Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Ez û tu

Hozan Badilî

Ez

navê te

li ser tîrêjên heyvê

dinivîsim 

 

 

û tu

evîna min

di bin lingê xwe de

dihêrî

 

 

Ez

ji zuhabûna lêvên xwe

bi ser tîbûna

gerdena te de

dilopên baranê

dibarînim

û tu

toza hestiyên min

li ba dikî

û didêrî

 

 

Ez 

tev birçîbûna xwe

di mizgefta çavên te de

rojî digrim

 

û tu

tev têrbûna xwe

di payîza

sînga min de

diçêrî.

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE