rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

 

Bangewazî ji bo xebatê

 


(Projektek li Qamişlo bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê)

 



Di şibata 2006ê de, li bajarê Qamişlo li Suriyê wê bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê navendek ji bo zarokên kolanan bête avakirin. Ev projekt wê du salan dirêj bike. Ji bo vê yekê, ji 01.03.2006ê û pê ve pêwîstiya Berliner Gesellschaft zur Förderung der Kurdologie e. V. (BGFK) bi van kesan heye:

1. Du mamoste (jin an mêr, tevaya dewamê)
Ciyê xebatê: Bajarê Qamişlo (Surî)
Mamosteyên ku bixwazin bixebitin, divê
- xwendina mamostetiyê qedandibin,
- zimanên kurdî û erebî gelekî baş zanibin,
- ji bo konseptên pêdagocîk ên nû vekirî bin,
- ji bo xebata di grûpê de amade bin,
- li gorî derfetan çend sal tecrubeya wan a xebatê hebe,
- bikaribin li ser kompûterê (Word, Exel,..) bixebitin.
- Herweha wê baş be ku hinekî bi zimanê ingilîzî zanibin.
Aliyên xebatê:
- Pêkanîna dersên ji bo fêrkirina alfabeyê
- Alîkariya di dersên malê de ji bo zarokên ta 15 salî (hemî made)
- Peydakirina matryalên dersê yên munasib
- Xebata lobî ji bo danûstandina bê zordarî ligel zarokan (ên kolanan)
- Pêkanîna erkên organîsasyonê di tevaya projektê de

2. Du xebatkarên civakî (tevaya dewamê)
Ciyê xebatê: Bajarê Qamişlo (Surî)
Xebatkarên civakî ku bixwazin bixebitin, divê
- xwendina zaniyariyên perwerdekirinê yan jî fêrbûna karekî di warê civakî de kiribin,
- zimanên kurdî û erebî baş zanibin bin,
- ji bo konseptên pêdagocîk ên nû vekirî bin,
- ji bo xebata di grûpê de amade bin,
- xibreta wan a xebata bi zarok û/yan ciwanan re hebe,
- bikaribin li ser kompûterê (Word, Exel,..) bixebitin.
- Herweha wê baş be ku hinekî bi zimanê ingilîzî zanibin.
Aliyên xebatê:
- Pêkanîna çalakiyên dema vala ji bo zarokên/ciwanên ji 8-15 salan
- Xebata lobî ji bo danûstandina bê zordarî ligel zarokan (ên kolanan)
- Pêkanîna erkên organîsasyonê di tevaya projektê de

3. Psîkolocek (jin an mêr, tevaya dewamê)
Ciyê xebatê: Bajarê Qamişlo (Surî)
Psîkolocê/a ku bixwazin bixebitin, divê
- xwendina psîkolociyê yan jî fêrbûna karekî di warê psîkolociyê de kiribe,
- zimanên kurdî û erebî baş zanibin bin,
- li gorî derfetan xebateke bi salan di vî warî de kiribe, ji xwe ku bi zarokan re xebitî be, hîn çêtir,
- ji bo xebata di grûpê de amade be,
- bikaribin li ser kompûterê (Word, Exel,..) bixebitin.
- Herweha wê baş be ku hinekî bi zimanê ingilîzî zanibin.
Aliyên xebatê:
- Haybûna psîkolocî ja zarokên ku rastî zordariyê hatine
- Di çareserkirina pirsgirêkên di navbera dê û bavan û zarokan de alîkar be
- Xebata lobî ji bo danûstandina bê zordarî ligel zarokan (ên kolanan)
- Pêkanîna erkên organîsasyonê di tevaya projektê de

Bi kêmanî du kesên ku ji bo karên jorîn têne xwestin, wê jin bin. Em bi taybetî ji jinan doz dikin, ku ji me daxwaza van karan bikin.

Ji kerema xwe re daxwazên karê bi me re ligel kurtejiyana xwe ta roja 14.02.2006ê, seet 24.00, li ser vê e-mailê bişînin: mail@kurdologie.de
 (tenê di rêya e-mailê re!).

Axavtinên li ser qebulkirin an neqebulkirinê wê roja 16.02.2006ê piştî nîvro li Qamişlî pêk werin. Kesê/a ku em wî/ê ji bo axavtinê dawet bikin, wê roja 15.02.2006ê bête agahdarkirin. Ji bo ber vê yekê, ji kerema xwe re jimara telefona xwe ji me re bişînin.

4. Birêvebirek projektê (jin an mêr, nîv dewam=19,5 seet/hefte)
Ciyê xebatê: Bajarê Berlîn (Elmaniya)
Birêvebirê/a ku bixwaze bixebite, divê
- baş bi zimanên kurdî (kurmancî), erebî, ingilîzî û elmanî (axavtin û nivîsandin) zanibe,
- li ser rewşa siyasî û civakî ya Suriyê baş agahdar be,
- xibreteke wî/ê ya bi salan di birêvebirina projektan de (çêtir e ku projektên Yekîtiya Ewropayê bin) hebe,
- bikaribe li ser kompûterê (Word, Exel,..) bixebite.
Aliyên xebatê:
- Birêvebirina tevaya projektê
- Pêkanîna têkiliyan bi hevkarên me yên li Qamişlo, rêxistinên hevkar ên elmanî û herweha Yekîtiya Ewropayê re
- Nivîsandina raportên projektê (bi zimanê ingilîzî)

5. Malperçêkerek (jin an mêr, nîv dewam=19,5 seet/hefte)
Ciyê xebatê: Bajarê Berlîn (Elmaniya)
Malperçêkerê/a ku bixwaze bixebite, divê
- baş bi zimanên kurdî (kurmancî), erebî, ingilîzî û elmanî (axavtin û nivîsandin) zanibe,
- li ser rewşa siyasî û civakî ya Suriyê baş agahdar be,
- Xibreta wî/ê ya bi salan di warê çêkirina malperan de (şandina nimûneyên ji xebatê pêwîst!) hebe,
- baş bi Word, Exel û programên çêkirina malperan re bixebite.
Peydabûna van aliyan ji bo bidestxistina kar wê alîkar bin:
- Xibreta di warê fundraising de
- Xibreta di warê rojnamevaniyê de
Aliyên xebatê:
- Çêkirina malperekê ji bo projektê û çalakiyên wê
- Çêkirin û pêkanîna kampanyayekê ji bo peydakirina alîkariya aborî ji bo projektê

Birêvebir û malperçêkir gerek li Berlîn bixebitin. Lê herweha mukin e ku ew li bajarekî bixebitin, eger ew amade bin, ku her sê mehan carekê beşdarî civînên xebatê li Berlînê bibin (heryek perên çûn û hatinê ji bêrîka xwe didin!).

Ji bo herdu karan mehane dora 620 Euro (brutto) tê dayin.

Ji kerema xwe re daxwazên karê bi me re ligel kurtejiyana xwe ta roja 18.02.2006ê, seet 24.00, li ser vê e-mailê bişînin: mail@kurdologie.de
 (tenê di rêya e-mailê re!).

Axavtinên li ser qebulkirin an neqebulkirinê wê roja 24.02.2006ê piştî nîvro li Berlînê pêk werin. Her yek wê ser hesabê xwe bê Berlînê. Kesê/a ku em wî/ê ji bo axavtinê dawet bikin, dê ta roja 20.02.2006ê bête agahdarkirin.











 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE