Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Pirtûka nû ya hunermendê kurd Kamîran Ibrahîm li Hewlêrê derket

Besam Mistefa/Hewlêr

Di roja 25 meha 6an pirtûka diwemîn ya hunermend ê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê Kamîran Ibrahîm li Hewlêr a  paytexta Kurdistana Iraqê ya federe, ji layê Instûta Kelepûra Kurdsitanê ya girêdayî wezareta rewşenbîriyê li herêma Kurdistanê, bi navê " Çilawaz " derket .

     Pêşgotina pirtûkê ji layê Wirya Ehmed –mamostayê mûzîkê li Instûta Kelepora Kurdsitanê û hem ji layê Dr. M.E.Zaza – berprisê beşa lêkolîn û xwendinan li Instûta navbirî ve hatiye nivîsandin . " Çilawaz " 40 stranên kurdî yên resen û folklorî û millî bi xwe digire. Bi taybetî yên van herêman Eynkafê – Bişêriyê – Xerzan – Elikan – Serhedan û Cizîra Botanê .

 Ev in hinek stranên pirtûkê: Werin Dîlanê Esmer, Keleşo, Ez Xelef im, Zeynokê, Lê Nûrê, Leylê, Lo Şivano, NarêCan, Şemamê. Stran tevlû notên xwe yên ku ji alyê nûser K. Ibrahîm ve hatine çêkirin cihê xwe di pirtûkê de digirn, tev li gotinên stranan yên ku bi zaravê kurmancî û bi herdû tîpên erebî û latînî ne.

     Hêjayî gotinê ye ku hunermend Kamîran Ibrahîm di sala 2003an de, pirtûktk bi navê " Awazên Keskesorê" derxistibû .

 

Hunermend Kamîran Ibrahîm kî ye ?

* Hunermend Kamîran Ibrahîm li gundê Letîfiyê nêzîkî bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriyê, sala 1965an ji dayik bûye .

* Sala 1980 dest bi jenîn û  goranîgotin kiriye .

* Sala 1987an bawernama amadeyî ya beşê zanistî li Sûriyê wergirtiye .

* Koma mûzîkê ya " Senabil" sala 1988an damizrandiye, ku beşdarî çendîn boneyên niştimanî û netewî kiriye.

* Sala 1990î koma "Buhar" ya mûzîkî damizrandiye .

* Serperiştê rahênanên koma- Xelat- ya Folklorê  Kurdî  bû û di sedan ahengên millî û festîvalên niştimanî û netewî li Qamişlo û Heleb û Lubnanê beşdar bû.

* Li Bingeha hunerî ya mûzîkî ser bi xwendina taybetî wezaretî perwerdeyê li  Sûriyê ji layê  Dr. M.E . Zaza, li Qamişlo xwendiye û sala 2001 tewaw kiriye .

* Wek mamostayê amîrê buzq , tenbûr û baxleme li Bingeha hunerî ya muzîkî ta sala 2004an kar kiriye .

* Kitêba wî ya yekem " Awazên Keskesorê" ji stranên  Se'îd Yûsiv li Bingeha  hunerî  li Qamişlo sala 2003an derçû .

* Li Festîvala  Muzîka  Millî  ya Silêmaniyê –Kurdistana Iraqê sala 2005an beşdarî kiriye û tê de xelata rêzlênan wergirtiye  wekû jenyarekî amîrî buzq .

* Niha çavdêriya koma muzîkî ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêrê dike .

* Herweha serperiştiya rahênanên zanîngeha Selahedînê dike .

* Niha li beşê muzîkê kolîca Hunerên Ciwan li zanîngeha Selahedênê Dixwîne . 

 

 

 










 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE