|
Gundê Pelêsiyê
Luqman Silêman
Hevind@nefel.com
Divê dema dawî de navê gundê Pelêsiyê di hin
malperên kurdî de hate xwiyakirin, ka werin em
bi hevre herin Pelêsiyê bê ka li ku dikeve.
Gundê Pelêsiyê li rojhilat û başûrî bajarê
Dêrika Hemko dikeve û ew dever bi navê deşta
Hesina tê nas kirn, wek ku dibêjin ev gund sê
carî hatiye ava kirin û her hatiye xirakirn lê
sedemê vê yekê çi bûn û ji bo çi û li ser çi ez
nizanim bi kêmayî ew kesên ku min ji wan pirsiye,
ev bersiv dane min lê xwiya ye ku ev gund ji
kevin de hatiye ava kirn.
Gundê Pelêsiyê îro li ser sê sînoran dikeve û di
wê sê niçikiya sînorên Sûriyê, Tirkiyê û Iraqa
Federal de ye, bê goman dema ku ev gund hatiye
avakirin ev hersê sînor tunebûn çimkî wê demê
Kurdistan nehatibû levakirn. Birastî xurista
Pelêsiyê gelekî xweş e nexasim di buharê de,
dema ku mirov diçe gundê Pelêsiyê bêna
Kurdistanê ji wan gelî û newal, ji wan çem û
kaniya xweş tê çimkî buhara wê gelekî xweş dibe,
ew newal û gelî û zinar bi kulîlkên kesk û sor û
zer têne xemilandin, darên wê serê xwe bilind
dikin, çiyayê Bêxêrê xweş xwiya dike, li raserî
Ava Mezin refê Pêşmerga li dû hev li ser wê axa
pîroz diçin û tên dengê şalol û bilbilan, qebe
qeba kewê guzel, şîqe şîqa teyrê baz, mirov
dikeve xeyalên kur û dûr, tê ber çavê mirov
lorîka dayîkan, qêrîna zarokên bê dê û bav,
şehîdên şoreşên pêşmerdên dilovan, dengê gula,
xum xuma çemê diclê, pêlên ava hîzil car na
bêhna mirov fireh dibe û carna jî bêhna mirov
teng dibe.
Hejmara malên ku îro di Pelêsiyê de ne sî û heft
mal in, hejmara mirovan, piçûk û mezin, pîrek û
zilam dused û heftê û sê mirov in, bi hejmar, ev
yê ku ta îro di gund de ne û sî û heft malan jî
ji gund bar kirye. Hin ji wan çûne bajarê Dêrikê
û hin çûne Şamê û hin jî çûne Qamişlo weke her
gundê kurdan çawa dev ji gundê xwe berdidin û
pey pariya nanê xwe dikevin û koçber dibin.
Gundê Pelêsiyê yê malbata Hecî Ehmedê Hecî Ebdil
Ezîz e. Hecî Ehmed sê kurên wî hebûn ew jî ev
in: Hecî Salih, Hecî Mihemed û Ebdilezîz.
Li derdorê Pelêsiyê çi heye?
Li rojhilat Aava Mezin e ( çemê Diclê) lê ji
Pelêsiyê ava mezin xwiya nake çimkî Pelêsiyê di
newalê de hatiye avakirin.
Li rasta Pelêsiyê ava Hîzil tê tevlî Ava Mezin
dibe û herdû çem dibin yek û bi başûr de diçin
dikevin axa Iraqa Federal.
Li rojhilat û başûr gundê Sê Malka ye. Gundê Sê
Malka raserî Ava Mezin dikeve. Li başûrê Sê
Malka gundê Xanikê ye, ( gundê Xanikê file –
xiristiyanî- têde ne) di navbera gundê Sê Malka
û Pelêsiyê de kavilek heye jê re dibêjin ( Xirab
Rûnk) hin ji gundiya dibêjin ev kavil di dema
berê de gundbû çimkî hîn goristana wan xwiya ye,
hinê dî dibêjin na berê Xirab Rûnk Pelêsiyê bi
xwe bû, lê piştî ku hatiye xirakirn, nema hatiye
avakirin, çima jiber çi çilo çawe ev yek kes
nizane lê kevnahiya gund xwiya dike.
