|
Bakur
Besam Mistefa
* Bo:
Selîm Berekat
Gir û deştên te
Hîn li wir in ..
Toza mîr û
Heriya jîr
Hîn li wir in ..
Hêsirên xwînê
Bêgunehiya gunehiyê
Berfa henûniyê û
Henûniya xemgîniyê hîn
li wir in ..
Qeşmerokên ku bobelatê
diserdînin û
Xwêdana hêrsa te ...
Hîn li wir in ...
Kenên girî
Şêrîniyên tehl
Rasthatinên xwar û
Bêzariyên zar
Tev li wir in ..!
Êêêêêêêêêêêêê......
Çolistana bi tîpên te
avis
Hîn li wir e .
Zeharên xwe yên çav
zer ji
Rojekê re vedişêre!
Dehl û zevî
Bi destên ti Xwedayan
Nehatine çandin
- Ew erdeke
ber bi cot
e –
....Û gur û wawîk
Gezan li laşê girê te
yê
"Mozan " didin
Hinde ku
Xwîn ji laşê te
Diherike
Û ji çavên te tîp
dibarin
Mîna baranê dibarin
Û hey dibarin ...
Û zarokên Bakur
Pêxwas
Di kolanên dilê te de
Dilê ewran tev didin :
Ya rebî baran were
Genimê çûkan şîn were
...
**
Tu tiştekî naxwazî!
Tenê,
Ev biyaban şîn
bibûna ..
Ev birîn ji
bîr
bibûna ..
Ev êş dîl bibûna
..
Pişkulên reş ber
warê xwe ve vegeriyana ..
Zemîn, zemîn bana
û
Mêjû, ev dêlika
bêbav, ji xew û kawikiya xwe rabûbana!
Tu tiştekî naxwazî!
Lê li serûbinê
bakur
Zanim, te dav
û xefik
vedane ..
**
Bibhîze:
Va
ye zarokên xewnê
Koysenceq berbi cihê
te ve,
Dixindirînin ---- mîna
ku xarek be!
Va
ye berf ji serma
dikele
Va
ye xefikên te
Çirûskan didin
Xezeba xwe / te kom
dikin û
Lingan gez dikin ..
....
Ev e şev li
cankêşê ye
Ev e roj xwe li
ba dike
Manendî bûkekê
xwe
Kar û bar dike
.............
Va
ye dawî.. dawî
..dawî
Bakur
Zan dibe ...
...Û tanî roja ku tu
gerdûn
-Mîna ku tekerê
Piskilêtekî xirabûyî
be
Li pêşiya xwe biajonî
.................
Roj baş !
Temen baş !
Jiyan baş !
|