rojava@rojava.net

 
   


Ewrê xwe...

rojava.net 20.11.2005

 

 


Nezîr Melle


Ewrê xwe berdida
Û dûmana şevê bi dil dilîze,
agir dilorîne
Ahîn bi ahîn
pêlan dide ber Maçên ba..
Ariya kenê xwe vala dike.
Û ji tirafa gulekê du sêv çêdibin.
Yek di destê aramiyê de işk dibe
Yek di axa hêviyê de digindire ber ava xewnan.
Ronahiya veşartî şiyar dike
Kûzê meyê dihejîne
Mestiyê bi ser goşiyên evînê de kom dike
Torbeyê şiyarbûnê ji xewê re vekirî dihîle
Û sazê dide ber dîlana lêvan
Û lêvan dide ber mestiya peyalan

Ewrê xwe kom dike
Û dûmana şevê berdide ser siha dil
salên sermê
serma salan
li germahiya dil pellû dibin
sal dibin gewdin hesinî
bi ser dergehên paytextên berfê de tên xwar
bi ser kerwanên tozê de dibin baran..

rûçikên mîna nermahiya gihê
bayekî hênik berdide nav barrîna berxan
bêhnê difûrîne
gul dixile
mehderê diçirisîne..
ji dêman, şînahiyê diherikîne ber salên qilixiyê
gundên har terhên daran sipîdikin
bazinan didin jinên şîr....

ewrê xwe belav dike
û pesar dûmanê dimije
keça birînê şûran seqa dike
Xortên gernijî xwe didin ber sawa evraz
Dilavîn ji darên şevê têne xwar.
Bi ser temenê rût de kirasekî ji postên zivistanî dibarîne
Bedekar pîlaxan ji baranê dişon
Lîlav germahiyê dirjîne kûrahiya fêrmîskan
Mîrok zuha dibin
“Gosirmetek ji kanê”
mencelok bi mencelok,
zuşt bi zuşt,
mirûs bi mirûs,
bi ser ezamnê mawerê ve tête xwar
bi ser toza kerwanan de dibe şima.
Û stêrkên bê deng xumar dibin
bi lêvên qermûşkî ve revende dibin.

Û ewrê xwe dîn dike.......




 




 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin