rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Rûbar
Ehmed Xursî
diyarî bo Ferhad Ehmê




Rûbaro...
xweziya min bi dilê te
bêhedan diherikî
gelo nawestî ..?
tî nabî..?
hogirî wêneyekî
xwiristî nabî
çi teba yî tu..?

ji kama xwe nagere
ne evîna dar û geliyan
wî ji rê bir
û ne vegirtina gezmaxa
liser baskên wî
dikarîbûn wî hûrdemekê
ji armanca wî ragirin
çi kam e..?
çi armanc..?
 

 

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE