Wednesday, 27 June 2007 23:36

 




Xwendinek Êzdiyane di bîranîna salvegera
koçkirina pakrewanê rêça pak û bijwên
xwedêjêrazî M.M.Al-Xeznewî de



bi bîranîna salvegera yekemîn ya şehîdkirina xwedêjêrazî Şêx Mihemed Mehşûq Al-Xeznewî, pakrewanê mirovhes û giyanpak, em êzîdiyên rojavayê Kurdistanê di riya KOMELA KANIYA SIPÎ YA REWŞENBÎRI Û CIVAKÎ de, di vê bîranîna dilêş de, ji hemî hêzên demukratîxwaz û aşîtîxwaz re û bi tayîbet ji miletê Kurd re, dibêjin:
bila ciyê şêxê me buheşt be,
bila serê malbata wî sax be,
bila çira şêxê me her û her bi ruhnî be,
bila peyva wî ya pak û bijwên her û her li jor be,
bila cibe û şaşikên wî bê xwedî nemînin,

Em bi hêztirîn û bijwêntirîn hestên xwe tevlî êşa we dibin û dibêjin ev jan û
( serbilindî) ya me ye jî.
Şehîdkirina xwedêjêrazî Al-xeznewî di baweriya me de, bû qûnaxeke guhertin û xweguherînê di pêvajoka tevgera siyasî ya kurdî de di rojavayê kurdistanê de.

Ji wisa bêtir em bawer dikin ku xwedêjêrazî dikarîbû bi wê xîtaba xwe ya siyasî ya pir wêrek û eşkere û bi wê mîkanizma xwe ya hizrî ya pir alî û vekirî,
sînorên xîtaba tevgera siyasî ya kurdî derbas bike û her weha derbaskirina wê xîtaba isûlî yekalî û teng ya ku tenê dikare li xwe guhdarî bike û derdora xwe hemiyê û kesên ne li gor nerîna wan bi xwedênenasiyê tewanbar bike.

Ji bo me weku êzîdi şehîdkirina xwedêjêrazî Al-xeznewî ziyaneke pir mezin bû, kuştina Xeznewî hewldana kuştina organationeke hizrî giştî û avakirî li ser bingehên, bihevrejiyan û hevûdin qebûlkirin û rêz girtin ji bo hemî deng û rengan bû.
Hêjayî gotinê ye ku xwedêjêrazî di gelek ciyan de digot:
Hebûna êzîdiyan û dirkênî bi hebûna nasnemeya Êzdiyatiyê weku oleke xwedêparêz, weku kevintirîn oleke kurdî, yek ji hîmên damezrandina kurdistaneke serbixwe û azad e.

Ji ber vê hindê em dibêjin, baştirîn û bi rûmetirîn xwedîlêderketin û bîranîn ji vê qulpa har re ( kuştina şehîd Al-xeznewî re ) ew e ku em hewil bidin ku em van bermayên wî yên hizrî, siyasî û olî biparêzin û zengîntir bikin, daku em bişên bêtir xizmeta mirovanetiyê bikin.

Bi vê bîranîna dilêş, em dozê li hemî damûdezgeyên berpirsiyar dikin ku bi erkên xwe yên pêdivî rabin û wan destên bi qirêj û xwînrêj yên ku dirêjî jiyana
Şêx M.M.Alxeznewî bûn wan pêşkêşî dadegehan bikin û bûyer ji raya giştî re
bête eşkerekirin û ji ber ku yê me em di wê baweriyê de ne ku dadvanî di Sûryayê de ne serbixwe ye, ji ber vê hindê em doz dikin li damûdezgehên yasayî û mafnasî yên herêmê û yên navnetewî ku komîteyekê hilbijêrin û vî erkî deynê ser mile xwe û li vê pirsê xwedî derkeve û hemî tiştên bi bûyerê ve girêdayî ji raya giştî re bêne zelalkirin û eşkerekirin.

Her weha em hêvî dikin ji hemî kesên ku Şêx M.M.Al-xeznewî nas dikirin ku şêx bibe simola hizra serbixwe û azad û li ser bingeha vê hizir û boçûnê danûstandinê bi hemi reng û dengên komelgeha Sûryayê re bête kirin.




KOMELA KANIYA SIPÎ YA REŞENBÎRI Û CIVAKÎ
Elmanya 01.06.2006







 




 




 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE