rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Bizava parastina zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê xurtir dibe: Roja jidayikbûna Celadet Bedirxan bû cejna maomstayên zimanê kurdî
 

Amadekirin: Mehmûd Badilî 

Bi helkeftina zayîna mamostayê mezin û navdar Mîr Celadet Alî Bedirxan û di bin vê hêmaya bedew de ( cejna mamostaên zimanê kurdî ), komcivîneke taybet li bajarê Hisiçayê hate li darxistin. Gelek nivîskar û helbestvan beşdarî vê komcivînê bûn, çi yên amadebûn û çi yên bi dengê xwe di rêya telefonê re hest û helwestên xwe şirove kirin.

Di destpêkê de pêşkêşê komcivînê helbestvan Sêfedîn Qadirî xwest ku em kêlîkê li ser canê nemir Celadet û canên hemû pakrewanên Kurdistanê û bi taybetî yên 12 adarê rawestin.

Piştre helbestek xwend û hinekî li ser zextên ku li zimanê kurdî dibin peyivî û got:

"tevî qedexekirina ziman û tunebûna dibistanên kurdî, milletê kurd zimanê xwe parast û mamostaên ziman her yek ji layê xwe ve bi rola xwe rabûn û hîn ev kar berdewam e". Dûvre rê da mamostaên ku amadebûne ta hestên xwe binerxînin.

                                       

















M.Osman - S.Qadirî - I.Xelîl – X.Umer – H.Me'mê

Mamosta Miş’elê Osman (bavê Nisrîn) bi vê peyvê beşdarbû:
Roja 26.04 roja zayîna yekemîn mamostaê zimanê kurdî mîr Celadet Alî Bedirxan e jiber vê ev roj bû "cejna mamostaên zimanê kurdî " û em dibêjin cejna hemû mamostayên zimanê kurdî li her derê pîroz be.
Nuha emê hindekî bi kurtî li ser jiyana mîr Celadet rawestin:

Mîr Celadet Alî Bedirxan

Berî "113" buharan wek îro di 26.04.1893 an de li bajarê Stenbolê zanyarê zimanê kurdî mîr Celadet hate ser ruwê gerdûnê. Piştî şerê Bedirxaniyan li hemberî sultan Ebdulhemîd Celadet tevlî malbata xwe bo Yemenê hate sirgun kirin.

Zarotiya xwe li Stenbolê qedand piştre ji bo xwendina parêzeriyê çû Elmanyayê. Di cenga cîhanî ya yekemîn de beşdarbû. Dema şoreşa şêx Seîdê Pîran vêket dev ji xwendinê berda û gihişte şoreşê. Ew di damezirandina komela (Ittihad û Tereqî) li Stenbolê beşdarbû, piştre vegerîya Elmanyayê û bawernameya parêzeriyê stand. Piştre jiber nexweşiya bavê xwe çû Qahîrayê û di pey re di 05.10.1927an de çû Libnanê û bi hinek rewşenbîrên kurd re komela "Xoybûn"ê damezirand . Gava serhildana Agirî gur û geşbû bi hinek kurdên pêşketî re di şoreşê de beşdarbû. Piştî têkçûna şoreşê çûn Îranê û jiber ku serê xwe ji Şah re ne tewand Şah berdayê, êdî ji wir çû Îraqê, piştre di1930 de vegerîya Şamê û dest bi xebata rewşenbîrî kir û rojnameya yekemîn bi tîpên latînî bi navê (Hawar) di navbera salên 1932-1943 derxist. Hêjayî gotinê ye ku wî ev govar bi pereyên xwe derdixist ta gihaşt astekê ku alavê xwe yê malê bifiroşe. Celadet ji bilî zimanê xwe yê zikmakî bi ingilîzî, firensî, elmanî, tirkî, yûnanî, rûsî, farisî û erebî dizanîbû.

Celadet hem wêjevan û zimannasekî mezin û hem xebatkar û welatparêzekî pêşketî bû. Dema wî Hawar û Ronahî derdixist nivîskarên kurd pirr kêm bûn û millet di xebata ziman de negihiştî bû . Celadet ew valahî di bin gelek navnasînan de dadigirt û hin ji navnasînên wî ev in: C.A.B, Herekolê Azîzan, Mîrê Botan, Bavê Cemşîd, Seydayê Gerok.

Ji bilî xwedîtî û berpirsyarîya Hawar û Ronahîyê, hin berhemên wî yên din hene, ji wan:
-Elifbêya kurdî
-Rêzimana kurdî
-Ferhenga kurdî-firensî (neçapkirî ye)
-Ferhenga kurdî – kurdî  (neçapkirî ye)
-Dîbaca nivêjên êzîdiyan
-Dîbaca mewlida pêxember
-Mektûb ji Mistefa Kemal paşa re
-Ji mesela Kurdistanê .


Dûvre mamosta Mehmûd Badilî bi vê peyvê beşdarî komcivînê bû:
Gelî rewşenbîr û nivîskar û xewndevanên kurd:
Cejna we û cejna hemû mamostayên zimanê kurdî pîroz be.

Bê guman îro rojeke pîroz e, rojek ku cihekî wê ê pirr bilind û gewre di dilê her mirovekî kurd de ye.
Weke îro di 26 ê meha nîsana sala 1893 an de, mamosta û zimanzanê kurd û kurdayetiyê yê herî mezin û gewre Mîr Celadet Emîn Alî Bedirxan li bajarê Stenbolê ji dayik bû.

Vê roja han barekî pirr mezin li mil û pişt û dil û can û hişê Mîr Celadet kir, vêca pêdiviye ku em jî mamosta û rewşenbîr û xewndevan û hemû miletê kurd vê rojê binerxînin û pêwestiyekê li gor xebat û têkoşîna ku hat kirin ji layê Mîr Celadet û lê vegerînin, belku ew ne li benda mebe jî, lê hêviyek wî hebû li dunyayê ji miletê wî, ku zarokên kurd yên paşerojê fêrî zimanê xwe bibin. Û di baweriya min de ew nifşê ku Celadet ji bo wan hawar dikir û Hawara xwe bi xwêdana eniya xwe û pariyê devê zarokên xwe diweşand, ew nifş di dema îro de em bi xwe ne, hemû nivîskar û helbestvan û rewşenbîrên îro şagirtê mamostayê mezin Celadet Bedirxan in.
Vêca pêwîst e ku em roja 26 ê nîsanê bikin cejna mamostayyên zimanê kurdî li Kurdistanê û li her deverên kurd lê dijîn û peydadibin.

-          Bikurtî jiyana Mîr Celadet Bedirxan

Bê guman mîr Celadet gelek êş û kul û xem û jarî di jiyana xwe de dît û kişand, wek yekî ku li ser eniya wî hatibe nivîsandin û ev yek bi xwe ji destpêka zayîna wî tê xuyakirin ku bi êş û astengî û dijwarî xwedêdana wî çû serî, ta roja ku têde serê xwe danî û çû dilovaniya xwedê, ta mirina wî jî cuda bû ji rengê mirina kesên dîtir. Ew bîra ku bi destê xwe kolabû ta xwe û zarokên xwe pê xwedî bike, bû sedema mirina wî, digel ku ev jî ne daxwaza wîbû, ango tu caran ne dixwest ku serê xwe ji mirineke wisa re deyne, lê qedera wî bû ku bi vî rengî se'et nehê sibehê, di 15 ê tîrmeha sala 1951 ê de li gundê Hêcanê li Şamê konê xwe ji nav konan bar ke.

Jiyana mîr Celadet Bedirxan ta yek bixwaze mişt e bi dan û kar û xebat û canfîdakirina di ber ziman û miletê kurd de.

Doza kurd û Kurdistanê tu caran ji bîra xwe ne diavêt û her dima daxwazeke rojane di dil û hest û hişê wî de. Mirovekî zimanparêz û welatperwer û şoreşger bû, evîna welat di xwîn û damarên dilê wî de rehên xwe kûr berdabûn xwarê.

Li gor xwendina me ji pêvajoya jiyana mîr Celadet û xebata wî em dibînin bê çawa guhdaye ziman û fêrebûn û parastina ziman, guhdaye xwendin û zanîn û rewşenbîriya kurdî bi tevayî.

