rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

                                                         23
1Ê HIZÊRANÊ

Kujer berbi rexên kuştinê ve tên Şêxê mino!
Mîratgirên kuştinê ji zikê jiyanê derdikevin û çavên jiyanê dirijînin..
Gerdûnê kor dikin…
Kujer wek yacûc û macûcan hildiperikin dîwarên xewnê,
serçavk û maskên xwe bi hevûdû diguherînin,
celad û serbirên xwe bi bend û ayetên xwînê dipesinînin Şêxê mino!
Kujer li gulên aşiqan digerin û hîverona dilan bi guleyên dilbijînê dikujin Şêxê mino!
Li wê wira qedexe ya rewanbêjiya keskê te,
te ji kenarên sirûdê re digot:
Ez dê eza te ya dilsoj û xelwetgeha te ya sermedî bim.
Ez dê Xeznewî û henasa Xeznayê û pasvanê zemîna tî bim.
Ez dê destnivîsa axê û gotinên avê û agirekî seyr û ebedî bim.

Min li wê wira qedexe,
rîhanên Qamişlokê bi dilovaniya dengê te av didan
û min bi çavên xwe kevokên kesk ên ku ji cubeyê te difiriyan didîtin
hêdî hêdî li pêjna kenê te yê nerm digeriyam, seranserî şevê navê şehîdan dihejmêrim, ji xwe direvim û berbi nalînê ve diçim, berzûrî vê spêdeya te ya reşgirêdayî dibim..
gulên miriyan ji ser gorê davêjim..
Qidûr Beg dev li lêvên xwe dike..
Ev goristan walatê te ye Şêxê mino!
Pîranê kal sirûda xwe ji te re vedihûna û di tîşkên rojê de wenda dibû..
Ev goristan welatê min e, tu ji kêlên çiyê re vedibêjî û tu di kula min de wenda dibî..
Velerzîn bi laşê sînoran û bi sengerên berbeyaniyê diket..
Darên behîvan ji lêvên te dinuqutîn û Xanoyê Lepzêrîn ewrên xwe berbi te ve dajotin..
Te dilê xwe û keçên xama yên Dimdimê li bin tîrên baranê dihiştin û tu berbi helbesta ewran ve diçûyî..
Min jî dilê xwe û dilê Amûda xwe di bazbenda qederê de vedişartin û berbi darbesta xwe ve diçûm.
Te ji min re digot:
Ehmedo! Va ez gotinên xwe yên birçî li tenişta nisrîna dilê te dihêlim.
Va ez ronahiya kuştî dispêrim jena kuştî ya giyanê te.
Li rexê din Şêxê mino!
Xanoyê te li daristanê dinêrî, daristanê xwe li ber tîna bîranînan rût dikir,
Balinde ji tiliyên wî berbi cubeyê te ve difiriyan û di hêlîna xewna te de dihêwirîn..
Xano ji te re digot de bilezîne Şêxê mino daku em di wê binefşa xemgîn de bihilin û di wê gulgenima keskîn de xwe nas bikin!
Ev goristan welatê min e!!
Tu bi şîrê şêrê azadiya derengmayî têyî bişaftin û min jî di tozê de dibestînî..
Dergehan li deryaçeyên xwe veke
Goristanên xwe li pey xwe berbi berfa afsaneyê ve rakişîne
Kêlîkên xwe ji herikînê birevîne û kêlîka metirsiyê bi gefên kêlîkê bitirsîne..
Serdema ku li derdora te serkêşiya oxirê dike, ji oxirê direve û di mehrebaniya serdemê de dixeniqe.
Palpişta xwe li pişta dûmana gumana me bialîne û li me gişan mikur were, li me gişan ji dengvedana bakurê çekur were, werîsên xwe ji gewriya me û rehagiriya xwe bê poşmanî bi dar veke...
Welatkî ji me re hilbijêre..
Zimanekî ji me re hilbijêre..
Û me jî di kuştarên sorgulan de wek sorekî rijyayî hibijêre..

Ev goristan welatê min e!
Xwe ji serdan û salvegeran re amade bikin,
Rûpelên xwe ji rengvedana mirinê re amade bikin,
Bîrên xwe ji toza kuştinê daweşînin
Nîçîra xeyala xwe ya şêlû bikin,
Û serê daristanê bi barana axînên xwe bişon
Di navbera jidayikbûn û mirinê de pêşwaziya goristanan bikin,
Kêlan bi keskê oxirê bixemilînin,
Û wan rondikan ji kevirên di çavên we de
di nehwirînê de vêxînin
û ji nisrîna daristanê re bibêjin:
berz bike
bilind bike
Ev goristan welatê Şêxê me ye!
Ev goristan welatê min e!


 

 

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE