|
AYDIN ORAK
Di
sala 1982’ de li Nisêbînê ku girêdayî Mêrdînê ye, hatiye ser rûyê
dinyayê.
Dibistana serete û ya navîn li Nisêbînê diqedîne.
Aniha di ZANINGEHA ANATOLYA- BEŞA CIVAKÎ (Anadolu
Üniversitesi-Sosyal Bilimler Fakültesi)’de perwerdeya xwe berdewam
dike.
Di sala 1997 de dest bi karê Şanoyê dike.
Di sala 2000’an de tevlî Şanoya NÇM (Navenda Çanda Mezopotamya),
dibe. Di çend lîstikên cûr bi cûr de dilîze.
Di lîstika bi navê Prometheusê Zincîrkirî, Kar û Bêkar, Girav
Sala nû Hinek Zû, Rojnivîska Dînekî de lêyîst.
Di film’ê PERWANE û çend rêzefilman de lêyîst. Çend werger û pirtûk
bi navê “Hestên Veşartî” derxistine.
ZAROK
Min zarokek dît
Li zagrosan, li dîroka xwe digeriya
Min zarokek dît
Li birayê xwe yê pişta xetê dinerî
Min zarokek dît
Di qîriya lê, dengê wî nedihate min
Min zarokek dît
Ji bo zaroktîya xwe ya ku qet ne jiyayî digirî
Min zarokek dît
Li ser lîstikên xwe yên ku qet bi wan ne lîstibû digirî
Min zarokek dît
Qet ne dikenî, jiber ku ken jibîr kiribû
Min zarokek dît
Êdî hêstir ne dibariyan ji çavên wî
Min zarokek dît
Di şûna hêstiran de xwîn dihat ji çavê wî
Min zarokek dît
Xwediyê pirsgirêkên balkêş bû, weke min
Min zarokek dît
Digirî lê hêstir ji çavê min dihat
Min zarokek dît
Li ser berfê ling tazî bû, lê min sar bû
Min zarokek dît
Agir bi bedena xwe ve dikir, lê ez dişewitîm
Min zarokek dît
Jiyana wî jiyana min bû,
ji ber ku min xwe di çavê wî zarokî de didît,
Ew çav jî çavê min bû
RAMAN
Min di dilê xwe de
Serhildan veşartî ye
Ezê di hebûna te de
Biteqînim
Da ku jiyana nemayî
Biherikînim
Ser evîna mirî
Da ku ji nû ve şîn bide
Lê bila bê zanîn ku
Jiyana bêwate
Bêserhildan
Bêevîn
Û
Bêzanistî
Tu car qebûl nakim
TÛ Û AMED
Tû û Amed
Sosina birca Amed
Tu ku di nav kevirên bircê
yên bê ax de sosina şîndayî
Ma kî dikare evîna di dilê min de vemirîne
Ma kî dikare Mem û Zîn ji hev veqetîne
Ma kî dikare min û Amed
ji hev dûr bixe
Tu bêje dîwarê bircê
Tu bêje ku evîna di dil de mayî
Were zimên
Ez ku dîwarên birca Amed im
Li ser jiyan didim
Giyan didim
Li ser şer dikim
Can didim ji bo xilaskirina Sosin û tu Amed
AGIR
Tu agirê Zeus î
Ezê te mîna Prometheus
Bidizim û li xwe bipêçim
Ez bi agirê te naşewitim
Jiber ku agirê te min naşewitîne
Ez û agir hevalbendên hev in
Em bêhev nikarin bijîn
Ez bi agir dijîm
Agir jî bi min
Ezê agirê xwe bi heft ava bişom
Û
Ezê têxim hembêza xwe
Lê mixabin
Dagirker û Bekoyan
Agirê min ji min sitandin
Na….! Na….!
Ez agirê xwe nedim we
Ji min pê ve tu kes nikare
Wî hembêz bike
Yên ku wî hembêz bike
Wê wan bişewitîne
Wê wan biperitîne
Wê wan bikuje
HEMÛ DINYA
Ez îro ji dayîkên hemû dinyayê ji dayik bûm
Min şîrê dayikên hemû dinyayê mêht
Min ava hemû deryayan vexwar
Ez bi keleşkofê hemû dinyayê hatime gulebaran
Ez bûyme nexweşê nexweşiyê
Îro ambûlansên hemû dinyayê
Min dibe nexweşxanên hemû dinyayê
Bijîşkên hemû dinyayê min derman dikin
Bi dadgehên hemû dinyayê hatime cezakirin
Bi sêdarên hemû cîhanê hatime darvekirin
Tenê di giyana we de xilasbûm
DESTANA DYROKÊ
Ey …!
Dîcle
û
Ferat
We çend caran
Dîrok
di navbera xwe de
Ji nû ve daye nivîsandin
We çend gel di axa xwe de
mêvan kirine
Wê çend hezar salan
Li ser axa Mezopotamyayê
Şer berdewam bike
Bese êdî axê…
Mirovan tu bin ax dikî
Bi xwîna mirovan kûlîlk têne avdan
Ey …!
Axa Mezopotamyayê
xwedîyê te kî ye ?
Gilgamêşê xweş mêr e ?
Yan Kawayê hesinkar e ?
De bêje
heta kengî tu yê bêdeng bî ?
Kî nehêle li ser axa te şer çêbibe
Ew xwedîyê te ye
Ezê şer bikim ji bo kû şer biqede
Ez nahêlim kû tu xêrnexwaz
Li ser axa te bimînin
Ezê aştiyeke seranser
Li ser axa te çêbikim
Ey …!
Ferat pêşî tu
û
Dîcle li hev werin
Paşê kezîyê xwe yên avê
Berdin ser axa Mezopotamyayê
Ey …!
dîlan,dîlan bigrin
Aştîya av û axê çê bû
Aştîya gûr û miyê çêbû
Dijminatîya hezar salan xilas bû
Şerên di navbera evîndaran de
bi dawî bûn
Aştîya mirov û mirovahîyê çêbû
Ey …!
Mezopotamyayê, min xwedîyê te dît
Xwedîyê te
Aştî
Aştî
Aştî ye…
|