rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Evîn û Derew

Cankurd

Roj bi roj
Li wî çav kir
Her bi hesreta dîtina wî bû
Wan çavên reş û tijî evîn
..û wan simbêlên
bi ser lêvên wî de daketîne..
Deh rojan li wî çavkir..
Dema hat û di ber wê re çû
Ji şermînê rûyê xwe ji wî bada
….û çavêd xwe damirandin.

* **


"Ewê navbera du dilan biherifîne
Ciyê xwe li dûjehê pêda dike…"
Dema Qumsî Beko wilo bihîstiye
Di ber xwe de keniya û got:
"- Ji xwe ciyekî vala li dûjehê nema ye…"

* * *

Hefteyekê li ber nînikê rûnişt
û xwe xemiland…
Dawiyê dest avêt kerta vexwendinê
" Dewat paş hefteyek dî ye…"

* * *


Di navbera wan de soz û peyman bû
Sûnda giran bû
Dê bi hev re bijîn an bi hev re bimirin..
Salek di ser evîna wan re çû
Bi sozekî nû
…û bi hezar sûndên nû…
Evîndarekî nû
Ji wê re pêda bû…

* * *

Hefteyekê li ber nînikê rûnişt
…û xwe xemiland..
Dawiyê dest avêt kerta vexwendinê
"Dewat paş hefteyek dî ye."

* * *

Dibêjin:
"Tûrikê derewkaran kunkirî ye
Lê gava tûrik vala be
Ma wê çi jê birije?."

* * *

Zava gote mele:
"- Tu ji dûr ve hatî, tu westiyayî…
Hema tu çi dixwazî bixwaze…"
Mele bi nermî lê vegerand:
"- Tu sax bî, tu sax bî..
Tenê em ciyêd xwe bi hev biguhêrin!."

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE