rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Têljeniya kurdî

Melevan Resûl
Di salvegera darvekirina şehîdê nemir Qazî Muhemed de pêwîstî bi gotinê Heye da ku em bêjin : Xwenaskirin tê wateya xwendina rast ji dîrokê re û fêrbûna ji bûyerên dema borî re, da ku dawî li azaran were û jiyana mirovan bikeve ezmûnekî rizgariyê û xwe aza bike ji şaşî û çewtiyên birînên kûr di mêjoya gelan de, ji lew dibe bingihek bi hêz ji bonî xwehilavêtina di ser birînên bi êş re û qizinckirina sûdên netewî, ta asta pêçana birînên hilgirtî û vekirina rûpelek nuh di jiyana gel de, ew hêvî xwesteka hemû çînên netewî ye.
Di hizra min de, bi kêmanî di rojhilata navîn de - û ev rastiyek dîrokî ye – ku tu miletan wekî miletê Kurd li ber xwe nedane, çendî arîşe û bobelat bi ser de hatine, wan hêlaye ku giyanê rapervaniyê li cem wî xurt û bi hêz be, ji lewre herdemî di nava şer û wêranê de maye, ango şer û şervanî bûye çîroka wî ya rojane, bi xwedêdana nifşên wî re dibe cot û cêwî, ji ber encama ne aramiya herêmê û bi taybet kurdistanê, deriyên avadankirinê girtî mane yan rêya xwe nedîtiye, ji serdema Mediya ve hatiye birîn, her çendî mîrnişênên kurd karîne di demên xwe de hinek gavên ber bi çav bavêjin, lê ew bi têra hêvî û omîdên miletekî gerden azad nekirine, ji wê serdemê ta wekî roja îro miletê Kurd bi hêviya avakirina welatekî azad dijî, her çendî derfetên dîrokî hatin û di ser me re borîn, bê ku em sûde jê werbigirin ji encama xwendina şaş ji pingavên demî re, tevî ku hinek hewldanên şermoker rûdan û derfeta qizinckirina hinek bercewendiyan pêkhatin, lê wekî xwenek zaroktiyê, bi şevaqa sibehê re ji sawîr û sewdanên me firîn, hemî tiştên ber bi hêvî li ber ba ketin, bi taybet di çar yekê dawî ji çerxê borî de, pîkolî û bindestiya sînor nenas bû mîvanê welatê me, li ber çavên cîhana bercewendîparêz miletê me nola keriyên bê xudan dihate kirîn û firotin, miletê Kurd bi hêvî bû ku rojek were heta bi sitranek kurdî ji îzgeyekî bibihîze, mora qedexeyê li ber çavê cîhana pêşverû li milet û welatê me hatibû dan, lê qet tu kesî ne dost û ne hevalan pêça xwe nedan bê dadiya cîhana mirovnenas, em bi xwe jî wekî gel ketin pêşbirka xwereşkirin û hilandinê ji ser rûyê zemîna her kes tê de dibû xudanê nav û nîşanan, hêviya miletê Kurd ew bû da rojek were û deskeftan ber xwe bixe, heger di quncek dawî de nûçeyek bê nirx li ser kurdan bihate nivîsandin, lê ew dibû çîroka devê xelkê bi rojan, her çendî tevgera kurdistanî bênavber xebata xwe ranewestand, lê nixumandina hemî tiştên bi welatê me ve girêdayî bi destên derdoran hatibû dorpêçkirin, mîna gorkirina doza miletekî, der dor heman raman û fikir bûn, bi taybet di demê şerê sar de, li bîra min tê dema em sîpe bûn, me hêvî dikir ku tevlî xebata ramyarî bibin, me ew jî kir, lê bi têra hêvî û daxwazan nekir, ji ber tengbûna asta ramanên partiyetî bû, bi aydiylojiyên bêberhem em ketibûn pêşbirka windakirina doza kurdî, nola xefka li ber milet hatî vedan, bi lingên me partîzanan de teqiya û em bûne dîlê ramanên bêhude.
Mixabin sal di ser salan re borîn û cîhan kete qunaxeke din de, gerdûn ber bi gilobalîzmê de diçe, lê hîna em di wan ramanên ketî de dijîn, her çendî nav û diruşmeyên me hatine guhartin, lê hîn tevgera me di bin bandora ramanên rizî de dijî, pêwîst bû ku hestê Kurdewariyê xurt û geş bibe û sînorên partiyetî bêne derbaskirin, bi giyanekî berpirs bi tekoşîn, ji vê diyardeya kirêt re mînak pir in, nimûne ji xebata herçar parçeyên kurdistanê hene, wekî omîdekê bû ku rojekê miletê Kurd li Bakurî Kurdistanê rabe ser piyan û xebatê bike, lê em ne li benda wê bûn ku piraniya tevgera kurdî çavê xwe ji wê xebatê bigire û dijberyê li hember bike, dîsa hêvî bû ku rojek were da Başûrê Kuristanê ji kîmiyabaranê û cinosîdê rizgar bibe û mafê xwe bi dest xwe ve bîne, lê hêvî nebû ku bercewediyên kesane li pêşberî keda bi salan li parçeyên din mandel bibe, cara yekem bû Başûrê Rojava serî hilda û dakete kolanan, koka rijîmê hejand, lê hêvî nedikir ku tevgera wî dûrî armanca serîhildanê bibe û bi hesabên partiyetî texepaş bibe û erkên xwe biparêze da bersiva dengê kolana kurdî bide, her çendî gotin giran e lê rastiya me ev e, li
bîra me tîne dema em piçûk bûn, hinga mêvanek yan dostekî bavê me dihate mêvandariyê û dixwest tevzan bike, ji me re digot : kî sixêfan ji bavê xwe re bide ez ê peran pê bidim, heger heskirina peran ji ya bavê pêtir heba, me sixêf dikirin bavê xwe û mêvan ji xwe re dikeniya, lê tişta balkêş ew e ku ew kesên ji me dixwazin ku em sixêf û dijûnan ji miletê xwe re bidin, ne mêvan in û ne dostên bavê me ne ,

31-3-2006



 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE