| |
Folklor çavkaniya
raperîneke bêsînor e
Mihemed Elî
efrin2612@hotmail.com
Rastiyeke guman tê de nîn e, ku her berhemeke
folklorî hilperîna jiyaneke miştî, ezmûn, ked,
êş, raperîn û neraziya li hemberî rewşa mayîn e.
Heke mirov li van berheman bi hûrbînî mêze bike
dê sedemên ku ew ji ber derketine holê bi
kitekitî binase. Agir berê xwegermikirin û
parastinê bû, çekên kevirî, hestî, û piştre ên
hesinî pêdiviyên nêçîr û berxwedanê li dijî
lawirên kovî û dirinde bûn. Xwedawend berhmên
tirs û sawa ji nezaniyê bûn, nivîsîn paldêra
vegotina hest û hizrên ku di sînga mirov de
dikeliya bûn... Hemû berhem bêyî ku yeko yeko
bên rêzkirin, bi teşeyên navborî derketine holê
û ji ber ku pêdiviya wan girêdayî berdewamî û
werarbûna jiyana mirov bûn, ew her tim mane û bi
pêşketina mirov re peresîn bûne.
Lewre îro tê gotin, ku mirov bixwaze rastiya
miletekî binase, bila li folklora wî temaşe
bike, çimkî çiqas folklora wî kûr binase ewqas
rastiya wî miletî penî û eşkere derdiveke holê.
Ev rastî ne tiştekî nivar û hemdem e, lê
vedigere kevintirîn dîroka rêkûpêk a mirovahiyê.
Di B.Z 669-627’an de, di serdema Keyayê Aşûrî
Aşûrbanîbal de, ev rastî derdikeve holê, hingê
Aşûrbanîbal Kîlxaneya Nîneva (pirtûkxaneya
kilaveyên kîlî) li bajarê Nînevayê avakiribû û
di nisîvara ku bo boneya vekirina vê kîlxaneyê
de nivîsîbû ku armanaca xwe ji vê pirojeyê ew e,
ku mirovahî mifa ji afirandinên Sûmerî, Ekadî û
Babîliyanan bike... Di vê helwesta Aşûriyan de
dixuye ku çiqas rastiya ew gelên navborî di
bermayên wan de mabû, ku Aşûriyan xwestibû
nifşên pêşerojê jî sûdê jê werbigirin. Di
serdemên nivar de jî, û nemaze piştî serdema
hişyarbûnê (renaissance) de, zanyarên wê demê
giraniyek pir mezin dane ser vekolandin û
naskirina berhemên folklora bapîrên xwe ku çawa
ponijîbûn û çawa gihîştibûn asta ku tê de
dijiyan, nexasme, ew bi xwe ji ber
desthilatdariya ola Xiristiyanî di serdemeke
tarî re derbasbûbûn, lewre pêdiviya wan bi
naskirina jiyana bapîrên wan hebû, û ev naskirin
jî di naskirina folklor û bermayên wan de
veşartî bû.
Di rêveçûna dîrokê de ev berhem bûn beşeke
girîng ji kesayekî û gencîneya afrînerên xwe, ku
bêyî ew bên xwendin û vekolandin, dê tişt ji
dîrok û kesayetiya wan afrîneran neyê serwext
bûn û pirsgirêk û girîftên heyî jî neyên
çareserkirin.
Gelê Kurd jî wek hemû gelên din, xwedî
folkloreke dewlemend e û gencîneya wî miştî
berhemên ku wêneyeke rasteqîn ji hemû quncikên
jiyana wî re derpêş dikin e. Lê tiştê balkêş ew
e ku ev berhem mîna pirtûkine li benda xwendinê
ne, pirtûkine ku hemû pirs û xwestekan
dibersivînin, ji ber ku li ser ezmûn û xebata bi
ked û dirêj ji alî bi sedan, bi hezaran mirovan
ve hatine nivîsîn. Kurd ji ber neheqiya ku li
wan û dîroka wan bûye, ji xwendin û soraxkirina
van pirtûkan bêpar mane, û mixabin heya ew kesên
angaşt kirine ku dîrok û kesayestiya mirovahiyê
li ser bingeheke bêlayane û abojetkîv dixwînin
jî, xwe ji soraxkirina dîroka kurdan veguhestine
û pute ji ber sedemên mêtîngerî û siyasî bi vê
dîrokê nekirine. Ev yek jî bi mebest pêk hatiye,
çimkî Kurd îro beniyên hin miletên ku di dîrokê
de wek kujerên şaritaniyan tên naskirin, û ji
ber bextê kurdan ê reş, ev milet îro di
stratejiya hêzên navnetewî ên desthilatdar de,
bûne kartek ku li gorî berjewendiyên wan bikêr
tên, lewre Kurd, dîrok û folklora wan bûne
qurbanên vê teraziya bêyom û ji ber zext û
nedadiya ku li wan dibe, îro bi bişaftin û
qelînê re rû bi rû mane. Ji ber vê siyaseta hanê
dîrokek dewlemend, çandeke ku rolekî mezin di
afiranda çanda mirvanhiyê de lîstiye, roj ji
rojê wenda dibe û xwedanên vê çandê ên ku ji
kesayetiya xwe tên bidûrxistin, bê nasname û
dîroka ku rastiya wan ji cîhanê re dinimîne, li
holê bêçar mane, ew hîs dikin pirsgirêkên xwe
pir in, lê nikarin çareyan bibinîn, hewl didin
şêwazên xelkê li xwe bipîvin lê ne pêkan e,
cilên xelkê li laşê xwe dikin, lê ew tew bikêr
nayên, dixwazin xwe bi şêweyekî puxte vebêjin,
lê liva wan pûç bûye, destên wan giran bûne û
zimanê wan lal bûye.
Li hember rewşeke wisa kambax, çi ji gelê kurd
bi giştî û rewşenbîr û zanayên Kurd bi taybetî
tê xwastin?? Ev pirs divê bi hişmendî û bi sebir
bê bersivandin, ev hişmendî û sebir jî, girêdayî
ked û xebateke ku pir westîbûn û xwedanê dixwaze
ye, ev bersivandin dixwaze mirov li kok û
damarên xwe vegere, wan ji nû ve av bide, giyan
û çawîra li ser qebêl bûye paqij bike, ku ev kok
û damar ji nû ve vejîn bibin û berên xwe carik
din bidin û li pirsgirêka derketina Kurdan ji
dîroka xwe, ji kesayetiya xwe xwedî derkevin bo
carik din vegerin nav kaniyên dîrokê û bi ava
xwe carike din deryaya mirovahiyê miştî
afirandin bikin.
Kurd di vê gava xwe de dikarin sûdê ji ezmûnên
miletên din werbigirn ku di heman rê re derbas
bûne, pir milet li cîhanê ji ber ku bûbûn
beniyên dagîrkeran çanda wan, dîrok û kesayetiya
wan li ber mirinê bû, lê bi dasepand û vîneke
xurt û rasteqîn van gelan karîbû hêmanên ku
bersivê bidin pirsgirêkên xwe bi dest bixin û li
kok û damarên xwe xwedî derkevin. Xelkê Fînlanda
mînaka herî berbiçav e, ku mirov ji xwe re bike
pêşeng û li ser gava wan bimeşe. Fînlanda bêtirî
600 sal di bin desthilatdariya Swêd de benî û
dagirtî bû, pê re ew kete bin destê Rûsan, ên
heman kiryarên Swêdiyan ku çand, ziman û dîroka
Fînlandiyan qedexkiribûn, kirin, û her wiha gelê
Fînî gihîşte despêka sedsala nozdehan, mîna gelê
Kurd ne xwedî vîn, dîrok û kesayeta ku nîşana
heyîna netewî û dergûşa çareserkirina
pirsgirêkên mayîn e. Lê Fîniyan tew serê xwe ji
rewşa heyî re netewandin û biryar dan ku li çand,
dîrok û kesayetiya xwe vegerin û miletekî bi
navê Fînî û welatekî bi navê Fînlanda vejîn
bikin. Ji ber ku Zanyar û dilsozên Fînî zanîbûn
ku dîrok û kesayetiya wan di folklor de
veşartiye, ji sala 1835’an dest bi komkirina,
helbest û sazên gelêrî kirin bi navê Kalevala
berhemek ji alî Lönnrot ve derket û bû stûna
hemû xebatên der barê folkor li Fînlanda. Di
baweriya zanyarên Fînî de bû, ku hemû regezên
hebûna netewa wan di folklor de bûn, ziman,
hest, hizr, fêr û dab û hwd. Bi vî şêweyî û bi
vê coşa Fîniyan, hemû berhemên folklora Fînî
hatin komkirin û dahûrandin û di encamê de
kesayetiyeke puxte derkete holê û hemû pirsgirêk
û arîşeyên gelê Fînî çareser bûn û li dawiyê bûn
xwedî vîneke azad û welatekî serbixwe, nexwe
folklorbû ê ku ev mofirk di dîroka Finiyan de
afirand, îro jî Fînlanda mezintirîn welatên ku
zanîna folklor lê tê xwedin û dahûrandin û her
wiha bûye yek ji pêşketîtirîn gelên cîhanê.
Folklore navika netewa Fînî vejîn kir û piştî
fînî li wê xwedî derketin, wê jî berhemên xwe ji
wan re pêşkêş kirin û kok û daramên xwe jî xurt
kirin, ku nema ji axa neteweya Fînî derkevin...
Li Kurdistanê, îro em di heman rewşa Fîniyan a
berî 200 salan re derbas dibin, em îro ne xwedî
vîna xwe ne, welatê me dagîrkirî ye, ziman û
çanada me qedexe ye û roj ji rojê şert û mercên
ku bi ser têkbirina wan de dubare dibin, civaka
me îro bi hezaran pisgirêk û arîşeyan re rû bi
rû maye, em dibezin, vedilukumin, li çareyan
digerin û wek min gotiye şêwaz û cilên xelkê jî
li xwe dikin, lê bizavên me giş bêsûd in. Em Îro
şevekûrî bûne, em liba dibin, lingên me li
çareyan dikevin lê me hay ji wan nîn e! Îro çi
ji bo me gerek e em rêya xwe nas bikin û çareyên
xwe bibinîn? Îro pêdivî ye em li wan xezne û
gencîneyan vegerin û bînin ber hev, wan bikin
pirtûk, kurs û daringên lêkolînan. Zimanê me di
nav van berheman de ye, fêr, dab, têkiliyên
civakî, danûstandina me bi hev re, danûstandina
me bi miletên derdorî me re, evîna me ya
rasteqîn, xwezaya me, çem, rûbar û xaknîgariya
me, xwarin û vexwarina me, gotinên ku hestên
netewî germ dikin, helwest û lehengiyên ku serê
me bilind dikin, lorikên ku zarokên me bi aramî
dikin xew, rêbazên ku dihêlin keçik û xortên me
rast û dirust evîndar bin, alav û amûrên ku
dihêlin em malên xwe ava bikin, cilên xwe şêwaz
bikin, derûna xwe sererast bikin û dost û
dijminên nas bikin... Ev hemî di tiştekî de
veşartî ne û ev tişt jî li ber çav û destên her
kesî ye, her kes dikare vî tiştî bibîne û kom
bike, lê behiya me ew sazî û dezgehên Kurdî ne
ku hem alav û hem jî dirav û lêkolîneran peyda
bikin û em vê folklora xwe kom bikin, bicûrînin
û bi miqatî û hişmendî dahûrînin û çareyan yeko
yeko ji pirsgirêkên xwe re derxin ku li dawiyê
em netewiya xwe û rastiya xwe deyînin ser dewsa
rast û cihê rast û layîk di cîhana îroyîn de
bigirin.
Dîkê rojekê be ne mirîşka salekê be
Axa bû ker cilika xwe çeneke ser
Bi sebrê bû mîrê misirê
Bûka salê qeşmera malê
.........
Mem û zîn ( evîn, lenhengî, dexesî, dijminê
hundir)
Siyabemd û xecê( lezokî, Evîna rast, pozbilindî)
Gênc Osman( dilê ku sînorên qat û dewlemendiyê
ji bo evînê dibirin, mêrxazî, zimanê rewan,
zanabûna keça kurd...)
Çend xêzên zêrîn ji destana Gênc Osman û Naza
Menên, ku bûyerên wê li herêma Efrînê qewimîne û
du dildarên kurd yek ji bajarê Sîwazê (Gêncê
leşker û reben) û yek jî ji herêma Efrînê (Naza
Menên, keça axe û paşeyê Efrînê), di evîneke
bihûştane û miştî kul û keser de li hev
civandine...
Lê anê....
Lê anê bejin balavê Gêncî mi zirav e
Lê dayê bejin balavê Gêncî min zirav e ji tayê
nêrgizê
Êlkane firqeta bayê eşqê lêdixê diçelqê û dihezê
Ne mila xuva bihata li kuderê ne le kuderê..lê
anê li qeza xetayê li ber pêla deryê û dengizê
…….
Mi dî dîsa xelkê narîn bankir go: were mere
mekeve welatî tirka
Law law pişta xwe meda welatî Tirka Tirk î zalim
e bêbext e Anadolî ye ji berê paşê da mîna marê
kaşa ye heger li tîna rowê bi mera dadê me ra
nagînê siye
heger li siyê bi me ra dadê mera ji siyê nayê
dere
Law were mekev welatî va zalima welatî E'reba
Serî mi bi qurbano heger li rûçik û siwê wana
vegere siwê wana seke destpêkê wana Xeyber e
………
Taqim û sîng û berê mi karê xezalê ji te ta
kaxeze rûpel e him defter e
Law mere Gêncê mi mere
Taqim û sîngê mi karî xezalê ji te ra text e
rewan e doşek e doşeme ye Gêncê mino him mere
mere
Law mere Gêncê mi mere
Taqim û sîng û berê mi rebenê ji te ra cilik ji
cilê Kurmanciye mitêlek ji mitêlê herîrî serî mi
bi qurbano him jî per e
Law mere Gêncê mi mere
Taqim û sîng û berê mi karê xezalê ez bi qurbano
ji te re buharek ji buharê rengîn e gul û gupikê
lê têne dere
Law mere Gêncê mi mere
Di taqim û sîng û berê min da zoyê memika mîna
çayê xelat û sîpanê xa dane sere
Law memikê mi rebenê mîna çayê xelat û sîpanê
xwe dane sere law law law law
Law mere Gêncê mi mere
Taqim û sîng û berê mi karê xezalê ji te re ne
bûye helbik ji helbê mastî koçerlera li pozê
yayla û zozana di ser ra qeymaqe di binira hîn î
tere…….
|
|