|
Pîremêr
Daphe du Maurier
[Cara yekê hatiye belavkirin: 1973, ji aliyê Lewis Jones ve hatiye
asankirin. Ta sala 1993ê 17 caran hatiye çapkirin]
Wergerandin ji Ingilîzî: Cankurd
22.12.2005
Çi demê ew cara yekê hatibû vir? Naye bîra min. Kesek nizane.
Pîremêr berê li vir bû, gava ez gihame vir. Û ev jî berî çend salan
bû.
Ev ciyekî bedew e. Xasma zire (behir) û gol. Dibe ku ew hatiye vir,
da bireve -wek min - reva ji ber xelkê û bajaran.
Hetanî di destpêkê de jî, ez hizirîm "Pîremêr ji xelkê heznake." Ew
li vir dijiya, li ber golê, û ewa li gel wî bû. Ciyekî wan ê nedîtî
hebû. Bad û baran dihatin, lê ne xema wan bû.
Kesekî zevîkar gote min:" Ji pîremêr ve nêzîk mebe. Eger ew te
nenase, ew ji te hez nake."
Wilo ez bi hajêkirin bervê çûm, û ez bi pîremêr re nepeyivîm. Ji xwe
min bi ziman wî jî nedizanî.
Tê bîra min cara yekemîn min ew dîtiye. Ew li keviya golê bû. Ez li
aliyê dî bûm, li ber zireyê. Wî di ser avê re dinêrî. Ez wilo pêhoş
bûm, ku pêwîst bû tew ez ne li wir bama. Min xwe di paş hormanekê de
veşart. Paş min bi dûrbîna xwe li wî temaşe kir.
Ew kesekî qanat ê gir bû û hêzdar bû. Çi bi hêz û zor bû! Seriyekî
xweşik: Wî wek şahekî rakiribû. Erê – wek şahekî. Qey xûna şahekî
rastîn di govdeyê wî de digeriya? Xûna malbatek şahanî ya kevnar?
Hovbaz, xûnek germ. Ma wê (xûnê) pir caran ew sergerm dikir? Ma bo
vê yekê ew buve "xeter" bû?
Min tenê ew bi dûrbînê berçav dikir. Ma wî dizanî, ku ez li wir im?
Gava wî bi paş ve nêriya, min dîsa xwe xiste paş hormanê. Ma wî ez
dîtim?
Diyar e ez berçav nekirim. Ew nermnerm bi dûrket, vegeriya çû mala
xwe û ba jina xwe.
Min ewa di roja yekemîn de nedîtibû, lê min ewana paşê bi hev re
dîtin. Bi hev re hatibûn zireyê û hinek masî girtibûn. Ewan
vedigeriyan golê gava min ewana dîtin. Ew di pêşiyê de bû, bêguman.
Ewa jî (xanima wî) hêdî hêdî û nazdar. Ne wek wî asê bû.
Ez li ser zinaran rûniştim û min li wan temaşe kir. "Dibe ku pîremêr
dixwaze raweste û ji wê bixwaze, ku ew here mal." Ez wilo hizirîm. "
Dibe jî ew dakeve û ber bi min bê. Çi niha? Rast ez nizanim. Ezê
rabim ser xwe û berken bibim. Ezê biramînim, û ezê bibêjim:"Beyanî
baş" û biçim. Ez bawer nakim ewê tiştekî bike. Ewê bi çavên nedîd û
zirav li min temaşe bike, lê ewê min ranewestîne."
Paş wê yekê, ez her li xarê, li ser qûmê an li ser zinaran bûm.
Zivistan û havînê, ewan jîna xwe ya nenas û asan dijiyan. Carina
masî di golê de digirin, û carina di zireyê de. Carina ewan diçûn
bajarê biçûk ê li ber zireyê, û li gemîkan temaşe dikirin.
Tiştek diyar bû- wî ji wê hezdikir, û wê jî ji wî hezdikir.
Wî carina ewa li mal dihêşt, û dûr diçû bo masiyan bigire. Gava
hercar êvar dibû, ewa dadiket zireyê. Wê dikarî wî ji dûr ve di rê
de bibîne. Ew rasterast ber bi wê dihat, û hevdu maç dikirin. Bo vê
yekê min ji wî hez kir.
Tu dipirsî, "malbata wan hebû?." Ha. Erê. Divê ez ji te re hewaldim
li ser tiştekî nebaş, ku qewimî ye û kesek ji min pê ve pê nizane.
Dibe ku bûyerek ji ber xwe bû. Sedased ez nizanim.