Celadet xewndina xwe li Elmaniya li zanîngeha Laybizig kiriye. Wî sala 1925 an beşê huqûqê qedand, piştre çû Misrê, hinekî lê ma û di pey re çû Libnanê, dûvre Şamê û ji wir hatiye Cizîra kurdan li Sûrî. Dema şoreşa Agirî vêket ew û birayê xwe Kamîran ji Cizîrê xwe li sînor xistin û beşdarî şoreşê bûn. Dema şoreş şikest Celadet berê xwe da Îranê, li wir pêrgî şah Behlewî bû, alîkarî bo kurdan jê xwest, lê Şah daxwaza wî bi cî ne anî, piştre çû Iraqê, çend rojan li wir qedand, dûvre berê xwe da Şamê û ji 25/ 11/ 1931ê ve lê cî girt.

Li gor mişextî û rêwengiya ji dewletekê ta dewletekê tê xuyakirin ku mîr Celadet cî nedigirt. Herweha ew wek yekî ku destê xwe ji wê yekê şuştibe ku hemû dewlet, di nav wan de jî herdû dewletên mezin Firansa û Birîtaniya alîkariya wî, ango ya kurdan bikin tê xuya kirin. Îca hêviya wî di avakirina Kurdistaneke rizgarkirî û serbixwe jiber kelkela berjewendiyên herdû dewletên mezin û têkiliyên wan bi desthilatdarên di bin destê wan de ji alîkî ve û ji aliyê din ve paşketina miletê kurd û hevrikiya di navbera hoz û kesayetiya kurdan de (di wê demê de) hat birrîn.

Vêca mîr Celadet bi jîrbûn û nêrînên xwe yên dûr û berfireh dît ku hîç çare nîne ku milletê kurd şiyar û serbilind bike û nas kir ku ji bilî xwendin û zanînê tu tişt tune ku wî ji vê paşketin û malwêrankirinê rizgar bike. Wî herweha dît ku divê fêrbûna ziman gava pêşîn be di vî warî de, lewra bi dengekî bilind kir hawar û got : Ziman hebûn e û ji millet xwest ku li zimanê xwe xwedî derkeve. Fêrbûna ziman mirov zana dike û zanebûn mirov pêşdixe û pêşkevtin bingeha şaristaniya mirovatiyê ye.

Jiber vê yekê mîr Celadet gava pêşîn avêt dema di sala 1919 an de bingeha elifbeya kurdî danî û piştî ku sêzdeh salan tê de xebitî di sala 1932 an de bi dawî kir. Dûvre bi weşandina govarekê ve ta dengê xwe û dengê zanînê bigihîne milletê xwe. Di 15 meha gulana 1932 an de, li bajarê Şamê hejmara yekemîn ji ( Hawarê ) weşand û elifebeya xwe di her şeş hejmarên pêşîn de belav kir. Wî 57 hejmar ji Hawarê weşand,

Di nîsana 1942 an de hejmara yekemîn ji govara Ronahî weşand û ta  eylûla sala 1944 an berdewam kir. Di 15 Adara 1945 an de dîsa ji nûve hat weşandin û piştre bi carekê rawestiya.

Celadet di her warê rewşenbîriyê de nivîsiye: metelok, efsane, çîroka kin, helbest, gotar, ferheng, siyaset, civakî û rêziman.

Celadet bi xwe sala 1935 an li dibistana Sina'a li Şamê mamostayyî jî kiriye û sala 1939 an karê parêzeriyê jî kiriye.

                                         


















Ibrahîm Ebdî – M.Badilî

Piştî xwendina vê peyvê hunermend Bavê Mîdiya du stiran ji bexçeyê stiranên hunermend Mihemed Şêxo li ser guhê  beşdaran weşand.
 
Dûvre mamosta Ibrahîm Ebdî (bavê Şêrînê) bi vê peyvê beşdarbû:

       "ziman hîmê bingehîn e "

                          (C.A.B)

Zimanzanan gelek danasîn dane ziman wek:
- Ziman alavê dan û standinê ye
- Ziman amanê ramana ye
- Ziman hêmaneke serekî ye di çêkirina neteweyan de

Giringîya ziman jiber vê tê.
Di cîhanê de (2796) zimanê serbixwe li ser (7000-8000) zaravav têne parvekirin.

Zimanê kurdî yek ji zimanên serbixwe ye û ji malbata zimanên Hindo-ewropî

ji koma zimanên îranî ye. Dema gotina îranî tê gotin gelek kes tê digihêjin ku îranî farisî ye lê ne wisa ye, jiber ku îranî gelek zimanan di bin sîya xwe de dicivîne wek farisî, kurdî, bilûşî, tacîkî, efxanî...td

Zimanê kurdî wek gelek zimanên dîtir li ser hindek zaravên serekî hatiye parvekirin û her zaravek li ser çend zaravên navçeyî ên biçûk hatiye belavkirin.

Zaravên zimanê kurdî

Zimannasan zimanê kurdî li ser sê - çar zaravên serekî beşkirine:

1-Kurmancî: Ev zarav bi xwe li ser du beşan hatiye belavkirin

*kurmancî ya jorîn (Behdînanî, Botanî, Hekarî, Bayzîdî, Aşîtî).

*kurmancî ya jêrîn (Soranî, Mokrî, Sinindicî, Sulêmanî).


2-Kermenşahî: Ew jî li ser sê beşan hatiye (Kilhorî, Lekî, Piştkohî).

3-Goranî: Ew jî li ser van zaravên navçeyî beşbûye (Hewramî, Zengene, Bacilanî).

4-Zazakî: Zaravekî serbixwe ye.

Weku çilo zimanê  firansî, îtalî, ispanî di bingeha xwe de zaravên zimanê latînî bûn, lê piştre bûne zimanin serbixwe, wisa jî heger em çareyekê di warê nêzîkbûna zaravan de nekin di baweriya min de di paşerojê de ê her zaravek ji zimanê kurdî bibe zimanekî serbixwe, ji lewra ji hemû kesên dilêşê zimanê kurdî û kesên di warê ziman de dixebitin û mijûldibin tê xwestin zimanekî toreyî wêjeyî hevbeş peydabikin û ji dezgehan tê xwestin ku koreyên zanistî di warê çêkirina ferhengek berfireh û hevbeş ku hemû zaravan bicivîne ji bo nêzîk kirina wan, damezirînin.

Dîsa şevbuhêrk berdewambû û vê carê mamosta Mehmûdê Sebrî li ser ziman û zaravên zimanê kurdî axivî û kêfxweşiya xwe di der barê gênc û xort û keçan de da xuyakirin ku guhdidin ziman û xwe fêrî ziman dikin û got:

"Celadet xebatek pirr mezin û hêja ji bo zimanê kurdî kiriye û tîpên latînî pirr gincaw in bo zimanê me û em hêvî dikin ku kurdên me hemû bi tîpên latînî berhemên xwe binivîsînin".

Mamosta Rêwî li ser xebata mîr Celadet di warê ziman û rojnamevaniyê de axivî û got: "Milletên li nivîsandin û pirtûkên Şekspîr dinerîn mîna pirtûkên asîmanî û bi rengekî peristî lê dinêrîn. Serokê Firansayê Franswa Mîtêran di ger û seyranên xwe de li hindirê welat û ji derveyî welat, herdem du-sê pirtûkên pêmaya milletê firansî di torbeyê wî de bûn û herdem pesindarbû bi tore û dîroka firansî. Di dîroka ereban de serdemin têne zanîn bi serdema al-Cahiz û Ebûl 'elaa. Ma çima li cem me nayê nasîn bi serdema Celadet û serdema Cegerxwîn? Çimkî ev mirov ne kêmî wan in. Hinek dibêjin bandora guhertina elifbeya tirkan li ser Celadet hebû çimkî tirkan ya xwe di sala 1927 an de guhertine û Celadet di sala 1932 an de damezirandiye û di govara Hawarê de weşandiye. Lê Celadet daye xuyakirin ku ji sala 1919 an de dema ew û Mêcer noêl (yê ingilîzî) li çiyayên Meletyayê kelepora kurdî didan hev  wî bi tîpên latînî dinivîsand û min bi tîpê erebî dinivîsand, dema em dihatin me dixwend min didît xwendina wî ji ya min dirusttir e, wê çaxê min biryar stand ku ez elifbeyeke kurdî bi tîpên latînî damezirînim.

Mamosta Ibrahîm Xelîl li ser giringiya fêrebûna ziman axivî û got: "mirovê ku zimanê xwe biparêze wek hebsiyê ku kilîta deriyê zindana wî di dest wî de be. Divê em di vê roja pîroz de mamostayê mezin Ereb Şemo jibîrnekin ku ewî di serê sedsaliya bîstan de û li gor daxwaza Partiya Komonist ya Sovyaêtê elifbeyeke bo zimanê kurdî danî ".
Dûvre amadekarê komcivînê xewst bêtir ev şevbuhêrik berfireh bibe, ji bo vê yekê hinek ragihandin ji mamostayên li derveyî bajarê Hesekê di rêya telefonan re wergirtin, wisa mamosta Yûsifê Berazî (Bêbuhar) ji Serê Kaniyê li ser telefonê beşdarî komcivîna me bû û li ser pêwîstiya hînbûna ziman axivî û got:

"Çawa çivîk û kevok û ajel û hemû afirandî û mirovên dunyayê bi zimanê xwe dipeyivin, ji mafê me ye jî ku em bi zimanê xwe bi peyivin".
Piştre mamosta Dehham Ebdilfettah li ser telefonê ji bajarê Amûdê, çêla xebata Bedirxaniyan bi berfirehî di warê şoreş û ziman û rewşenbîriyê de kir. Dûvre mamosta Xalid Mihemed ji bajarê Qamişlo li ser komcivîna ku li Qamişlo çêbû û li ser giringiya perwerdekirina mamostayan peyivî û got:

"Celadet gaveke pîroz avêt, ji me tê xwestin ku em jî bê tirs li ser gava ku hat avêtin berdewam bikin".

Dîsa di rêya telefonê re ji bajarê Qamişlo mamosta Berzo Mehmûd bi kurtî li ser pêşxistina ziman û pêwîstiya fêrbûna ziman peyivî. Dûvre mamosta Konê reş ev roja bi rûmet pîroz kir û li ser jiyana mîr Celadet peyivî û got:

"Digel perîşaniya malbata Bedirxaiyan û nemaze dema bavê Celadet Emîn Alî Bediran ji layê desthilata tirkî sirgûnî Stenbolê bû û dûrî millet û welatê xwe ketin. Lê Emîn Alî bi jîrbûna xwe zimanê dayikê parsat û zarokên xwe fêrî zimanê zikmakî û gelek zimanên dîtir jî kirin ".

Piştî van ragihandinên ku hatin kirin, helbestvan Xalid Umer helbestek bedew diyarî rewanê mîr Celadet kir û helbestvan Hisên Me'mê jî helbesteke bedew xwend.
Hemû nivîskar û helbestvênên ku beşdarî vê komcivînê bûn cejna mamostayên zimanê kurdî pîroz kirin û teva rûmetiya vê rojê bi hestin naz û tenik nerxandin û dîtin ku ji mafê mamostayên kurdî ye jî ku cejna wan hebe jiber gelek astengî û kelem di warê fêrbûna ziman û di warê nivîsandin û belavkirina berhemên xwe de di rêya xwe de dîtin, ku ta roja îro jî hîn ev astengî hene, jiber qedexekirina ziman û ne peydabûna dezgeh û dibistanên kurdî.

                                              

 



 











mamosta: Rêwî – M.Sebrî

Di dawiya şevbuhêrkê de, hemû mamostayên amade bibûn bi çend pirtûk û CD ji layê mamosta Meş'elê Osman hatin rêzgirtin.
Em jî ji hêla xwe spasiya wî dikin ku ev komcivîn amade kir.

Bi dengê hunermend Bavê Mîdiya û çend stiranên hunermendê mizin Mihemed Şêxo şevbuhêrk hate xemilandin û bidawîbû.                                                      

                                hunermend Ferhan bavê Mîdya

 

 

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE