Birr 2
Zaravên zimanê Kurdî
Wilo jî hinek rêwî û rojhilatnas ketin tevliheviyê li ser maka
zimanê Kurdî û têkiliya wî bi zimanê Farsî re. Hinek di
çarçivkirina nasname û hejmartina zaravên wî de û têkiliya wan
zaravan bi hev û din re ketine çewtiyê, û vê yekê jî ciyawaziya
nêrînan di parvekirina zimanê Kurdî û taybetkirina wî de pêda
kiriye ([20]).
Ciyawazî di çarçivkirina zaravên kurdî de li ser du zaravên
kurdî yên bingehîn e, û ewan jî evin:
A-
Zarava Kurmanciya başûrî
(Di parvekirinên berê de bi zarava Lorî hatiye nasîn) ([21]).
B-
C-
Zarava Goranî
Hinek niviskar van herdu caravan ji zaravên zimanê Kurdî
najmêrin, û ewan bawer dikin, ku van herdu zarav ji zaravên
zimanê Farsî ne ([22])
divê em bi tundî li ser va nêrîna çewt rawestin, ji ber cîgahê
van herdu caravan di zimanê Kurdî de, û egera vê nêrîna ne
mijareyî ewe, ku ji ber armanceke ramyarî ya fermandarên Iranê
ve hatiye amadekirin, û bi taybetî li ser jêhatina zarava
Kurmancî ya bşûrî (Lorî) û ewên ji Kurdan bi wê dipeyivin, û
tiştê nedîd di vî warî de ewe, ku hinek ji niviskarên Kurd jî li
têla va ramyariya nijadperest dixînin ([23])
û rawestana karbidestên Iranê ji va zarava kurdî û ji kesên pê
dipeyivin ji Kurdan, ji nêrîna wan a nijadperest dertê, ewa ku
bizavê dike bo kepezekirina rastiya neteweyî û şaristanî ya
taybet a gelê Kurd û bizavkirina helandin û pişaftina wî û bo bi
cih anîna armanca xwe ya stratîcîk li ser ewên, ku bi zarava
Kurmanciya başûrî (Lorî) rawestiyan, bêhtir ji Kurdên Iranê yên
mayîn ji gelek egeran û bûyeran, em bi kurtî tînin zimên:
1-
Ji dest dana para jêrîn ji Kurdistana Iranê (Iqlîmê Loristanê)
bi qesdî û hêştina wî li şûnmayî ji her aliyekî ve, û bi taybetî
ji aliyên çandeyî, fêrkirinî, aborî û ji aliyên rêavakirinê ve ([24]).
2-
Cihêbûna wê ya ceografî û tunebûna rêyên nûjen ta sala 1930, ([25])
û dûrbûna wê ji navendên tîrêja çandeyî û ramyarî ya kurdî yên
din ve.
3-
Tunebûna pêmijûliya herêmî û neteweyî bi vê zaravê û tengkirina
fêrkirinê di wir de bi zimanê Farsî, û ji qelsbûna belavkirinê
bi vê zaravê, ku derî vekirî hêştin bo têraçûna çandeya farsî û
hikariyên wê yên zimanî li hember qelsbûna çandeya neteweyî ya
kurdî û pêşveçûna vê zaravê di herêmê de.
4-
Serdestiya desteya Şîî’ ya, ku deselatdarên Iranê mîna kiryarekî
serekîn bi kar anîn bo kaşkirina rûniştvanên vî parçeyî ji
Kurdistanê bo bi ser xwe ve anîna xişûşên wan ji ber egerin
ramyarî û olî bi mebesta herimandina jêhata wan a neteweyî û
beravêtina xişûşên wan ên neteweyî yên kurdî.
5-
Kurtkirina bandora tevgerên neteweyî yên kurdî di wê parçeyê
Kurdistanê de, û vê kiryarê hêşt, ku bo deraxeke bilind,
qelîştek mezin di navbera pevgirêdana neteweyî ya rastîn a
rûniştvanên wê de, û pêwendiya, ku deselatên Iranê pêda kirine û
nan dane, bi alîkariya kiryarê çaremîn ê, ku me li jor aniye
zimên.
6-
Bi ser vê yekê gişî ve, jê venebûna bi karanîna çareyên hişkî,
zorê, qirkirina giştî, koçkirin û damedorkirina aborî û ji cî
hilkirina êlî di her gavekê de û di giş serdeman de ([26])
dij bi rûniştvanên Kurdistanê, herku delîve ketin destên wan,
tevî ku hindik bûn, ku ewana dilxwaziyên xwe yên neteweyî yên
kurdî bînin zimên. Bi wê şêweyê, ku bikaribin armancên xwe bi
cih bînin. Bo pişaftina gelê Kurd û tunekirina wî.
Van hemî kiryaran, û kiryarin din ên, ku bo pêzanan ne
veşartîne, ji deselatdarên Iranê re hat xuyakirin, ku pişaftina
va para mezin ji gelê Kurd, berî gel û neteweyên din ên Iranê,
dê asantir be, û bo vê yekê jî hinek pênûsên kirêkirî amade
kirin bo çewtkirina rastiyên dûrokî, lê belê ramyariya pişaftina
neteweyî û dest li ser danîna şaristanî û çirkînkirina zimanî
nabe, ku bi dirêjî sîngberiya li hember rastiyên mijareyî bikin.
Kurdbûna zarava Kurmancî ya başûrî (Lorî) berî her
tiştekî (Şerefnamê) sala 1596ê ([27])
bi cih kiriye, ango berî, ku hîsa neteweyî an ramana neteweyî ya
kurdî biwerixe, û eve jî tê wê yekê, ku Şeref Xanê Bedlîsî
zaravên kurdî bi hûrlênêrînîneke dûrî hikariyên neteweyî an
ramana siyasî bi cih kiriye û Basil Nikitine jî
piştgiriya vê jêhatê kiriye ([28]).
Hema Kurdbûna zarava Goranî ji aliyê Şerefnamê ve
hatiye bi cih kirin û hem jî Edmonds û Taufiq Wehbî
([29])
piştgîrî jê re kirine û vê yekê bi aşkerebûna kesên, ku bi vê
zaravê dipeyivin, tînin zimên.
Cihêbûna zaravên zimanê Kurdî nabe ku bibe egereka lêdanê li ser
rastemaka zimanê Kurdî û serxwebûna wî, wek zimanekî cihê ji
zimanên derdora wî, çiku nivîseran û zimaneran gava li ser
zimanê Kurdî dipeyivin, ewan her parve dikin çende zaravan, lê
piraniya wan li ser belîkirina hejmara zaravêd wê yên rastîn ne
li hev in ([30])
û me hinek egerên wê yên, ku têkiliya wan bi herdu zaravên
Kurmanciya baçûrî û bi Goranî re hene, lêv kirine.
Ji ber gelekiya zaravan di zimanê Kurdî de, hinekan bawer
kirine, ku ev ziman tenê zaraveke herêmî ye, ji newalekê ta bi
yeka din, ji hev cihê ye, û Major Noel ev bi gotina xwe
bi paş ve da, gava gotiye:” Pir caran tê gotin, ku zimanê
Kurdî tenê zaraveke ji newalekê ta bi yeka din ji hev cihê dibe.
Raste ku ziman di başûrê rojhilatê Kurdistanê de (Babanî)
piçekî cihê ye ji Kurmancî, lê ew gotin ne rast e, ku van
ciyawazî, di navbera herdukan de cihêbûnên hinavî ne. Bi min re
mêrin ji Botan û Diyarbekir û Hekarî hebûn, wan
tev ji hev û din têdigihîştin û zarava serdest li dûrtirê
rojavayê Kurdistanê, û tenê diviya bû, ku çend hefteyan li wir
bimînin, da ewan weku çawa bi zimanê mala xwe dipeyivin,
bixuyin. Van ciyawazî hene û egera hebûna wan a yên serekîn di
guhartina dengên tîpên nerm de ne, û bo nimûne min gotina
Dayik bi van şêweyên lêvkirinê bihîstine: Day, Da, Dê,
Dayk û ev cihêbûn bêguman carinan kesê biyanî ditewişîne,
ewê ku hîn nebûye bihîstina cihêbûna dengên mîna van dengan.
Weku vê jî cihêbûna zaravan li pêş wî pirtir dibe, gava kar û
kiryarên bêjeyên guhartî pir bi kar tên derdikevin hembera wî,
nimûne: Bêjeya (Niha) li Suleymaniyê (êsta),
li Hekariyê (niha), li rojavayê Kurdistanê (anka)
tê lêvkirinê, û bi şêweyên din jî tê lêvkirinê, wek: (anîka),
(nike), (henûske), lew re her kesekî, ku li ba wî
paşdîwarekî baş bi zaravekê ji zaravên serdest ên, ku li
Iqlîmekî ji Iqlîmên Kurdistanê hebe, ew dikare bi asanî û bi
zûkî zarava din bigire, û tenê bo wî amadekirina lîsteyeke, ku
tê de hinek bêjeyên cihê hebin, giring e. ([31])”
Lê belê dîsa jî, tevî hebûna hinek cihêbûnan di navbera zaravên
kurdî yên herêmî de, taybetiyên hinavî yên zimanê Kurdî bala û
aşkere ne di wan hemî zarvan de ([32])
û di warê hejmara zaravên serekîn ên zimanê Kurdî de, parkirina
tev rastîn û bi rastiyên zimanî û ceografî re hevtêl e, ev e:
1-
Kurmanciya bakurî
2-
Kurmanciya Navîn
3-
Kurmanciya başûrî
4-
Goranî

Bo her zaraveke serekîn ji van zaravan komeke zaravên herêmî
(liqî) yên, ku wek hevin, bi şêweyekî giştî hene, di taybetiyên
xwe yên zimanî û dengên wan de ji bilî hinek cihêbûnên sivik, çi
di hinek bêjeyan de, an jî di tîpan de an jî di hikarbûna hinek
bêjeyên zaraveke herêmî de ji wan bêjeyên zaraveke hevsera wê
ye. Dibe jî ku zaravên herêmî yên zaravên kurdî yên serekîn ji
vê lîsteyê bên berçavkirin:
Zimanê Kurdî û zaravên wî
|
Zarav Serekîn |
Zaravên wê yên herêmî (navçeyî) |
|
Kurmanciya bakurî |
Bayezîdî, Hekarî, Botanî, Shemdînanî,
Behdînî, Zrava rojavayî |
|
Kurmanciya navîn |
Mokrî, Soranî, Erdelanî, Suleymanî,
Germiyanî |
|
Kurmanciya bashûrî |
Lorî ya mak, Bextiyarî, Mamasanî,
Kohkiwoyî, Lekî û Kilhorî |
|
Goranî |
Goranî ya mak, Hewrmanî, Bacilanî, Zazayî |
Egerên pirbûna zaravên kurdî
Egera pirbûna zaravên kurdî gelek kiryarin, lê bo van herdu
kiryarên xarê sireyeke serekîn heye di cihêbûna zaravên vî
zimanî de, ji pêdabûna wî ya yekemîn ve, û ewan ev in:
1-
Kiryarê Ceografî:
2-
Bo nîrên sirûştî yên Kurdistanê, ku çiyayên wê asê ne, û rêyên
wê ne asan in û kêm in, û nîrên hewaya wê zor in, û bi taybetî
di salkêlka zivistanê de, hikariyeke diyar di cudabûna êlên
kurdî de ji hev û din heye, çi di serdemên kevnare û yên navîn
de, ku hîngê bi şêweyekî berbiçav çareyên pêgihanê yên ramanî,
çandeyî û tev li hevbûna mirovî pir kêm bûn, û ji ber wê jî, ji
hevdûrî û ji hevcudayî û tev li hevnebûnê şêweyên zimanî yên ku
li herêmekê bi derbasbûna demê re ne wek hev û din bûn, û bi
gotineke nêztir, bo kiryarê bi tenê mayîna ceografî hikariyeke
diyar di pêdakirina pirbûna zaravên vî zimanî de heye.
2- Kiryarê ramyarî:
Ji ber ku bo Kurdistanê yekîtiyeke ramyarî (siyasî), ku teviya
herêm û Iqlîm ên wê bigire, bi dest ne ket, lew re bo wê
keleporekî wêjevanî yê giştî pêda ne bû. Û tevî ku hinek dewlet
û mîraniyên kurdî yên serbixwe an wek serbixwe derketin holê, û
bi taybetî di serdemên îslamî de, lê wê yekê delîve li ber
pêşketinêa zimanê Kurdî yê yek bûyî venekir, tersî vê hîn ji
hevdûrketin û rakêşana wan zaravan ji hev û din çêkir, û ew jî
bi egera cîlawa herêmî ya, ku wan mîranî (mîrnişîn) pê hatibûn
taybetkirin û ewên, ku bi piranî palpiştiya zarava herêmî ya di
herêma wan de serdest e, kirin.
Lê divê em li vir lêv bikin, ku çi serhedên (sînorên) zimanî yên
hûr û bi pênasên aşkere, navbera zaraveke serekîn û yek dî ve ne
birrîne, û ta di navbera zaravên wê yên herêmî de jî tune bûne.
Tersî wê yekê, em dibînin, ku hemî van zarav tev li hev bûne,
derbas nav hev û din bûne û bi nav hev ketine, ji ber ku
guhartin ji zaravekê bo yeke din bi şêweyekî pileyî û hevgirt
pêda dibe û hîç guhartineke ji nişka ve û lezok çê nebûne, ku
mera bi îva zimanî ya zarava dî bihese. Bo nimûne, gava yek di
navbera xelkê herêma Erbîl-Şeqlawe, Rewandoz, Hac Imran,
Xane, Nexede, Miyandiwab û Mihabad de digere, hîç bi
sînorekî zimanê yê, ku di navbera herdu zaravên Soranî û
Mokrî de nahese, ewên ku navxêza (qutbê) wan di bajarên
Erbîl û Mahabadê de ne. Mera dikare vê diyarkê
dîsa berçav bike, gava mera ji zarava Kurmancî ya bakurî
ber bi ya navîn hildibe, çiku Basêl Nîkîtîn ber bi çav
kir, ku hinek taybetî hene, dihêlin mirov bawer bike, ku zarava
Şemdînan ne zaraveke Kurmanciya bakurî ya paqij e,
lê ew koçberê hilbûna ber bi zarava Kurmancî ya navîn
numa dike, ji ber tunebûna bikaranîna herdu tîpên (ji) û (le) ([33]),
û ev diyarke bo kesê, ku ji Suleymaniyê - Penciwîn, ber
bi Merêwan - Sineyê diçe, diyar dibe ew hîç bi serhedeke
zimanî ya di navbera herdu zaravên Suleymanî û erdilanî
de nahese, ewên ku navxêzên (qutbên) wan di bajarên Suleymanî
û Sine de ne.
Ev
rewş bo kesê, ku di navbera şarên
Kermanşah-Ilam-Xurem Abad
û
Şarîkurd
de digere, xuya dibe, ew ji aliyê zimanî ve di navbera zaravên
Kurmanciya başûrî ya herêmî de nahese.