Xeleka 1ê

Fuad Heme Xorşîd
(Macistêr di Ceografiya de)
1983
Wergerandin ji Erebî
Cankurd
2001
Mijarêd pirtûkê:
Sergotina wergêr, Pêşgotina niviskar
Zimanê Kurdî, Zaravên zimanê Kurdî
Nexşeya zaravên Kurdî
Encam
ΟΟΟΟΟΟΟΟΟΟ
The Kurdish language and the geographical distribution of its
dialects
By
Fuad Hama Khorshid
Nr- in national library-Baghdad: 180-year 1983
Diyarî: Bo Bavê min Heme Xorşîd Mustefa
Sergotina wergêr
Ji zû ve min dixwast, ku ez li ser kok û kaniyên zarê Kurdî, cî û
warên zaravên zarê me yê xweşik pirtûkekê binivisim, û ji bo vê
yekê jî ez li jêderên mijarê digeriyam, ta carekê di serlêdaneke
başûrê Kurdistanê de, ez pêrgî pirtûka seyda Fuad Heme Xorşîd
hatim di pirtûkxaneyeke bajêrê Dihok a şîrîn de. Xwedê
dizane, ku ew pirtûk sala 1988 ketiye wê pirtûkxaneyê ji ber ku bi
Erebî li ser bergê wê yê pêşîn hatiye nivisîn, ku ev ji pirtûkên
[Sad, Mîm Hê] ye û dûrok û îmze li bin in.
Gava min ev pirtûk dît, min pêwîstî bi nivisandineke dî ne dît,
loranî seyda Fuad Heme Xorşîd berhemeke tijî û dagirtî û
kurt ji me re amade kiriye, lew re min biryara xwe da, ku pirtûka
wî ji Erebî werbigerînim bo Kurdî, da xwendevanên me yên bi Erebî
nizanin jî lişt û sûd û hodeyê jê bigirin.
Dibe, ku hinek çewtî di wergerandinê de hebin, lê ez bi hîvî me,
ku di demek pêş de, kesekî jêhatîtir wan şaşiyan serrast bike û vê
xebatê bi zanatî pêş ve bibe.. Mebesta min tenê ewe, ku xwendevan
bi asanî têbigihîne naveroka pirtûkê, ne diyarkirina hunera
wergerandinê ye.
De bila hûn vê yekê jî li ser me wek kêmasî nebînin, loranî ji
Xwedê pê ve kesekî bê çewtî û kêmasî nîne…
Xwedê piştvanê me hejaran û nezanan be..
Cankurd,
payîza 2001ê
Pêşgotina niviskar
Hinek pirtûk û gotarên, ku li Iraqê derketine, li ser mijara
zimanê kurdî rawestiyane, weku jimareke ji rêwing û rojhilatnasên
ji cûrecûre welatan jî bi teherekî an bi yekî din ev mijar anîne
zimên, û bi wê yekê li ba me komek ji rayên ne li ser hev di mafê
koka vî zimanî de û li ser hejmara zaravên wî yên herêmî pêda bûne,
bi şêweyekî, ku tevliheviyeke ramanî bo lênerê têgihîştî jî, bi
rastiya jêhata vî zimanî û pêşkeftina wî ya dûrokî pêda dike.
Lew re, ev lêkolîn bi piçek hûrnêrînî û bênavberî li ser xwendina
mijara zimanê kurdî radiweste, ji aliyê jêhata wî ya zimanî ve û
belvabûna zaravên wî yên herêmî, li gor rastiyên, ku me kanî bûn
ji jêderên hene bi dest xistana, bi ser ve jî civandina hinek
agahiyên wê bi rêya lêkolîna di qadê de li hinek herêman.
Ev lêkolîn bizav dike, ku bersiveke hişmend bide wan rayên çewt,
ku hinek jêderan li ser jêhata vî zimanî, lêkirine, wilo jî hinek
egerên di paş şaxdana van zaravan de aniye zimên, pişt re ew bi
belavkirineke ceografî ya nûjen belav kirine û ji wan re nexşeyeke
xweyaniyê danaye… û lêkir “niviskar-muellêf” hêvî dike, ku ev
lêkolîn alîkariyê di pêdakirina ramaneke xuyan û rastek de bi cih
bîne li ser jêhata vî zimanî û têkiliyên wî bi zimanên Indo-Europî
re ji aliyekî ve, û li ser zaravên wî yên herêmî û belavbûna wan a
ceografî ji aliyekî din ve, ne tenê li ba xwendevanê kurd, lê belê
li ba hemî hajêkirên lêkolîn û mijarên mina vê, ji kurên gelê me
yê îraqî ji Ereb û Kurd û hindikahiyên din.
Min kurtahiya vê lêkolînê di kovara El—Mecmee’ El-Ilmî El-Kurdî,
cild 3, hejmar 2, sal 1975ê de, belav kir, û para yekem jî, ku bi
zimanê Kurdî ve girêdayî ye, di rojnameya El-Iraq, hejmar (366),
di 09.05.1977 de belav kiriye. Birê duwê jî, ku girêdayê zaravan
e, kurtiya wî di wê rojnameyê de hejmara (1620) de, di
10.06.1981’ê de hate belavkirin.
Di vê lêkolînê de hinek serrastkirin û xuyanîkirin û binxêzikên nû
û pir hene, mebest ji wan dayîna ramaneke nêzîktir ji berhevhatinê
li ser mijarên wê hebe, bi hêviya ku ew balkêşiya hem bispor û
hem jî xwendevanan bi ser xwe ve bîne.
Bexdad: 06.09.1981
Fuad Heme Xorşîd
Birr 1
Zimanê Kurdî
Di lêkolîna lêgerekî de bo maka zimanê Kurdî û zaravên wî,
hejmareke ne hindik ji rayên rêwî û rojhilatnasan, ku hatine gotin,
tê pêş wî, di warê koka vî zimanî de, û pêşveçûnên wî yên dûrokî û
parên zaravên wî, û têkiliyên wî bi zimanên hevserên “cîranên” wî
re, bi terzekî tevlihev, ku hîç bê bingeh û bê hişmendiyeke
zanyarî ye.
Sînornasîna kesaniya serbixwe ji her zimanekî re, berî her tiştî
daxwaza kirina gelek lêkolîn û xwendin û danberheviyên hûr dike,
bi mebesta vegerandina wê bo kokên wê yên dûrokî yên Kevin. Hema
pêxweşbûna hinek bêjeyên zimanekî, bi zimanekî din ê hevser re, bo
biryarkirinê, ku ev ziman tenê zaraveke ji zaravên zimanê hevser
an jî şaxeke ji wî, eve tiştekî pir pêdaçûyî ye û hejarê nîşankên
zanyar ye.
Li ser vê lêgirtinê “qiyasê”, zimanê Kurdî ne wek hinek rêwî û
niviskarên ne agahdar û ên ne têgihîştîne, bawer dikin, ku ev
zaraveke lerzok û texlît e ji zimanê Farsî, û ne jî, ev zaraveke
ji zaravên gelêrî yên Farsî, ku bê rêziman û bê ser û bin e ([1]),
wilo jî ew ne zimanekî ji koka Hindî ye ([2])
Van hemî rayan, weku lêkolînên nû bi cih kirine, gelek ji rastiyê
û rastîniyê dûrin ([3]).
A rast ewe, ku zimanê Kurdî bi dêmenê xwe yê xuyanî wek herdu
zimanên Pehlewî û Farsiya nûjen e, ji aliyê ciyawazî û pêşveçûnên
wî ji zimanê Avêsta, lê belê wek her zimanekî bo Kurdî jî kesaniya
wî ya serbixwe heye ([4]).
Egerên evana ajotine wê baweriya wan a çewt, li ser jêhata zimanê
Kurdî, an maka wî, kêmbûna berhem û kelepûrê wêjevanî ye, ku bi
zimanê Kurdî hatine nivisandinê, û bi taybetî di dawiyên sedsala
Nehê û destpêkên sedsala Bîstan de, ewê ku pêdiviya wan (Lêkolîneran)
jê re hebû, bo xwendin û danberheviyên di vê mijarê de ji aliyekî
ve, û ji ber pirbûna zaravên zimanê Kurdî ji aliyekî din ve, û van
herdu kiryar carina dihêlin, ku bo kesê biyanî yê bizava xwe dike
da têbigihîne vî zimanî bi tevayî, çetiniyên mezin pêda bibin ([5]),
û dihêlin, ku rayekî ne nêz li ser jêhata wî (zimanî) bê dayîn.
Behra bêtir ji rojhilatnasan di lêkolînên xwe de ber bi wê
baweriyê ve diçin, ku hîç pêgiradana zimanê Kurdî (wek zaravekê an
şaxekê) bi zimanê Farsî re tuneye, tersî wê yekê, ew zimanekî
xudan taybetiyên serxwebûna xwe ye û ji wan rojhilatnasan em
dikarin bi taybetî Justî û Socin bi nav bikin ([6]).
Rojhilatnasê yekem (Justî) li ser wê yekê radiweste, ku
zimanê Kurdî ne şaxeke ji zimanê Farsî yê nûjen, ku destê
binveçûnê gihaye wî, lê belê ew gelek cihê ye ji Farsî, ji aliyê
saziya wî ya dengî û jê şaxderxistinê ve. Hema Socin diyar
kiriye, ku zimanê Kurdî ne zarvaeke xûşk e bo zimanê pehlewî û ne
jî bo Farsiya nûjen. Lê belê tiştekî dûrtir heye di warê têkiliya
wan de, bi ser ve jî Socin diyar kiriye, ku zimanê Kurdî ji zimanê
Farsî yê kevnare şax nedaye.
Raste, ku bo zimanê Kurdî têkiliyeke dûr û dirêj bi zimanê Farsî
re heye ji ber ku herdu endamên komika zimanên Indo-Europî ne (Indo-European
Langauges) lê belê ewan ji hevdu cihê ne ji gelek aliyan ve,
çi di bêjeyan de û çi di rêziman û derxistinê “serfê” de, an jî di
lêvkirinê de ([7])
, çiku zimanê Kurdî, wek Sedny Smith li ser rawestiye,
zimanekî bi serê xwe ye, teviya serxwebûna wî heye, û bo wî
pêşkeftinên dûrokî yên rastîn hene ([8]).
Ew zimanekî Arî yê hêja ye, ji kevnedemê ve ta roja me ya îro li
çiyayên Kurdistanê, bi şêweyekî paqij û sax dijî ([9]).
Bo ku em wateya zimanî ya komika zimanên Indo-Europî baş binasin,
û ta çi deraxê têkiliya zimanê Kurdî bi wan zimanan re heye, divê
em hinek rastiyên dûrokî bînin balan, Arxeolociyan berçav kirine,
ku teherekî hevpar bo şaristaniyeke mirovî ya kevnare heye, piştî
kutabûna serdema kevirî ya nûjen li ser pareke fireh a zevînên
cîhana kevin belav bûye, wek li Romaniya, başûrê Urisê, Sûse,
Bilûcistan, Hindistan Turkistan û Kurdistanê. Û bi encama wê
zanyar gihane wê gotinê, ku bêguman ev şaristanîya hevber di
pêdakirina yek neteweyekê de jî hebû ye, û li gor belavbûna
diyarkên wê şaristaniyê ji Hindistanê ta bi Europa, lew re navê
Indo-Europî li wî gelî kirin ([10]).
Ew gel (netewe) ji gelek êl bû, ku berî koçkirin û belavbûna xwe,
di niştê xwe yî Kevin de dijiya, li deştên, ku li aliyê rojhilat û
bakurê rojhilat ji zireyê Qezwîn dikevin ([11]).
Û ji ber ku teviya wan Êlan yek gel bû, ewana -bi nêzîkayî-
bi yek ziman dipeyivîn, ku jê re navê (Zimanê Indo-Europî) hatiye
danîn, ji wî –îro- hemî zimanên, ku gelên Arî pê dipeyivin,
şax dane ([12]).
Zimanê Indo-Europî ([13]),
ku zimanê Kurdî yek ji şaxên wê ye, ew jî bi xwe ji zimanekî
pêşdûrokî pêda bûye, şaxnas wî bi nave zimanê Indo-Europî yê
pêşekî (Proto-Indo-European) navdikin, û tê bawerkirin, ku
ew berê di hezarsala pêncemîn a berî Zayînê de li dar bû ([14]).
Zimanêd Hindo-Iranî

|
Komikên Iranî |
Qezwînî |
Hindî |
Durdî |
Ev ziman bi koçkirina gelên Indo-Europî re belav bû, ewên ku her
komekê ji wan berê xwe dabû herêmekê ji herêmên cîhana kevin, û bi
taybetî li Asiya û Europa û parek ji wan di çemê Donau re
derbas bû û koç kir şêwecizîra Balkanê û Europa rojhilat, û ewana
pêşserên “Bav û bavpîrên” Yûnan û Roman û ên din ên ji gelên
europî yên, ku bi zimanên Europiyên niho dipeyivin, di dema ku
pareke din ji wan ber bi başûrê rojhilat ve çû û giha serhedên
Hindistanê û li Sind û Pêncabê “Pênc avê” bi
cih û war bû, û ewana Ariyên başûrê Asiya ne, û ewin ên, ku îro bi
zimanên Hindî ji komika zimanê Indo-Iranî li başûrê Asiya
dipeyivin.
Hema parê sêyem berê xwe da bi Asiya Biçûk û çiyayên Zagros
ve û li Iran û Kurdistanê belav bû, û di pêşiya hatiyên nav
çiyayên Zagros de Gotî hebûn, pişt re Mîdî
hatin ([15])
pêşserên gelê Kurd ([16]).
Weku çûyîna Parthan ber bi bakurê Iranê ve û Farsan ber bi
başûrê wê ve, ku ta niha ew parê Iranê bi Iqlîmê Fars tê
navkirin, û van tevan bi komek ji zimanên hevnêz û wekî hev di
hinek taybetiyên zimanî de dipeyivin, ji wan re navê komika
zimanên Iranî ([17])
hatiye danan. (Iranean Languages) ewên, ku şaxekin ji
zimanên Indo-Europî, wek çawa di şiklê Nr.
(2) de hatiye ravekirin.
Li ser vê bingehê, di zimanê Indo-Europî de komikek zimanên
serekîn e û gelek liqên wê li herdu zevînparên Asiya û Europa
hene, evin:
1-
Komika Hindo-Europî
2-
Komika Anatolî
3-
Komika Italî
4-
Komika Germanî
5-
Komika Kiltî
6-
Komika Baltîkî-Silavî
Û hinek zimanin din, ku mera dikare wan bi hûrnêrînî di şiklê Nr.
(2) de berçav bike.
Van komikên zimanî bi xwe parve dibin çand zimanan an komikin
zimanî yên ne serekîn, ku hemî zimanên Indo-Europî yên nûjen
digirin nav xwe. Komika Indo-Europî parve dibe van komikên zimanî
yên ne serekîn:
1-
Dardî
2-
Hindî
3-
Qezwînî (seba Zireyê Qezwîn)
4-
Iranî
Û di komika zimanî ya Iranî de gelek ziman hene, evin:
1- Kurdî
2- Belûcî
3- Suxdiyanî
4- Piştowî
5- Avêsta
6- Farsiya kevin
[ binêre şiklê Nr. 2 ]
û hatiye berçavkirin, ku nêzîkahiyeke zimanî ya diyar di navbera
komika zimanên Hindî û Iranî de heye, û daketina wan di yek
qefteke zimanî de, ku bi navê (Zimanên Indo-Europî) tê
nasîn, nîşana vê yekê ye, bawerî pê heye, ku ew makê komikên
zimanên Hindî û Iranî yên niho ye, ku ewan jê pîkin in.
Hema komika zimanî ya Iranî, ku herdu zimanên Kurdî û Farsî û
hinde zimanên, ku me berê lêvkirine, jê hatine pêdakirin, par dibe
sê behrên serekîn, ewan jî evin:
1.
Zimanên Iranî yên bakurî rojavayî
2.
3.
Zimanên Iranî yên başûrî rojavayî
4.
5.
Zimanên Iranî yên rojhilatî
Zimanê Kurdî ji komika yekemîn e, lê yê Farsî ji komika duwemîn e
([18]).
Û ev jî nîşana serxwebûna her yekî ji wan ji yê din e. û weku ji
şiklê Nr. (2) jî berçav dibe, zimanê Kurdî zimanekî serbixwe ye û
ne liqeke an zaraveke herêmî ye, ku ji zimanê Farsî pêda bûye, wek
çawa şikil babeta têkiliya rastîn di navbera herdu zimanan de
diyar dike, ew têkiliya, ku li ser bingeha endametiya komika
zimanên Iranî, û wilo ji me re ji teviya ewê derbasbûyî rohn dibe,
ku zimanê Kurdî zimanekî serbixwe ye, bo wê jî, ji aliyê pêşveçûna
dûrokî ve, serxwebûneke diyar heye, û ev serxwebûn kesaniya wê ya
zimanî ya pênas di nav hemî zimanên Iranî de dide wî, wek zimanekî
pir kevin, di rêya pêşveçûna xwe ya zimanî re, di nav cûrecûre
serdeman re, bi şêweyekî serbixwe, bi teviya serxwebûna xwe ji yê
Farsî, çûye ([19]).