Erê, malbata wî hebû – sê dot û kurekî. Ewan tev li ciyê berê, li
ber golê dijiyan. Min bêtir ji dota ciwantir hez dikir. Ew tenê
tiştekî biçûk bû. Min navek dayê – Tiny. Di sibeyek xweş de, ew
dadiket golê di pêşiya yên dî de. Ew xûnxweş û şirîn bû.
Min navek da kur jî – Boy. Ew ji gişan mestir bû, lê bi rast bêhiş
bû. Tiştek rast û dirist nedikir, û ne wek bavê xwe yê jîr bû.
Carina keçik bi tenê dilîstin, lê Boy na. Ew li mal dima, li ba
dayika xwe, ew rast wek kurikekî bû.
Min ji xwe re kiribû kar, ku ez hêzingan li ber golê bicivînim, û
min li wan temaşe dikir. Carina ewan giş bi hev re diçûn nav zireyê
bo masîvaniyê. Pîremêr bêguman her berpirs bû, û Tiny harîkariya wî
dikir. Lê belê Boy- hêdîka, Boyê bêhiş – her li dawiyê bû.
Dem derbas bû, û biçûk mezin bûn, bi zûkî Boy ji pîremêr girtir bû.
Hema ox, cîyawaz! Ne hêza bavê wî li ser hebû û ne jî jîrbûna wî.
Wek encam, ez hizirîm, ku pîremêr ji ber ve şerm dikir. Boy wilo baş
li mal jî kar nedikir. Ez vê baş dizanim. Ew wilo bêhiş bû, ku
nedikarî asantir ji keçikan masiyan bigire. Heger dayika wî li wir
ba, ew tenê li tenişta wî dima.
Pîremêr bi wê ne dilşad bû. Min dikarî ev bidîta. Ew xeyidî bû ji
ber ku Boy wilo girs û bêhiş bû. Pir xeyidî bû.
Dawî jî ew bûyer pêkhat.
Rojekê di dawiya payîzê de bû. Dema min hewna dîtine, min hinek
xwarin li bajêrkê dikirrî. Pîremêr, jina wî, hersê keç, û Boy. Ewan
tev ber Pontê hildikişîn – avpijka ku av ji wê tê xwarê û dadikeve
diçe zireyê. Li wir li Pontê tenê çend mal hene, û zevîdariyek û
dêrek jî di nêz wir de ye.
Famîle "malbat" taze û pak dixuya. Min got, ku dibe ewan diçin
serîlêdana dostina. Min carek dî ewan nedîtin, wa paşnîvroja xweşika
Şemiyê.
Roja dî, bayekî tund di ser golê re bi ser me de hat: Bahozek bi
xeyd ji rojhilat ve. Ez di mal de mam, û ez bi carekê derneketim. Ez
heyirîm, ku çawa pîremêr bi malbata xwe ve hîn li Pontê bi dostên
xwe re maye.
Sêşem bû, dema bahoz teva bûye, û ez dîsa ber bi zireyê daketim. Zêt
û parçeyên textên şikestî li her derekê, li ser qûmê belav bûbûn.
Hergav wilo ye paşku bahoz ji aliyê rojhilat ve hiltê. Min di ber
golê re ber bi ciyê pîremêr ve nêriya. Ew li wir bû, ewa "jina wî"
jî bi wî re bû, li keviya golê. Lê min nedikarî ciwanan bibînim.
Ez hizirîm, ku tiştekî ne dirist heye, û min li mayîyê malbatê
çavkir "întîzar kir". Ew hîç nehat. Ez di dora golê re çûm aliyê dî,
û min dîsa ji wir da bi dûrbîna xwe nêriya. Ewan tew ne li wir bûn.
Pîremêr di wan derana re digeriya û jina wî xwe da bû ber royê. Ewên
dî li ku ne? Ma di bahozê de bûyerek bi seriyê wan hat? Na..Eger
pevketinek çêbû ba, wê kesekî bidîta. Ewan hîn li Pontê, li gel
dostan in. Ewan çûbûn tatîlê, an jî dûr çûbûn li kar digerin.
Ez xemgîn bûm.
Min carek dî keçik nedîtin. Hîç ez hizirîm, pîremêr ewan giş
derkirine. Reş dixuya, lê dibe jî bo wan wilo çêtir bû.
Bêhişiya Boy têra vegera wî dikir. Paş sê hefteyan, ez di ber kaniyê
re, di nav daran re diborîm, di navbera min û ciyê pîremêr lê rêyek
dirêj hebû, û yê pêşîn, ku min dîtiye, Boy bû.
Wî tiştek ne dikir. Ew tenê li wir, li ber avê rawestiya bû û wilo
bêhiş dinêriye. Wî di ser golê re dinêriye, ber bi pîremêr, û ew
tirsiya bû. Min xwast, ku bibêjim:"Çi heye?." lê ez tenê li wir
rawestiyam, wek Boy.
Paşê pîremêr seriyê xwe livand û boy dît. Ew wek bayê bi keviya golê
de firiya. Ber bi Boy lezkir, û ezê hîç ji bîr nekim. Ew çavsorbûyî
dixuya. Ew seriyê hêja niha xeyidî bû, buve bûbû, û ew diqêriya.
Boy li ciyekî geriya, ku xwe veşêre, tenê geyayê bilind li keviya
golê hebû. Ew ewqas bêhiş bû, ku çû nav wir. Ji wî ye, ku di wir de
tişt pê nayê. Boy gir bû wek pîremêr, lê ew tirsonek bû, nedikanî
şerbike. Min dizanî. Wî tew nedikanî.
Ez tirsiya bûm. Min biryar da, ku pêwîste ez pîremêr rawestînim, lê
belê ez ne mêrekî wêrekim. Ma dil di sîngê min de hebû? Lê ew ji
nişka ve rawestiya. Min bihîst, ku ew tiştekî bi xeyd dibêje. Tiştin
nebaş. Paşê ew jê qeriya û bi paş ve zivirî.
Ez rawestiyam, lê tiştek nebû. Gava bû tarî ez çûm mal.
Roja dî, ez dîsa daketim çûm ber golê. Min bi xwe re çoyekî mezin
bir, ku wêrekiyê bide min.
Û Boy li wir bû, dîsa di tenişta dayika xwe de. Ez xweşiyar bûm.
Roj derbas bûn, û Boy nêzîk dayika xwe rawestiya bû. Pîremêr ne wek
berê û ne dilşad dixuya, êdî bi tenê xwe li ber zireyê dinişt û di
ser avê re dûr dinêrî. Min ji wê yekê heznekir. Niha hemî tişt bo
wan hatiye guhartin. Ew tenha bû, û jina wî li gel Boy bi serê xwe
radiwestiyan. Êdî tirsê ez girtim. Tiştek î nedirist bûye. Tiştek wê
bibe.
Bi şev baranek giran lêkir, û roja dî rojek xulîrengî û sar bû. Çile
"Dêsember" di ser golê re wek ewirekî hatibû rêxistin. Di paş
nîvroya zirav de, ro wek pereyekî zer di avê de dixuya.
Min dît, ku pîremêr û jina wî li nêzîka ciyê xwe bûn, wan bi aliyê
min de nêriyan, lê tiştek negotin. Boy ne li wir bû, û ew ne li ber
avê jî bû. Ez di ber keviya rastê yê golê re çûm. Dûrbîna min jî bi
min re bû, lê min nekanî Boy bibînim.
Paşê min ew dît, û di ber kenarê re ez ber bi wî ve beziyam. Ew di
nav geyayê bilind de dirêj bûbû.
Ew mirî bû.
Birînek kûr li govdeyê wî hebû. Xûna zuwa li ser pişta wî hebû. Ew
teviya şevê li wir dirêjkirî mabû û laşê wî ji baranê şil bûbû.
Dibe, tu bihizirî, ku ez bêhişim, lê min dest bi girî kir. Min bi
aliyê pîremêr ve qêrî kir,"Te ew kuşt, te ew kuşt!." Wî bersiv neda.
Xwe tew nelivand. Ew li wir tev jina rawestiya bû, û li min temaşe
dikir.
Ez bi şûn ve çûm û min tevşûyek anî, û min gorek ji Boy re kola, di
nav geyayê hêgin de li ber avê. Gava min teva kir, min di nav golê
re li pîremêr nêriya.
….û min çi dît?
Wî seriyê xwe yê mezin ber bi wê kir, û gihand devê wê. Wê jî seriyê
xwe ber bi wî kir, û ramûsand. Ewan dîsa bi hev re bûn. Azad bûn. Bi
hev re derketin nîvê golê, û ji nişka ve pîremêr ji nav avê bi ezmên
de hilbû, û ewa jî bi pey wî ket. Min temaşe kir çawa wan herdu
firindên sipî û mezin ji nav zireyê difirin. Ewan rast ber bi royê
ve firiyan, û min tiştekî ji wê yekê xweşiktir di teviya jîna xwe de
nedîtibû.
Herdu qaz li wir difirîn, bi tenê, di zivistanê de.
|