|
Wêneyin ji paxila
Efrînê yan efsaneya zeytûnan
Mehmûd Badilî
1
Li ser rêya rêwîtiyê
di navbera germa
havîn û xulmaşiyê de
bêxewiyê matmayî
liyana dilê min dirêsa
2
Li ser keviya bêhriyê
jovaniya min
hestê gunehiyê sema dikir
3
Bêhna zeviyên zeytûnan
xwe li rewanê min radipêça
li ber dergehê Efrînê
serxweşî hildiperikî
gewdê peyvên min
4
Di kezeba rê de…
di rûçikê ruwê min de
şaxên zeytûnan
şemal vêdixistin.
5
Têhna tîrmehê
û çiyayên Efrîn ên
di kûrbûna serxweşiya min de
wenda dibûn
6
Darên zeytûnan
di pêşwaziya min de
xwe radixistin
wek zarokekî şîr vekirî
min xwe diavêt himêza wan
7
Dara merxê
di pêşwaziya min de
serî ditewand
bi çarpêya
diçûm destê wê
8
Giriya…
dara hejîrê
dema min silav lê kir
û çax di mista wê de
derbeder bû
9
Li bandeva gundê Ayros
min bêhna qeymaxê sibehê dikir
û bêhna pêçiyên jinên Hûriyan
li nîgaşê min dihêwirî
10
Dengvedana mijûlbûnê
di kerîneka axê de dest hildida
Li wir..
cih di hizirê min de belawela dibû
û aso di hindirê min de
serhildana valahiyê lidardixist.
11
Li ber bişkorîna sipîdeyê
pencereyên dil sermest diman
û min guh nedida
westiyana rojê
12
Li bandeva Kefersefrê
min mey ji dîmenên geliyan werdigirt
û bi ser temenê perîşaniyê de
min dirijand
13
Nizanim çima
rojekê nedigindirîm
paxila toza zeytûnê
14
Ez û toza meydana Qêziqlê
di hev de vedigevizîn
min jibîrkir
ku çixareyekê li wir vexum
15
Li bandeva gundê Kora
sêwîtî ji min dixeyidî
û tenahiya mêwê
taweşîya min dadiqurtand.
16
Li ber neynika çiyayê gewr
min porê wêneyên xwe şeh kir
ez û mişextiya hejîrê
di hev de dihiliyan
17
Ez û razên êvarên Efrînê
li ser litêma xewnan hildiweşiyan
rewrewkê
di hişyariya min de za
û perîşaniyê
keşengiya xwe kawêj dikir
18
Di wê şeva tîrmehî de
nizanim çima
di malzaroka zeytûnê de
hinekî min xwe dirêj nedikir.
19
Li pesara çiyayê Efrînê
neyîn û gerdûn
di hev de digeriyan
û destê min nediqerimî
li ber ruwê min
20
Berî xatirxwestinê
çîvçîva serçeyekî jar
û xuşîna pelên daran
xirecira cih lidardixistin
21
Di aramîya bêhna axê de
bêdengîya min
giriyekî bêdeng dijenand
22
Qurmê dara zeytûnê
dîroka kevin û nuh
li ber lingên min diherbiland
23
Dema min xatir xwest
buxçeya rêwîtiya min ponijî
û sirûşa serdanê
bi canê min ve hildikişiya
24
Dema ku meşiyam
hemû alî
di çavê min de
dibûn Efrîn
25
Dibe ku ez siya te bim Efrînê
û xemgîniya keleha Nebî Hûrî
bilorînim
|