| |
Vedengiya Kongira Brokselê (Kelmis)
û helwestek bêalî
Hêmin Kurdaxî
02. 06. 06
Gotina ku ev demeke dirêj e tê zimên, ew e ku
dibêje, tevgera kurd tirsonek e, pêçî di nav de
hene, ango girêdayî rêjîmê ye... ev nêrîn û
dîtin û hêdima hin ciwanmêran bawer kiriye û li
gor vê têghêjtinê an jî dixwazin wa têbighêjin,
gotin û danûstandinan dikin, li gor vê baweriyê
jî ji tevgerê ve nêzîk dibin.
Gotina hêja Şêrguh Ebbas bi beşê Kurdî ê radioya
Emerîka re û di hin malperan de jî belav bû, ku
tê de Hevbendî û Bera Kurd tirsonek û girêdayî
dibîne, girêdan û newêrekbûna van herdu hêzan û
yên din jî, wek sedem ji nebeşdariya wan ji
kongirê Kelmis- Brokselê re dibîne, lê mixabin
vedengiya vê têghîştinê bi hêz di mejiyê hin
kesan de heye û di nav beşdarên kongirê de jî
hebû, bêtirî carekê di kongirê de hate gotin ku
rewşa tevgerê li hundir awerte ye ji ber wê
nikarîn amade bibin, ji ber ditirsin; helwestin
weha qels didin, ew ne çalak in û ne jî ji
çalakiyan hez dikin û xêzine sor hene nikarin
derbas bikin...
Ev paşxaneya ramiyarî, mirovan berve hin
pisgirêkan dikşîne hin pirsan dadixe holê,
dihêle mirov bide dûv hin têgehan daku rê û
qurzîkan li pêşiya xwe zelal û ronahî bike, daku
mirov karibe tengtir bike, divê em hinek pirsan
bikin û herkes li gorî xwe bersivê bide, em
dikanin weha şîrove bikin; Tevgerek tirsok û
newêrek dikane miletekî wêrek pêşkêş bike,
pîvanên wêrekî û newêrekiyê çi ne, armanc çi ye
ku hin dixwazin baweriya gel bi tevgerê nehêlin,
bi vê armancê çi pêk tê û li dawiya dawî kî sûdê
ji va xireciran werdigre?... Gava herkes li gorî
xwe van pirsan bibersivîne dê bi asanî têbighe
ku pirsgirêkên me çi ne.
Bê dudilî ez dikanim bêjim ku sedema nehatina
van hêzan, ne jiber tirsê ye, ne jî, wêrekiya
wan kesan û hêzan ji ên hatine beşdarî
konfiransê bûne hindiktirin, ne jî ku ev hêz ji
xebata wêrek dûr in, ew di nav gelê xwe de ne,
ew bi gelê xwe re birçî dibin, bi gelê xwe re
jana bêpariyê dikişînin bi destên xwe şehîdên
xwe vedişêrin, ji keskê wan ta zerê wan û hemû
rengên wan ew tev wêrek û xebatkar in, grîng e
mirov van rastiyan bêje, li hember zêdegaviyan
bêdeng nemîne û vê tevgerê bi gunehên ku
nekirine tewanbar neke, lê nexweşiyên vê tevgerê
hene divên bên derman kirin, ji ber vê jî ev
tevger ji hêza xwe ve perçe ye qels e.
Di nêrîna min de ev nêzîkbûn û têgehek şaş e, ji
ber, eger rast be, tevgera me girêdayî û
tirsonek be çima em wan vexwendeyî konfransan
dikin!! eger ew - Tevger serûber - nûnertiya gel
nake - çima ew bi rawestandina serhildan an
bûyerên 12 Avdara 2004ê tên gunehbarkirin!!
dîsan jî çima ev tevgera bi dijberiya viyana gel
û dûrketina wan ji daxwazên gel tewanbar dibe!!?
Lê di vê derê de çi heye; newekhevdîtin,
newekhevtêghijtin heye, ew jî li her welatekî çê
dibe, di nav her gelekî pêşketî an paşketî de rû
dide, bi raya min em kurd (bi şêweyekî tevayî)
eger ne bicarekê be, lê bi kêmayî, em baş
nizanin bi vê xalê re bidin û bistînin, em
nizanin ne wek hev bin û rêzê ji hev re bigirin,
di piraniya caran de me ji dêvla dijminê xwe ve
şerê hevudu kiriye, , me hev talan kiriye, me
hev şerpeze kiriye, me hev kuştiye, îro jî, li
gor dema nûjen û pêşketî em bi çekine pir klasîk
û avêtî û jibermayî em berê xwe didin hev û
destên xwe bi tenî dikin û di rûye hev didin, ji
ber ku em cudahîyê nakin navbera cêwaziya
nêrînan ji aliyê siyasî, ramyarî ve, em dikanin
zû-zû hev tewanbar û biçûk bikin û pûç bikin û
bi kaxizine pir erzan hev bişewtînin.
Bêguman kesên amadekarên konfransê kurd in,
dilêş in, welatparêz in, ew jî xwedî nêrîn in,
ti kes nikare tersî van gotinan piştrast bike,
eger gumanên hin kesan bi belge hene ji kerema
xwe re bila diyar bikin, ne pirsên vekirî ku
kesayetiyên mirovan birîndar dikin, di hin
malper û koçkan de bînin ziman . Ji ber vê jî
mirov hewce nabîne ku hin nûnerên tevgerê
derkevin û pirsên weha bikin: Ew çi kes in..
lawên kê ne û bavên wan kî ne... kî li paş û li
pêş wan in, gelo ne wekheviya nêrînan bi van
gotinan tê pejirandin!!!? an, bi çanda
guman-pêkirinê û biçûkkirinê, diyalog û çareserî
dibe?? Ez dibînim ev jî rengekî ji têrora
ramyarî ye, ango rêgirtin e, nedayîna derfetan
e. Helbet her kes bavekî wan heye, ji dayîkekê
bûye û bêguman xûşik û biryayên wan jî hene, ew
dikanin dilêşê gelê xwe bin.
Di rastiyê de, em gazinan ji hev dikin gel û
kesyatiyên serbixwe (bêalî) ji alîkî ve û tevger
ji alîkî din ve, ew jî tiştekî serûştî ye, rewşa
gelê me û bindestiya me û hovîtiya û pêlankirina
teliheviyan ji aliyê rêjîma sûrî ve, ev kavil û
tabloyê heyî afirandiye, di nêrîna min de wê
hîna bêtir konfrans bêne çêkirin û komîte werin
damezrandin, îro li Brokselê bû siba dê li
Parîsê be rojek din dê li Hewlêrê be, dê li
Mosko û Athîna be, lê ev tev de dê bimînin
hewldanin hêja, dibe piştgirî ji revenda me ya
kurd li derve ji van hewldanan re bê dayîn û em
pê re bin an jî eger ne pê re bin, em wê çaxê
divên rêzgirtin ji liv û lebata van kesan re
bigirin, lê di baweriya min de nabe berdêla
Kongrê Qamşloyê an jî yê Kobanî û Efrînê, lê ev
hewldanên hêja gavine li ser wê rêyê ne, dê li
ser xaka xwe ya serûştî berhem bidin.
|
|