Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane

 

 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:02

Dilyar Dêrikî

 

Ma xwîna min erzan e

Dilyarê Dêrikî

Germbûna hêsirên sibiha sar
di kelaşîna min de..
dengê min û nalînên te
di gewriyan de
destên hejiyayî
ji silavan re
yan destên hejiyayî yên
ji xatiraxweztinan re
bi nermî xwe berdidim kendava cejna goriyan
cejn ji we re ye
û gorî her ez bûm..
û her te bi goriyên min cejnên xwe kirine
gemiyên fînîqiyan min avakirin
ji darberûyên xwe
ji daristana kalê ser kopal
di hinavê kaniya qeşa girtî de
teşiyên ristana duhî min danîn
tevna xwîna min e
kevirên bexçeyên Babel
dîwarek helgurayayî ji odeka min
Hewlêr
ma xwîna min erzan e
ma xwîna min erzan e
ma xwîna min erzan e
de ez ê giriyê Amudê piştî xweliya sar a sînemeyê
ser te bikim
giriyê zêwa ser zarokên
ji dibistanê ne vegriyayî
giriyê bîna sêvên bêbext
di kolanên Helebçeyê de
giriyê…
giriyê….
Û giriyê….
rondik û xwîna min tevlî Avamezin dibe
Avazimzima sor e
meya buhuşta ….
Ji demê ku zimanê min hat birandin
Da ku fêrî zimanê buhuştê bibim
Bi şûrê Qureyşiyan
Ji wê rojê ve
şekirên cejnê ser kêlên ter
belavdikim
û ji nalîna xemê duhî re
bibêjim zerdeştê kal
destê xwe bi serê min de bînê
li ber dilê min bide
zerdeştê kal
min pişta xwe da te
lê tu pişta xwe nedî min
zerdiştê kal………………..
bi tosinî endamên xwe
yên parçe bûyî didim hev
mîrê çiyayê berfê me
perçek ji şalê te dikim
bazbend
û parçek destbendê
ji lindana savayê xwe re
û parçekî pirtûkan wêne
û bi rengînxameyê xwe
ez rûyê te çêbikim ser
dersa dîrokê ji dizî ve
bê ku mamostê zanibe
ser lêvên te bi germî
û bêşermî
nexş dikim matmayiya xwe
erê hema tu xwe sor dikî
û lêvên xwe kenogirî dikî
ser lêvên te dîroka xwe
ya kovî didêrim
erê şahiya revok ..
ma ezê te dagir bikim
bi bindarên şeydayên xwe.
Dilyar ê Dêrikî

 

 

 

                                                                          

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1