|
Çima tu bi kurdî dinivîsînî
JAN DOST
Berî
sêsed salan Ehmedê Xanî jî ev
pirs ji xwe kir, an ev pirs ji
wî hate kirin!! Wî di Mem û Zînê
de bersiv da û got:
Da xelqi nebêjitin ku Ekrad
Bê meerifetin bê esl û binyad
Enwaê milel xudan kitêb in
Kurmanci tenê di bê hesêb in
Ango: ez bi Kurdî dinivîsim da
ku xelk nebêjin Kurd neteweyeke
dûrî zanistê ne, pirtûkên hemû
milletan hene, yên Kurdan nîn
in!!
Lê bi rastî nivîsîna bi Kurdî li
ba min û di vê demê de ne ji ber
xwesteka ku xelk bibêjin nivîsa
Kurdî jî heye!! Lê li ba min
nivîsandin cûreyek ji cûreyên
jiyanê ye! Nivîsandin pêşberiya
li himber mirinê ye ! û dema
nivîsandin dibe bi kurdî, êdî
dibe wefadariya bi giyan re, bi
hestên derûnî re, wefadariya bi
lorîkên dayika min re û bi
kitekit û girûgalên min re;
zarotiya salên pêşîn ên temenê
min.
Di roja yekem ji zayîna min de,
peyvên bi Kurdî weke çemekî
rewan herikîn, diya min got:
Berxiko û bavê min gote min:
şênoyê min!! Dema hinekî mezin
bûm jî, û dema mamostayên min li
dibistanê ez bi erebî
ditirsandim, li mal bi Kurdî
tirsa min dişikest û dengên
dilovan ên xwişk û birayên min
ez xurt dikirim û bawereiya min
bi min li min vedigerandin.
Zimanê Kurdî zimanê vî giyanê
min ê çelqiyayî ye, zimanê ku
min ew dibihîst hîn ez di zikê
dayika xwe de bûm dema ku bavê
min bi Kurdî ji wê re digot: tu
weke xifşa xezalan î!! Ez jî
heta ku karibim pênûsê bikim
mêvana tiliyên xwe, dê bi evîna
diya xwe û bavê xwe re wefadar
bim.
Bi rastî hinek ji bersiva Ehmedê
Xanî hîn jî bi kêrî me tê, ango
nivîsîna bi Kurdî hinekî tê
wateya pişgiriya vî milletî û vî
zimanî. Nivîsîna bi Kurdî
berxwedan e û bersivdana
dijminên Kurdan e. Her çendî ev
karê wêjeyî mîna meşa li nav
zeviyeke bombekirî ye jî, dîsa
em pê radibin. Parastina zimên,
wefadariya bi giyan re, rastiya
hestan, bidestxistina hefsarê
jiyanê û nêzîkiya bêtir ji
germiya dil re û dupatkirina
rastiya me weke neteweyekî
serbixwe, ev e di nerîna min de
nivîsandina bi Kurdî .
Em ( nivîskarên Kurd) siwarên
pênûsan, dostên stêrkên dawiya
şevê û dûyê cixareyan,
nêçîrvanên tîpên serkêş û peyvên
xwe ji tirsê veşartî, em in
pêxemberên nenas ên vê dema çewt.
Nivîsandina bi kurdî pêwistiyeke
rûhî ye lê çima? Ji vî giyanê ku
tenê bi kurdî vêketiye, bi kurdî
dişewite û dê her bi kurdî
biherike bipirsin!
|