|
Zekeriya mistefa
bimîne …
di nav xewnên xwe de
ta ku ez bimînim
di nav bêdengiya xwe de
ta ku ez kanibim
ji bêdengiya xwe
xwe ji mirinê peydakim
bi hêviyên dînan
û bihna destan
bi bîranînan te windakim
bimîne …
di nav girîyê xwe de
ta ku ez kanibim
ji hêstrên baranê
sînoran …
welatan …
goristanan …
û bi gurzek gul
xwe di nav sîngê te de windakim
lê… pir zû
pir zû
te windakir sozên
bi baranê re
bi axê re
bi dû çavên winda re
bi dû çavên winda re …
vaye …
sersala baranê hat
vaye
sersala baranê hat
û tu mayî wek xwedayekî
serxweş di nav xewnan de
vaye
sersala baranê hat
lê… ne tim wê baran
bi ken bê ji bo te
rezgartopee@hotmail.com
|