|
Ji Weşanên Yeketiya Nivîskarên Kurd – Duhok, Hejmar 41

Bîst sal û êvarek
Romana nivîskarê kurd Sebrî Silêvanî ya nû di 22.12.2005ê de ji
aliyê Yeketiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê ve derket.
- Navê Pirtûkê: Bîst sal û êvarek
- Roman
- Nivîskar: Sebrî Silêvanî
- Kevalê Bergî: Viyan Sora
- Berg û derhênana hunerî: Îsam Hecî Tahir
- Tîraj: 750
- Çapa yekê 2005
- Çapxaneya Hawar – Duhok
- Jimareya Sipardinê li rêveberiya pirtûkxaneya giştî li Hewlêrê:
708 sala 2005ê.
Li
ser bergê dawiyê yê romanê vê nivîsarê bixwîne:
Li gel beniyan li ber dergehê nangehê di noreya nanî de, ji bo
wergirtina sê sewkan bo hersê danan radiwestim heta ku diqerimim,
gêj dibim û digindirim. Tenê pirjên xwînê û pêlavan dibînim, dunya
hemû dibe pêlav. Nizanim, serê min di nava pêlavan de dizivire yan
pêlav li dor serê min dizivirin? Kesên xêrdar berî ku xêrê bikin
awiran diberdin kelexê min heta ku xwîna min diherike û berî ku zuha
bibim, gunnehên xwe dixefirînin û bêhûde hewl didin ku sitûnên min
yên şikestî li bin xîveta bendemanê bivedin. Paşî, ew xwe dûr
digirin û li şûna awiran bi nêrînên hejî zîmar min gemarû didin…
nabêjin min, belê bêhna mestbûna min ji hizrên wan difirre herçende
sipêde ye û ez hêj lexrîn im.
Malperê Sebrî Silêvanî :
www.silevani.com
|