Ez
jî wek te
Dê
destê avê berdim
Li
ser zendên mirinê paldayî
Tazîbûna wext mest didim
Sêkerata leylanuk
Dilovan dadiqurtînim.
Gerdena
sibehê li gomanan badayî
Pençereyên qufilî
Pêlên
gawir
Bi ser
me de dişkînin
Di
hêviyan de gewilî
Xizêna
şuşeyan
Di
xwînê de
Dişidînin.
Lehiyên
aqilmend
Me ji
me dibin
Li vî
welatê rêzdar
Ji xwe
winda dibin
Azadiya
seqem
Ripîrût
Me
himbêz dike
Bi
şikestinan meyandî
Di
peyalên xwe de dimirin.
Ez jî
wek te
Dê
peyala şevê hildim birînan
Û destê
avê berdim