| |
VEGERIYAN
Ezîz Xemcivîn
Vegeriyam;
buhar li şahiya şevînê vegeriya..!!
Vegeriyam;
heng û minminîk*
bi hevdîtinê
li ser kulîlkên kenê me civiyan..!!
Vegeriyam;
sîwana mazûvaniya dîlber
keleha aramiyê bû…!!
Dîsan çav bûn hevsî;*
diaxifin,
çîrok û pêkenokan
ji hev re dibêjin.
Bîranênên kevnenû dişopînin…!!*
Vegeriyam;
roj bi min re vegeriya..
tilûrên zimanan şiyar bûn..
govenda gotinan li civanê me geriya..!!
Vegeriyam;
hilm li cîrazên hevûdu keliyan*
û Çikçikoyê awiran,
di bîbîkên çavan de beziyan..
Vegeriyam;
nêrgizên pêçiyan
li bexçê destanê rûgeş bûn..
me cejna evînê li vê pêrgînê
pîroz kir…!!
Pîroz be;
hêlîna libendemayînê pîroz be..
qulingê rêwî
bi firê negihişt…!!
cîwar û xaka wî dilê te ye,
pîroz be,
hemû demsalan li te pîroz be...!!
|
|