet pêwîst
nabînim, ku gengeşiya pirsgirêka demokrasî û
antî-demokirasiyê jî bikim. Va malmîrata
demokrasiyê tişteke wisan e, ku her kes li gorî
xwe dinirxîne. Niha mirov here ji Şêxên Ereban
re jî behsa demokrasiyê bike, dê bibêjin ew ji
her kesî demokratir in.
Ez vê
helwesta Grûpa Xebata Neteweyî û Demokratîk a
Kurd li hêviya raya wijdana gelê Kurd û
Kurdistanê dihêlim.
Ji
endam û berpirsiyarên PSKê Abûbekir Saydam,
Yilmaz Çamlibel, Ahmet Çamlibel, Fetah Timar,
Riza Katurman û çend kesên din beşdar bûbûn.
|
|