|
Sebrî Silêvanî
www.silevani.com
Heyamek e û nivîskar Dr. Kemal Seyîd Qadir di girtîgehên taybet de
li başûrê Kurdistanê – berwext - pêrgî çarenivîsa xwe ya nepenî dibe.
Pirraniya alavên ragehandina kurdî – soranî – li ser bûyera girtinê
rawestiyan belê hêj ragehandina kurdî – kirmancî – bêdeng e û ne
amade ye hestdariyê li gel desthelatê biafirîne ji ber ku – behra
bêhtir ji wan dezgehên ragehandinê - li bin sîha desthelatên cuda
cuda de - tinê wek gewde - mezin û perwerde dibin û propagendeyan bo
wan dikin û peyamên wan yên ramyarî bi zimanek din werdigêrin dûrî
prensîpên rojnamegerî û medyaya saz.
Ragehandina soranî – rêjedar - bûyer bi kar hîna û hewl dide
biselmîne ku ew ragehandinek sivîlane ye û ragehandina sivîlane jî
ango serbixwe û saz û azad belê ragehandina kirmancî – rêjedar -
diselmîne ku ragehandinek kilasîkane ye, ango ragehandina partiyên
siyasî û kesan, alavek ji alavên çewsandin û biserdebirina gelan.
Wek helwîst û li gorî akarê nivîskariyê, herwesa li gorî xwandina
min bo gelekiya nivîsarên nivîskar Dr. Kemal Seyîd Qadirî, ez
dikarim bibêjim ku wî rexne bi awayek nerênî bi kar hînaye, ziyan
gehandiye pêkhate û têgehê rexneyê herçende hêj zimanê rexneyê li
nava civakên me peyda nebûye wek pêdivî, rexne ziman û damezrîngehe
belê hêj neheatiye avakirin. Wî dikarî sercem têbînî, daxuyanî û
pêşniyazên xwe bi awayek akadîmî bihîne ser zimên û di dezgehên
ragehandinê de arastey aliyên beramber bike û weha bibe alîkar û
hokar ji bo avakirin û pêşketina zimanê rexneyê bi taybet li nava
texên ronakbîrî û ramyarî.
Di pirsa daxuyaniyan û girtinê de gelek pirsyar û têbînî peyda dibin
belê bersiv na.
1- Ji ber çî Dr. Kemal Seyîd Qadirî helwîstek wesan sitand?
2- Ji ber çî ew şêweyên nesaz bi kar hînan?
3- Ji bo çî seredana Kurdistanê dike eger ku pêşwext pê hatibe
agehdarkirin ku di cihê lêpirsînê de ye?
4- Erê çima di demek wesan hestdar de ev birîn teqand?
5- Ew bi şêwazê derbirrînê û daxuyaniyên xwe ziyanê digehîne kê û ew
ziyan heta kîjan radeyê berpeyda ye?
6- Yan mifa û sûdeyê digehîne kê? Dîsan heta kîjan radeyê berencam
e?
7- Ji ber çî Dr. Kemal Seyîd Qadir û ne kes din?
8- Yan ji ber çî aliyê din - mebest – serokê herêmê?
9- Aya Dr. Kemal Seyîd Qadir tinê wesa dizhirîne yan ew yek e ji
gelek takekesên Kurd?
10- Aya aliyê beramber tinê armanc e yan gelek part û aliyên din?
11- Aya pirsgirêk kesayetî ye yan tevayî ye, û eger kesayetî be
nexwe çima bi awayek dadperwerane nahê serederkirin û li gorî yasa û
zagonê bihê çareserkirin ji bo paraztina mafê kesayetî bo herdû
aliyan?
12- Jixwe eger pirsyar ne kesayetî be, boçî aliyê sêyê peyda nabe ji
bo amadekirina zemîneyek saz û kêrhatî bo gotûbêjê?
* * *
Ji aliyê sinc û akarî ve diyardeyek pirr kirêt e ku takekese (
nivîskar, helbestvan, ramyar, bispor, zêrevan) alav û amrazên
berdest bi şêweyek xelet - nerênî - bi kar bihîne çunkî – dîsan
dibêjim – ziyanê digehîne têgeh û pêkhateyê rexneyê di qada
ronakbîriyê de li demekê ku pêwîstiya me gelek pê heye. Ferhenga
wêje û çandê bi giştî û ya kurdî bi taybetî ferhengek dewlemend e û
her peyvekê hevwateya xwe heye. Nivîskar, helbestvan, ramyar û
zêrevan, dikare hewl bide ku zimanê derbirrîna xwe pak û mukum bike
ji bo ku bigehe xwandevanan bê ku zatê aliyê beramber birîndar bike
belê mixabin birîndarkirina zatê mirovan bûye diyardeyek rojane û
nekês di nava civakên me de ji ber ku civakên me nasnameyên xwe ji
dest dane, tinê bermayikên serdemên dagêrkirinê ne.
Ez dê dîsan penayê bo ramana fîlosofê cîhanê Hîgl î bibim demê ku
dibêje: tinê di civakên nesaz – ne saxlem- de buhayên mezin dibin
qurban bo bûyer û derbirrînên biçûk.
