|
Çîroka bêlingan
Ferîd Xan
Filitiye hefsar
Çavan li min daye
Ketî me ez
ji hespê û ji heyvê
Erd newêrek
ezman keviran digerîne
Çardeh ziravî
û xewnek şêlandî maye niha
ji newqa dîlberekê
di destên min ên ku
hesp filitandîne de.
Kevirê tûjkirinê û kêra min
Tûrê tîran û kevana min
Bendik, xencer û şûrê min
Ramûsana dîlberê û blûra min
Bi hespê re çûn
Bi hespê re çûn
Filitiye hesp
Dil li min daye
Ketî me ez
Ji dû risqê zarokan
Ketîme ser bêlingiya xwe
bê qidûmiya xwe
Peya nebûme, hatime xistin
ji hespê armancê
Êdî
Av ê ji min zûtir bigihîje gîha û darê
Ez ê dereng bimînim
ji nêçîrê, ji seydê
Di mal de welatek dê ji birçiyan bimire.
Bûme kevir
Ba dizane
Tîrên min ji mar kortir bûne
Çûk dizane
Padîşahê keremê do êvarî hat kuştin
Şûr dizane
Çardeh ziravî
û xewna dîlberê jî terka min dan
Aax, ji xeynê dilê min ê ku di kevir de sor û
reş lê dide
Sedemên vê çîrokê
Kî dizane,
Kî dizane?
-------------------------------------------------------------------------------
*Ji pirtûka Ferîd
Xan ya bi navê "Klîpa Marên Birçî"
Wesanên Belkî
2006/Amed
|