|
Avzemên welatê winda
Omer Dilsoz
Ji her deverê avzem dizan.
Her dever tijî av bû.
Di nava keviyên berfê re av diherikî.
Ji nava newalan av diherikî.
Ji kendalan av diherikî.
Ji beyaran av diherikî.
Her dever mişt av bû.
Li hin cihan av wekî marekê hêdîka di nav mêrgan
re diherikî.
Li hin cihan di bin şikêran re diherikî…
Avên pir zelal bûn.
Bijûn bûn ew av wekî rondika çavan.
Sar bûn ew av didanên mirov pê diqerisî.
Xweş bûn ew av wekî şîrê mîhan.
Li dora wan avan,
Li ciheke nihande rûniştibûn hemû hizrên min.
Li nik hev.
Li dora av û avzeman.
Li dora kanî, cuh û cobaran.
Li dora keviyên berfê…
Wekî koza pezî xwe dabûn ser hev.
Difikirîn.
Heye ku kêfa wê demê derdixist.
Lê hizrên min ên cuda cuda li nik hev kom bûbûn
êdî.
Li ser axekê.
Li dor avekê.
Li nik hêviyekê.
Ev cara yekem bû ku hizrên min ew qas nêzî hev
dibûn.
Yekem car bû ku hemû hizrên min di rêgehekê de
radiwestiyan.
Eve ji bo min şoreşeke mezin bû.
Yekem car bû ku ez bûbûm yek parçe.
Yekem car bû ku hemû rayên dilê min ji bo
tiştekê radijenîn;
Ji bo tiştekê û
Bi hev re…
Êdî hev dinasî û hev qebûl dikir hizrên min ên
peregende…
Av di nava spîkên çavên min re diherikî.
Hemû rûbar ji wir dizan;
Ji wê avzema li welatê winda.
Çavên min bûbûn kaniyên avê.
Min li avê dinêrî û
Av di nava min de diherikî.
Tîna avê bi dilovaniya dayikekê rûyê min dialîst.
Min li avê dinêrî û xwe tê de didît.
Ez di nava avê de bûm û
Bi wê re diherikîm û
Her dîsa ew jî di nava min de bû û
Ji çavên min diherikî.
Welatê berze di bin kêlestûnê de hatibû veşartin;
Hemû reng li wir bûn.
Li nava avê…
Hemû reng ji avê dizan û
Di avê de winda dibûn.
“Av jêderka jiyanê” bû
Û jiyan ji avê vedijî.
Ez ligel hizrên xwe bûn li nihandeyeke welatê
berze.
Welatê avê yê ku di nava axê de veşartî.
Welatê avê yê ku di nava çiyayan de nuxaftî.
Welatê avê yê ku di nava beriyên dêm û çolteran
de bêhna xwe vedayî.
Welatê winda yê avê di axê de dihewîne.
Welatê ku av û ax lê dihêwirin û jiyan li ser
şax vedide…
Hizrên min di nava avê de bûn.
Avjenî dikir û
Xwe berdida nava kûrahiya avê.
Avê ew dipêçan.
Av her tiştî dipêçe.
Evîna avê gelekî kûr e
Lê hêrsa wê jî pir dijwar e.
Av ku har bû digire nava xwe her tiştî;
Hemû dar û berdî.
Lê ku avê hez kir jî hembêz dike her tiştî;
Hemû giyanewerî.
Bê av jiyan tuneye.
Bê av evîn tuneye.
Bê av …ax… tuneye.
Bê ax û av hizrên min tune ne.
Bêyî hizran jî ez tune me.
Ez û av bi hev re hene li wî welatê winda.
Ji nava hemû avzemên wê dilê min diza.
Dilê min li nav pêlên avê werbûbû
Û avê ew bi dilovaniya yarekê dihemêzand.
Loma ez kêfxweş bûbûm li dora avzemên welatê
winda.
2004-03- 08/ Amed
|