| |
Xalê min şêx Maşûq, birayê min Mihemed Weyso
Ferhad Ehmê
Nuha ku ez pêrgî xwîna we dibim,
Xalo,
Keko,
Dilê xwe yê bi xunava giyanê miletekî sêdarkirî
stirayî li ber piyên we radixînim..
Nuha we stêr û gerdûnan bilêv dikim û dilê xwe
ji piyên we re bi berbû û xêlî dikim..
Xwîna we tavên baraneke bengîn li biyabanên
beyhûdeyiya me dibarîne...
**
Destê kekê min bernede xalo, lêvên wî fêrî
hûnandina zimanê Qurana nimêja sibeha te nebûne...
destê wî bernede û ji meya kevnar ya işqa xwe bi
ser bişirîna birînên laşê wî yê reyhan de
birijîne...
Mihemedê min şermîn e xaloo...
Mihemedê min piyalek mîna lêvên te bengîn e
xaloo,
wî li biyabanan nêçîra xewnên hov ên zalim û
kedxwaran nehêle xaloo..
Em çel melyon hawar in xalo...
çel melyon birînên neaxaftî di cegerê sirûda
kenê pirtûka te ya pêşwext in..
Min bi sîtava ximava wêrek ya pelên tîrêjên
mizgefta işqa xwe biguvêşe, da çîrokê ji te û
kekê xwe re binehwirînim...
Em zarokên taxê ne..
Li hêviya siya berçavka te dimînin xalo can...
Ferhad xalo.. Ferhadê hîn berî te bi gav û
serhildanekê çêjna seferbelika destên xwînmijan
dîtibû, îsal ku sînorên mirinê te ji
bidarvekirina dastana koça wî dibirin,
sirûda wî bê awaz,
gula wî bê gulav
û Nesrîna wî bê lorîna kesk û sor û zer dima..
Diya min... xwîşka te ye xaloo
Hewşa mala me dikir bişrînek...
Xalê min şêx Beşîr... xaloo
Di rojiya mehan de.. li hêviya reşê “ereq –sûsa”
wî dimînim... firekê dide min, dilop bi dilop
rojiya bavê xwe pê bidawî dikim...
Ez zarok im xaloo..
Pêpelûk bi pêpelûk bi incîla te ve hildiperikim..
De min laliş bi laliş, tewrat bi tewart û newroz
bi newroz ji çel melyon dilopên xwîna xwe ya
jiyanbarîn re bilêv bike û min tifeke
derya-mezin di serûçavên qatilan de biçîne,
xalooo..
***
Ez ê çawa gulava xewnên te yên brîndar binoşim
birayê min...
Mihemedê min,
Tu xewn û xewn
gelawêj û gelawêj dinuqutî biskên şeva min
De ka bêje min kekê min... dê çawa te di xeyalên
neqaş û nîgarkêşan de mohrek rengîn bibêjim....
bêje min û min çel milyon buhar li peravên
bêbextiya lal a gornebaşên gewdeyên hevirmêşî
yên xewnên dayik û birayên min bêhn bike
bibişkivîne
û gulîstan û derya bihejmêre .
Şkestî, lê giyan hîn aşiq û bengîn têm dîwana te....
Ez ê rihê xwe tîp bi tîp û henas bi henas bi
bêgunehiya birîna te û çavnêriya hezar û yek
yarên te yên kurd ên bengîn û omîdgerm binoşim..
***
Gustîlkên we bi ser zimanê xwe ê li ber sirûda
we lal de dinuqutînim û li ber siya gunehên xwe
ve xilmaş dibim, da we dîsan di xewna xwe de
tewaf bikim...
---------------------------------------------------
Mihemed Weyso: Xortek kurd
ji Kobanê bû. Di 19 saliya xwe de, jiber ku kurd
bû di dema qedandina leşkeriya Sûriyê de ji hêla
efser û serbazên ereb ve ta mirinê hate
işkencekirin.
|
|