| |
Zimanê kurdî û avjeniya serbest di nava tîpên
latînî de
Dr. Zara Brahîm
Bêguman em karin bêjin ku Mîr Celadet Bedirxan
bû xwediyê şoreşeke zimanevanî di dîroka
rêzimanê kurdî de. Danîna tîpên latînî bo zimanê
kurdî, netenê rizgarbûn bû ji pabendiya tîpên
erebî di zaravê kurmancî de, lê bêtir ew tevlî
nûjeniyê û zimanên cîhanê kir, nemaze di warê
dengsaziyê de (lenguestic).
Weke ku em dizanin zarê kurmancî di nav beşê
herî mezin ji miletê kurd de tê bikar anîn, lê
li rexê din, zarê soranî nikarîbû xwe xelas bike
ji bandora wêje û çannda erebî û îslamî di aliyê
tîpên erebî de yên ku nakevin kirasê dengsaziya
zimanê kurdî de.
Îro roj di warê praktîkê de, nemaze li
Kurdistana Başûr, zaravê soranî bi wan tîpên
erebî bêtirîn bikar tê, çi weke zimanekî fermî
di dibistan û zankoyan de û çi jî di mediya
kurdî de be. Ev dibe kelemeke mezin li pêşiya
ragihandin û têgihiştinê di nava beşên din li
Kurdistanê û astengiyeke nehindik di paşerojê de
wê der bibe. Mebesta me ji van gotinan,
hewildana
danîna zimanekî kurdî hesanî û hevbeş, bê ku em
ji nirxê van zaravan kêm bikin, jiber ku ev di
hemû zimanên cîhanê de hene, lê li hember wê jî
zimanekî standard tenê heye, loma em vê pirsê di
deynin pêşiya pispor û zimanzanên kurd ku
karibin di rojên bê de vê pirsê di rêya
konfiransekî zimanevanî de, ku ji hemû parçên
Kurdistanê lê beşdar bibin çareser bikin û
bîrûraya xwe di vê pirsa giring de bidin!! Gelo
îro roj em karin zimanekî standard çêbikin? Yan
her zaravek bixwe zimanek e, tişta ku giranî û
zengînbûnekê dide zimanê kurdî, weke ku mamosta
Berzo Mehmûd jî daye xuyanîkirin di pirtûka xwe
„ Rênivîsa Peyva Kurdî“ de û ronî avêtiye li ser
gelek kêşe û giriftariyên zimanê kurdî. Hêjayî
gotinê ye ku gerek ev pirtûk ji aliyê pisporên
zimanevanî ve bê xwendin û li ser rawestin. Lê
di baweriya min de, îro em ê nikaribin zimanekî
standard ji van hersê zaravan çêbikin, çikû her
yek ji wan bixwe zimanek e, çi soranî be, çi
kurmancî be yan jî zarê zazakî be û bêguman ev
rastiyeke berz e ku em nikarin jê bazdin.
Di dema sedsaliya bihûrî de, netenê gunehê
kurdên başûr bû xwendin û nivîsandina bi tîpên
erebî, jiber ku ingilîzan bixwe di sala 1918ê de
zarê soranî biwan tîpên erebî kir zimanê kurdan
ê fermî û rê li pêşiya rewşenbîriya kurdî bi
alîkariya M. Soanê îngilîzî vekir, yê ku pispor
bû di zimanê kurdî û farisî de û gelek pirtûkên
wî di vî warî de hebûn. Wî bixwe serperiştiya
hin rojnamên kurdî dikir weke ( Têgiştinî rastî
) li Silêmaniyê û ta ku hin ayatên Quranê jî bi
rengekî pir xurt û zanistî wergerandibûn zimanê
kurdî. Helbet wan jî (Îngilîzan) ew armancên xwe
yên siyasî di vê rêyê de pêktanîn û propagendeke
xurt di nav kurdan de belav dikirin li dijî
tirkan û elmanan, yên ku hevkar bûn di şerê
cîhanê ê yekemîn de. Sedemekî din jî hebû, yê ku
divegere xurtbûna bajarê Silêmanîyê bi Ş. Mehmûd
Hefîd ve û pêwendiyên wî bi ingilîzan re û
pêwîstiya piştevaniya kurdan ji wan re. Pey wê
re, çespandina zimanê kurdî di dewleta Îraqê de
di peymana 1958an de û di adara 1970ê e, dîsa bi
şêweyekî fermî. Lê di vê dema nû de û piştî dora
15 sal ji jiyaneke serbixwe û azad di vî parçeyê
Kurdistanê de, em tu hêviyên hewildana guhertina
bi aliyê tîpên latînî de nabînin.