Li gor felsefeya Hîglê mamosta, mafê min heye ez vê pirsyarê arastey
herdû rexan bikim:
Dr. Kemal Seyîd Qadir, çima tu pêkhateyê wêjeyî, çandî û hizrî,
herweha binyadê avakirina zimanê rexnegiriyê ( wek buhayên mezin)
dikî qurban bo bûyer û derbirrînên biçûk?
Herwesa aliyê beramber, çima tu pêkhateyê neteweyî, nîştîmanî,
dîrokî û yasayî dikî qurban bo şêweyên serederiya neguncayî?
Mafê neteweya kurd heye ku lêpirsînê bixwaze ji bo paraztina têgeh û
pêkhateyan..
Ew peyvên seqet û kirêt dûrî ferhenga edebî û rewşenbîrî ne û hergîz
nikarin peyama rewşenbîriyê rabigehînin lê belê di heman demî de
şêweyê girtina nivîskaran ji aliyê paraztin yan asayişê ve şêweyek
nedurist e ji ber ku wî çaxî nikûliya - înkara – destûr û yasayê
dihê kirin, herwesa nikûliya dam û dezgehên din wek dadgeh û polîsê
sivîlane bo nimûne.
* * *
Serokê herêmê Mesûdê Barzanî, ew jî wek her kurdek din takekesek e
ji komelgehê kurdewariyê lewra erk û mafên wî jî hene û pêgirî bi
wan erk û mafan hevwelatiya wî diselmînin. Herwesa Dr. Kemal Seyîd
Qadir jî gerek e ku wan erk û mafan nas bike û pêgiriyê pê bike û
weha civak saxlem dibe û werarê dike.
Hevwelatiyê saz binyadê civakek saz e û civakê saz binyadê dewletek
saz e.
Wek teyorî dibêjin ku yasa di ser hemûyan re ye û em herroj
dibihîsin lê belê wek praktîk me mirade ku carekê bibînin.
Nebûna yasayê herra û ajaweyê peyda dike û herra û ajawe jî ziyanê
digehîne hemî têgeh û pêkhateyan, bê awarte.
Arastekirina rexnyê bo her kesê, tenanet bo serok û rêberan jî,
diyardeyek newaz û erênî ye û niha ji her demek din bêhtir pêwîst e
bo me wek Kurd belê, arastekirina civîn û cinêwan kêmsaî ye û astê
hizr û ramana kesan dide xuyakirin.
Bi zehmet kesayetiyek ronakbîr - ronakbîrê rasteqîne li gorî
binemayên ronakbîriyê – şêwaz û civînên nivîskar Dr. Kemal Seyîd
Qadir î saz bibîne yan erê bike yan jî bo xwe bipejrîne belê di
heman demî de bi zehmet xweristeyek rewa bide aliyê beramber ji ber
awayên girtina nivîskaran û awayên serederiyê li gel wan.
Fîlosofê Holendî B. Sipînotza dibêje: pêwîst e ku em 100% ê bi azadî
bihizrînin yan bi êkcarî nehizrînin!
Lê, hêj kesê negotiye ku arastekirina civîn û cinêwan mafek rewa ye
bo nivîskaran yan girtin û çewsandina nivîskaran mafek rewa ye bo
desthelatan.
Pirsyar:
1- Erê çima Dr. Kemal Seyîd Qadir î bi zimanek pak û rehwan peyama
xwe ne ragehand?
2- Gelo zimanê kurdî zimanek ewqas kêm û pîs e? Ma qey bê civîn û
xeber kes nikare gotar yan nivîsara xwe rabigehîne?
3- Erê çima di dem de nehat ragehandin ku ew girtî ye?
4- Erê boçî hêlan ku pirsgirêk bigehe aliyên biyanî li astê
balyûzxane û wezaretan? Ew di berjewendiya kê de ye û Kurdistan di
dûrêyanek dîrokî de derbaz dibe?
5- Ji ber çî bispor, ravêjkar, nivîskar û ronakbîran hewl nedan ku
bi şehrezayî wî tevnî birêsin û dengî jê nehînin, ango bi awayek
şaristanê - taze û hejî - hestdariyê bi dumahîk bihînin?
6- Kanî rolê wan kesan? Yan tinê hevalên berîkê û xwarinê ne?
7- Ma qey nivîskarek nebû ku wek nûner bi alavên guncayî serederiyê
li gel Dr. Kemal Seyîd Qair î bike û wek ku dibêjin bibe ( ehlê xêrê)?
8- Di berjewendiya kê de ye demê ku Dr. Kemal Seyîd Qadir civînan
arastey serok herêmê dike?
9- Di berjewendiya kê de ye girtina Dr. Kemal Seyîd Qadir î û ev
herraya ku roj bo rojê berfireh dibe?
10- Ez piştrast im ku ne serok herêm qazanc dike û ne jî Dr. Kemal.
Belê pirsyar eve ye: nexwe kî qazanc dike?
serarey siyaseta rijêma îraqê ya daketî û hemû tawanên wî di derheq
neteweya me de belê carekê tenê jî me wek nivîskar - bi kêmî ez
behsa xwe bikim - civîn û cinêw arastey wî nekirin. Ev bi serê xwe
taybetmendî ye û gerek e ku nivîskar hewl bidin wê taybetmendiyê
biparêzin hekerna dê çi cudayî di navbera kesê nivîskar û kesê
nenivîskar de bimîne?
|