rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 
 

Kampanya 100 hezar imze dest pê kir

Bo pejirandina fermî a zimanê kurdî li Sûriyê
 


Ji 1 adarê ve kampanya berhevkirina 100 hezar imze dest pê dike. Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve dê van imzeyan li gel belgenameyekê derbarê çewisandina çand û zimanê kurdî li Sûriyê bigihîne dezgehên navnetewî, bi tayebtî jî UNESCO. Kesê/a ku bi imzeya xwe beşdarî vê kampanyayê dibe, dengê xwe bo pejirandina fermî a zimanê kurdî li Sûriyê dide. Ew bi imzeya xwe re doza serbestkirina axaftin, fêrkirin û fêrbûna zimanê kurdî li Sûriyê dike.


Zimanê me hilgirê serekî yê nasnameya me û çepera pêşî ya berevaniya giyanê me yê netewî ye.

Ji bo em nasnameya xwe biparêzin û giyanê me ê netewî têk neçe, beşdarî vê kampanyayê bibin.

Tu bi parastina zimanê xwe, pêşeroja xwe û neteweya xwe diparêzî.

Dengê xwe bide bo parastina peyva kurdî, beşdarî kampanya 100 hezar imze bibe.


Agahdariyên giring

I. JI BO KES Û DEZGEHÊN KU LI HUNDIRÊ SÛRIYÊ NE

Kes û dezgehên ku li Sûriyê ne, dikarin forma berhevkirina imzeyan ji malpera rojava.net çap bikin. Eger hûn li Sûriyê dijîn û hûn dixwazin bi vê kampanyayê re alîkar bin, ji kerema xwe re di rêya e-mail an jî telefonê têkiliyê bi me re bikin.

II. JI BO KES Û DEZGEHÊN LI DERVE

Kes û dezgehên ku li dervî Sûriyê ne û dixwazin beşdarî kampanyayê bibin, bila ji kerema xwe re têkiliyê bi me re bikin û navnîşana xwe ji me re bişînin da em forma berhevkirina imzeyan di rêya postê re ji wan re bişînin.

dikare imze bike?
- Hemû kesên ku temenê wan ji 18 salan û bi jor ve ye dikarin imze bikin û beşdarî kampanyayê bibin

Navê xwe çawa binivîsim?
- Mirov tenê bi navê xwe ê rastî dikare beşdar bibe. Navên hunerî û civakî nayên qebûl kirin. Bi navê xwe ê ku di nasname an passporta te de ye imze bike.

Bi çi zimanî binivîsim?
- Ya herî baş ew e ku tu agehdariyên tên xwestin bi tîpên latînî binvîsî. Kesên ku nizanin bixwînin û binvîsin, dikarin li şûna imzeyê pêça xwe li ser kaxetê bixin.

Forma berhevkirina imzeyan çawa dagirim?
Van hersê cihan dagire
1. NAME: Li vir nav û paşnavê xwe binvîse
2. STATE AND CITY: Li vir navê dewlet û bajarê ku tu niha lê dijî binvîse
3. SIGNATURE: Li vir imze bike

Agehdariyek taybet bo kes û dezgehên ku pişikdariyê di berhevkirina imzeyan dikin:

Ji kerema xwe re li jêra forma berhevkirinê, li cihê ku “Kes an dezgeha berhevkirina imzeyan” hatiye nivîsîn, navê xwe an ê dezgeha xwe (komele) ligel navnîşan, e-mail û nemra telefona xwe/ dezgeha xwe binvîse.



Ji bo têkiliyê


Navnîşan:

C/O: Rashid Hesso
Dwobergerstr. 11
27753 Delmenhorst –Germany


Telefon:
+49 (0) 511 21 33 713
+49 (0) 160 937 18 876
+49 (0) 162 722 83 15


E-mail:
hevgirtin@rojava.net

 

                   Forma berhevkirina imzeyan ji bo hindurê Sûrî –  pdf                  



 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE