|
Şengul Ogur
BAKURÊ DILÊ MIN
Bayê kur! li bakurê dilê min
sirûda barkirinê lêdide
.............!
û em bar dikin, ji cizireke botan
di bin pira yafes re
li dû me;
sîtavkên heyva xemgir
li ser sînga diclê govenda bêxwedîtiyê digirin
Bayê kur! li bakurê dilê min
sirûda barkirinê lêdide
............!
û em bardikin, ji nisêbineke rengîn
di girê mîra re
di ser pira pakrewanan re
li dû me;
qamişlokê bi qire qir e
çirûskên arê newrozekê
êgir berdidin cendekên xwe
...........!
û em dibin biyanî, benî
di beyaniyên bi birîn de
nahewînin me bajarên dirinde
û em kulan difiroşin
di zembîlan de
di kolanên genî, kuçeyên alule
û di bazarên guran de
kilên kulkirî ê ji çavên jinên bi qurnefil
di eciqin di bin paletên debabeyan de
û em bar dikin ji bakurê dilê xwe
ZAGONA ZIKMAKÎ
Belav ke, libên tizbiyên ku
tim li te bûn bela
ji sedûyek bavê tirsê bêminet be
veke, devê birînên xwe î bi dirî
bi derba tifinga kurmancî
berde, tîpên berî yek bi yek
ji lûleya dirêj:bîranînên zingarî, bêtirs
bizingîne zinaran bi zimanê zemanê xwe
bi zagona zikmakî
|