Li hêla başûr Sefan e, lê mixabin îro ava Sefên
nema ye, beriya çend salan mirov nikarîbû li
Sefên bide hingî av boşbû, li ber Sefên wek
hewingê bû hingî dar û ber li herdû rexên Sefên
hebûn hin ji wan darên fêkî bûn wek xox û mişmiş
û tirî û goz incas, hermî û hejîr, hemî rengê
fêkî hebû, wekî dî darên biyan û sipîndaran û
tûtirk û gez û qeram û çîtik lê îro Sefanekî rip
û rût maye li wir. Li başûrê Sefên Kêla Celê ye,
ta nuha cihê mexfera Ferensiyan xwiya ye li
biniya Kêla Celê gundê Çem Çêlek heye, ev gund
şerabî têde ne, dibêjin kurê Nayifê Koçer ev
gund bi çêlekekê û tenekek rûn firotiye
şerabiyan. Li rojavayî Çem Çêlek du gund hene
navê wan herdiwan jî Elî Gamêş e, yek ê mezin û
yek ê piçûk e. Ev herdû gund Xêrika têde ne. Li
rojavayê Kêla Celê gundê Toremîşa heye.
Li başûr hin tiştên din ên navdar hene wek Gir
Şerbik, ev gir raserî Sefên e, ji rexê Sefên de
mirov nikare here serê gir, ji hêla başûr ve
derketina ser gir zor e, ji hêla rojhilat ve jî
derketina ser gir zor e lê ji hêla rojava ve
derketina ser gir xweş e. Guhora totakê heye
dibêjin di zivistanekê de maleke koçer çûye konê
xwe li wê guhorê daniye, êvarekê şapek rabûye ew
mal li ber xwe biriye kes ji wa nefilitî hemî li
ber çûn û fetisî ne. Girek heye jê re dibêjin
girê Kuç. Li rastî Pelêsiyê cihek heye jê re
dibêjin Deriyê Cibrîl ew li ber Sefên e.
Li hêla bakurê Pelêsiyê gundê Xirab Reşk û gundê
Zihêriyê hene. Li rojava û başûr gundê Tilêlonê
ye.
Li hêla başûr û rojhilat gundê Xanemişkê habû lê
ez bawer im îro ji malekê pêve têde nîne.
Xanemiş di newalê de hatiye ava kirin ta ku
mirov neçe raserî gund mirov wî nabîne. Li hêla
rojava gundê Mozelanê heye. Li rexêdî yê Sefên
gundê Kengelo, gundê ku ji Pelêsiyê ve xwuya dik
Kengelo ye. Çimkî ciyê Kengelo bilind e û ciyê
Pelêsiyê nizim e. Mixabin ku van herdû gundan bi
salan dijiminatiya hev kirne û ji hev kuştinn û
gelek caran dost û dilêşê herdû malbatan
xwestine ku wan li hevbînin lê li hevhatin
çênedibû. Xwiya dike vê carê û divan rojan de
lihev hatin û hêviya min ew e ku ev bibe cara
dawî di nav kurdan de û kurd nema ji hev bikujin.
Di baweriya min de şerm e êdî kurd jihev bikujin
çi ku dijminê me, binê zemîne ji me dagirtiye û
li kî parçî ji parçê Kurdistanê mirov destê xwe
deyne ser xaka şêrîn wê destê mirov bikevê ser
xwîna kurdan ji ber ku li herderî dijminatiya
kurdan dihate kirin û tê kirn û têne kuştin lê
dema ku em xwe bi xwe dijminatiya hev bikin ya
herî xirab û ne xweş ew e ji lewma ez vê li
hevhatinê pîroz dikim.. Pîroz be ev li hevhatin
li malbata ÇETO ji gundê Kengelo û malbata HECÎ
EHMED ji gundê Pelêsiyê.......
|