Bi rastî ev dibe sedemek ku qelş û cudabûnek
bikeve nava parçên din ji Kurdistanê, nexasim ku
gelê kurd bi hejmareke mezin, tîpên erebî
nasnake, loma ev dibe dîwarek li pêşiya wê
stratîjiya yekbûna hestên netewî, çikû nikarin
berhemên vî beşê azad bixwênin û têbighêjin,
jibilî ku ew zarav bixwe li ser wan giran e. Ez
bixwe di vir de weke pêşniyar dibînim ku dest bi
xwendin û nivîsandina bi tîpên latînî ji temenê
5 salî de bibe û berdewam bike bi jor de ta ku
bingiheke rast ji vî zimanî re bê danîn, tevlî
ku wê gelek astengî jî derkevin, çikû her tişt
li dibistan û zankoyan bi tîpên erebî hatine
çapkirin. Lê ev dimîne hewildanek di rêya rast
de. Dîsa jî em dibêjin ku nivîsandina bi tîpên
latînî xurtbûn û nûjeniye bo zimanê kurdî û
gerek e miletê me yê kurd li başûr, nemaze
xwediyên zarê soranî, ticarî nekevin wan sawîr û
gumanan ku zimanê wan wê winda bibe yan wê bê
bişaftin eger xwe biguhêzin tîpên latînî.
Hin caran, gava mirov derbasî malên kurdan dibe,
tu dibînî ku li kenalên erebî meyze dikin, em
dibêjine wan: çima hûn li televîziyona kurdî
nanerin? Ya rastî we divê, axaftin hemû bi zarê
soranî ye û em jê fam nakin, kurmancî gelekî di
wan de kêm e û me divê ku pirtir bibe. Bi rastî
pirseke giring xwe tîne ziman û divê ku bi
berpirsiyarî li ser bê rawestin û bi sîngeke
fereh û bi hestên kurdayetî em çarekê jêre
bibînin, jiber ku jibilî vî zimanê mediya kurdî,
zarê kurmancî jî heye, yê ku pareke mezin ji
milletê kurd pê diaxive, lê îro roj hîn cihê xwe
yê xuristî di mediya kurdî de negirtiye û ev
zaravê şahîk û hesanî hîn xweşik nehatiye
bihîstin û naskirin. Divê ku em bi nerîneke
rêyal vê rewşê çareser bikin û hemû zarav cihê
wan di televîziyonên kurdî de hebe, çikû kurd
bixwe neteweke xwedî pirzar e û ev tiştekî
normal e di hemû zimanên cîhanê de û nabe ku
guhdan tenê bi zaravekî bê kirin û em yên din
bavêjin jiber ku ev zengînbûna ziman e. Û eger
em li pey vê şaşîtiyê herin, emê çi karibin
bêjin miletê kurd yê ku bi zarê zazakî diaxive????
Em berê wî bikûve didin? Jiber ku hin dixwazin
wan dûrî netewa wan a kurdî bixin û divê em
beşdarî vî karê şaş nebin û li dijî van
nakukiyan rawestin û ew stûna zimanevanî divê ku
bimêne di nav miletê kurd de û bibe rêçik û
rêbaz bona yekbûna wî û ev bixwe dibe ji erkê
mediya kurdî û rola wê ya serekî di serrastkirin
û belavbûna zimanê kurdî bi hemû zaravên wî ve.
Helbet ev têbînî û rexnên biratî dikevin bin
siya xewnên kurdan yên paşerojê, di avakirina
welatekî azad û serbixwe, yê ku pêwîstî bi
bingeheke zimanevanî rast heye, yê ku guh nade
sînorên dagîrkeran û wê yekîtiya hestên kurdî
xurt dike û piştevanî di nav miletê kurd de
bêtir dibe û ta radeyekê jî bingeha guhertinê û
vedana wî beşê azad zûtir belav dibe.
Ne tenê têbîniyên me li ser televîziyonên başûr
hene, lê em dibînin ku ev pirsgirêkeke mezin e
di nav beşekî pir ji kurdan de ye û hemû gazinan
jê dikin, tevlî ku kenalek bixwe heye bi zarê
kurmancî ye (Rojtv) û kêmasiyê jî naxê aliyê
zaravên din de, lê di wir de jî ne hertişt weke
ku kurd dixwazin pêk tê. Gazin di aliyê wan de
jî hene weke ziman, çikû fêrbûna şaş ji zimanê
kurdî re di rêya medyayê re, wê zimanekî xwar
derbixe, nexasim gava ku ristên wan zimanên
biyanî yekser bên wergerandin bo kurdî.
Êdî ew taybetmendiya zimanê bavûkalan namêne û
zimanê me şêweyeke mêkanîkî distîne. Wek nimûne,
em karin hin nimûneyan di warê vê guhestina
mêkanîkî ji ristan re bidin:
- Rewşa Hewayê: ya ku ji tirkî hatiye ( hava
dorumu)
- Roj Baş: ne tenê ji tirkî hatiye, lê silav
bixwe şaş tê gotin, çikû dem
her û her wê xweş be, ne wê baş be. Em karin
bêjin ev zilam baş e, lê nexweş e û helbet eva
ha wê ji rojê re newê gotin, lê roj û şeva me wê
xweş bin, ne wê baş bin, weke ku Zinar Mistefa
jî di gotara xwe de di govara Pirsê ya di bin
navê “Silava te dibe şaş ku tu bibêjî: dema we
bibe baş” de dabû xuyakirin. Gelek nimûneyên din
jî hene em karin di babetin din de li ser
rawestin, lê ne tenê wergerandina gotinan e, ta
bilêvkirina zar û gotinan hişk û ziwa weke
zimanê biyanî tê û ew eksênta kurdî têde nîne,
weke ku mirov ristên kurdî bi tirkî bixwêne!!!
Loma pêwîst e ku pisporên ziman di Rojtv de, li
ser van xalan rawestin û çareser bikin, çikû
axaftina bi Tirkî li cem beşekî baş ji miletê me
yê Kurdistana Tirkiyê, hîn di wê mentelîtê de ye
ku meznayî û şaristanî ye. Lewra li her welatên
cîhanê, pispor û zimanzan her û her li wî zimanê
hesanî digerin, ta ku tevlî nûjeniyê bibin û em
kurd jî pêwîst e bi zimanekî nerm û hesanî, wek
rêziman û wek rênivîs jî. Û ev tişta ha bêtir di
zarê kurmancî de xuya dibe, neku em ji nirxê
zarê din kêm dikin yan jî em jê hez nakin, nexêr
hemû zaravên kurdî liber dilê me şêrîn in, lê ev
rastiyeke xwe tîne ziman û pêwîst e ku diyar
bibe. Nekû ez pesnê zaravê kurmancî didim, lê
xwezî ev zimanê xweş hatiba bihîstin weke ku li
Kurdistana Rojava û hin deverên din ji welatê me
pê tê axaftin, nexasim li wan gund û deverên ku
hîn ziman li wan xurû kurdî ye û gelek peyvên
erebî tevlî nebûne û wan parçên din jî lêguhdarî
kiribana û zanîbana bê çi zimanekî hesan û
xuristiye weke zimanê bav û kalan e û dengsazî û
eksênta kurdî çawa têde diyar e. Di vir de em
bangekê li hemû kurdên derveyî welat dikin ku
îro roj pêwîstiyeke me ya mezin heye bi
televiziyonekê jibo parçê rojava, ta ku ev ziman
bê naskirin û bihîstin û em jî tevlî bizava
mediya kurdî bibin û rola xwe di warê pêşketina
ziman û çanda kurdî de bileyzin û pirsgirêka xwe
weke pirseke siyasî ji her kesî re diyarkin û ew
rewşa civakî û kelepurê vê herêmê bête naskirin.
Bêguman, eger ev daxwaz pêk were, em ê gavin
mezin bavêjin di rewşa kurdên rojava de, çi ji
aliyê ziman ve be û çi ji aliyê siyasî ve be. Ev
têbîniyên ku me dane xuyanîkirin, rastiyêk e û
yek ji wan pirsên giring û jîndar in di bizava
zimanê kurdî de û divê ku pilanên çareserkirinê
jêre bên danîn, çikû ziman stûnê serekî ye bo
hebûn û berdewamkirina netewa kurdî, ku xwe bi
hemû şert û mercên netewî diyar dike weke hemû
miletên cîhanê.
--------------------------------------------------------
Jêder:
- Rênivîsa peyva kurdî di navbera likan û
nelikan de ( Berzo Mehmûd ).
- Kurdistan di salên cenga cîhanê ya yekemîn de
( Dr. Kemal Ehmed Mezher ).
- Zinar Mistefa, govara Pirs, hejmara 21-22
|
|