|
Mamoste û kivark
“Ji bo hêja Jan Dost”
Salih Cefer
Tevî ku zengilê telefona xwe jî girtibû wê şevê
pê de xewa mamoste nehat, ji tirsa di xew de
mayinê xwe teqlî vî alî û wî alî kir, lê bê sûd.
Bi nehatina xewê re şevên bêxew giş hatin bîra
wî, gava li leşgeriyê di nîvê şevan de ji xew
radibû ji bo nobedarî bigire, bi taybetî jî di
navbera duazdehê şevê û pêncê sibehê de.
Leşgeriya hevalên wî li ciyên xweş ketibû û
bibûn serekê nobedaran, li wir jî jê re xerab
hatibû û wek nobedarekî dihat dîtin, lê bêxewiya
mezin a wan rojên teng bû, rojên zindanê, ew
rojên ku ji tengbûna cî nikaribû xew bikira, ji
westabûna kurte demekê dikete xewê, lê giraniya
lingên hevalê wî yên li ser rûyê wî ew zû ji
xewa şêrîn radikir.
Kir û nekir ku van raman û bîranînan ji bîra xwe
bavêje, lê nikarîbû.
Divê ew sibe here kar, karê kivarkan, tevî
bêdiliya wî jî, lê di bin zora Felekê de divabû
here, ji ber Felekê her û her eniya xwe kirbû
enîya wî û jê re digot: çima tu ne wek xelkê
fêdeyî û ji peran hez nakî, xelk bi şev û roj
kar dike û bi peran dilîze, te xwe daye ber vê
siyaseta vala û pûç, ka bêje te ji vê siyasetê
ji bilî serêşiyê çi wergirtiye? Xelk giş bûn
xwedî mal û milk û xanî û proje, tu tenê mayî
rût û repal, min bawer dikir ku tu herî Ewropa,
tê hinekî werî guhertin, min nizanibû tê wek
berê û hîn xerab tir bibî.
Ji reva ji ber çîroka her roj ya Felekê wî xwe
di nav ciyan de quliband, lê bê çare, divê ew
here kar.
Bayê sar hinek ramanên wî dane ser hev ku riya
kargeha kivarkan şaş neke, ji ber kesek vê
berbanga sibê edrêsê nişanî wî bide tune ye.
Muzîka xweş ya di makînê de pêketî ew ber ve
rojên geş de bir, gava ew mamoste bû û xwedî
qedr û qîmet bû, him mamostê dibistanê bû û him
jî siyasetmedarekî bi nav û deng bû.
Mamoste bi lez derpe li xwe kir û lepik kirin
destên xwe û li dû xwediyê kar meşiya, piştî ku
gihiştin ciyê kar hevalê wî jê re şirove kir ku
çawa kar bike.
Ez tu carî nikarim ji bin başiya vî dostî
derkevim, ma her kes zû zû li van welatan te bi
xwe re dibe kar! Wî ji xwe re got.
Kargeh ya kivarkan bû, kivarkên ewrropî yên
welat anîn bîra wî, çawa wî ew di buharê de
berhev dikirin û diya wî jê re di rûn de
diqewirandin, hema ji goşt xweştir derdiketin,
te’ma xweşbûna wan hîn di bin zimanê wê de mabû.
Hatina kivarkan bi lez li ser bandê ramanên wî
qut kirin û ji pirbûn û lezbûna wan nema pêş xwe
didît.
Piştî kurte demekê me’deya mamoste dest bi
çîroka xwe ya her dem kir û li hev ket, me’deya
wî li ya diya wî hatibû, ew zû zû li hev diket,
lê ji bo ku dîsa guhdarî çîroka Feleka bêbext
neke wî pê li me’da xwe kir û berdewam kir.
Gengeşiya di navbera wî û Felekê de hate
berçavên wî, wî bi nermî jê re digot: Felekê, ez
mamoste me, siyasetmedar im, nikarim ji karên
mejiyî pê ve tu karê din bikim, lê wan gotinên
nerm qîma Felekê ne dianî û êrîşî wî dikir û jê
re digot: Çima çi bi te hatiye, tu ne kor î û ne
jî kût î, hinek hene wek siqilkan in lê ji te
bêtir dixebitin, bi roj di bexçeyan de û bi şev
jî di xwaringehan de û bi reş, bi peran dilîzin,
tu wek efendiyan li mal rûniştiye û tu karî nakî,
karên li vir giş zor in, qey ewropî te nakin
wezîr ha!
Her ku band zû dimeşiya û kivark bi lez dihatin
me’da wî jî lez dida xwe û rûyê xwe zer dikir û
doza revê ji ber banda kivarkan dikir, lê dîsa
mamosteyê bejin nazik xwe radigirt û li ber xwe
dida, pere dihatin ber çavên wî, belkî vê
fersendê ji dest xwe bernede û hinek pereyên xwe
bide hev, ji ber gelek raman di serê wî de hebûn
lê nebûna peran nedihşt ku ew pêk bîne.
Bi xwe re digot: ez ê hinek pere bişînim ji dê û
bavê xwe re û hinekan bişînim ji birayê xwe yê
nezewicî re û hinekan ji xwîşka xwe ya xizan û
hinekan ji malbatên girtiyan re û hinekan jî ji
hin çalakiyên rewşenbîrî û hunerî li bajarê xwe
li welêt.
Her ku ramanên wî bi lez digihiştin derên dûr
werga jî hatina kivarkan bi leztir dibû.
Piştî ku ji ber kevirê avdestxaneyê rabû ser xwe
û venerişya ji valabûna me’daya xwe, dîsa berê
xwe da ber banda kivarkan û yên gamarî ji nav
girtin.
Hevalê wî jê re got: Çend seetên pêşî li gişan
wer tê lê dûv re tê pê re werî!
Dîsa kete ramanan, gelo kivarkên vir jî wek
kivarkên welat xweş in, ger min li vir qebûl
bikin ezê carekê hinekan bibim mal û biqewrinîm
bê ka ew jî wek yên welat in.
Kêfa mamoste xweş bûbû ku dê êdî xwe biguhere,
ji xwe re digot: Gotinên Felekê rast in, min çi
ji vê siyasetê wergirt ji bilî serêşî û neçarî û
belngaziyê, ez jî divê êdî rûpeleke nû di jiyana
xwe de vekim, hin pere bidim hev, lê gernandina
bandê bi lez dilxweşiya wî qut kir û rewşa wî
xerab kir û careke din berê wî û hêviyan da ser
rêya avdestxaneyê, dîsa kir û nekir ku vereşe lê
valabûna me’dê rê neda, careke din Felek bi bîra
xwe anî û li banda kivarkan vegeriya.
Iro ez dê ji Felekê re bidim xwiya kirin ku ez
dê xwe biguherim.
Kivarkên hindir reş bi jehr in divê tu haj wan
hebî, diya wî jê re digot, eger tu kivarkekê bi
şaşî bixwî tê bimirî.
Lê ku min carekê kivarkek bi şaşî bixwara, ezê
niha ne li vê derê bûma, ma ji min re ne çêtirbû
ji vî halî! Ji xwe re got.
Jina ewropî, hevala wî ya kar jê re got: tu
nikarî kar bikî, rûyê te zer bûye, here xwe
rihet bike, hîn jinikê gotina xwe bi serî
nekribû me’deya wî berê wî dîsa da avdestsxaneya
bêxwedî.
Bepirsiyarê kar jê re got: eger tu nikarî, here
li rawestgehê rûne.
Ji dest êşê nema karîbû rûnişta jî, berê xwe da
makîna xwe ya li derve sekinî û xwe tê de dirêj
kir.
Piştî nîv seatekê, hevalê wî hat û li halê wî
pirsî, rewşa te çawa ye? Eger karekî din hebe tu
karî bikî? Jê pirsî.
Erê.
De ka were şûna kivarkan pak bike.
Bi rûyê zer û halê xerab berê xwe da pakkirina
şûna kivarkên serjêkirî, ew dadimalandin û bi
bêrê diavêtin ser axê.
Mamoste pakkirin wek siyasetê bi rêk û pêk
dikir, pir kêf xweş bû, pakkirin ji wê bêxwediya
bandê çêtire, ji xwe re digot.
Roja xwe bi pakkirnê bi dawî kir, eger wa be ezê
her roj werim û pak bikim, ma pakkirin şerm e,
naaaaa, Felekê bersiva wî dida, mirov çi karî
bike ne şerm e, lê mirov rût û repal be, ew
şerma mezin e.
Rûtî lê pakkirin? Na bi xwedê pakkirin ji rûtiyê
çêtire, ji xwe re digot.
Di rêya mal de mamoste gelekî kêf xweş bû ku êdî
dê bibe xwedî pere, lê bersiva hevalê wî ji bo
hatina roja din hêviyên wî ji hev bela bela
kirin.
Eger tu li ber bandê nikaribî, ne hewcî tu siba
werî.
Erê ez li ber bandê nikarim lê ez karim pak
bikim, wî bersiv da.
Pakkirin bi dest her kesî nakeve, yên pak dikin
pir in, lê pêwîstî bi yên karibin li ber bandê
bimînin heye.
Mamoste bi dilekî xemgîn berê xwe da mal û kete
nav xem û xeyalên rût wek rût û repaliya xwe.
|