Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Di nav destê te de

Mehmûd Badilî

 

Tê bîra te,

dema em pêrgî hev bûn

ez bûm,

ew cendekê hêvîdar

û himêza te

gorinek bendewar bû

di nav destê te de

di xew re çûûûm û çûm

rengê helbestek

mişext û wenda

li ser keviya

kortalên demsalan

di rûpelekê de

ji rûpelên belavokek

pêçayî bi toza nepeniyê  

li ser sînorê moranê .

 

 












 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE