|
Helbest:
Karin Ahrens
Werger: Tengezar Marînî
1. Yörük wate Gerok
Bicihbûnek e
nexweza ye
Ji bo hindek
nebicihbûyan.
Gavek
di rêçên gumrikê de
Yörük
wate gerok
Bêrawestan
bîr
weha azad
mîna refê pêşiyan,
dîlanger
Dil
li ber gopîtka rûbarekî
Yörük wate
gerok
bi xêr bêy,
bella Ciao.
19.04. 1999
2. Bo Erich Fried
..
Û
dema bibim
130
êdî, dê cindîbûna kalbûnê
di ser xwe re, têwer bikim.
Riha xwe berdim
û
kêfxweşiya xwe
li nav
pirça gewr
rengorengo bikim.
3. Mala Min
Mala min
ya min jî mal
malbata min
mala min
malbata min î
bêgane
Mala min î hêwirxanî
malbata min
xaniyê min
deverek e
tenê peyvek e
Malbat
li mal e
di peyvekê de
malbat
malragirtin
Ev mal seknek e
an jî deverek e
an jî malbatek e..!?
Peyvê rawestîne
mala min.
2000.
4. Blus a nîvê şevê
Şîn e nîvê şeva min
û sor û kesk û zer
sor evîn e
Çirîskvedana heyvê ye
Stêr roniyên zer didin
mîna zerekî di cilwazên şîn de.
roj hate valakirin
Saet hatin avêtin
mîna komkirina yariyên xanîavakirinê
biçûkbircek-kevanek-pirek
ji bo rojeke nû.
Blus:
rengek ji stiranbêjiya inglîzî ye, ku grûpek mûzîkê ji Paul Mcartny
kesên din bûn, her weha John Lenon jî serkêşê vî şêweyî ji mûzîkê bû
5. Sîbera darê
Sîber, a darê
li ser darên
sîberê
sîber, a daran
li ser sîbera roniya daran
li ser daran
û sîberên wan
li ser roniya
daran
û sîberên wan
ên li ser darên
roniyê.
Û ronahî
ronahî
sîbera ronahiya
daran
li ser darên sîberan
û sîbera ronahiyê
Ronahiya roniyê
li ser daran
û sîberên wê
li ser daran
Bi kû ve?
Bi kû ve sîber vedikişe
sîbera ronahiyê
li ser daran
û roniyê
ronî
bi kû ve
vedikişe ronî
û sîber, a wê
li ser daran
bi kû ve?
6. Ya Allah
Pistepisteke lawaz
pispisandineke biçûk tenê
mîna
dema mirov lêvan hêdî hêdî bilivîne
derya xwe vedikêşe
Sînik..
xişrekî spî li asoyekî şîn
tiliyên awiran xwe berbi
welat ve dikişênin
Kêzikên rojê
baskên di heriyê de
sarkir
Tu caran ne cihekî, ku cihekî behweriyê ye
dema ez
Dil
dil
dîlan
ez rê didim ejdehayê xwe yê biçûk bilind bibe
Li weşê- û bayê berjor li gomê ye
Hunerek e jî ev
tenê yazdeh
bi erdê ve perçem dibe.
Norddeich/ Hannover
10.08.98
7. No Puedo vover atras
Viktor Jara
Di wê katjimêra
berî êvarê
li dawî
Sotayî bûn petatên êgir
êrişkiribû
bîna pincaran bû
payîz
Nexweş e pirr
dûrî
lingan
wan vedikêşim
nêzîk
berbixwe ve.
3.11.00
8. Ez Û Ew..
Di sêşembekê de,
an jî havîn bû..?
Jinan li derve
şerşefên xwe yên rengîn
daleqandibûn.
Min jî.
Lihevketina baskan.
bi bê re firiyabûn
Min li..
bilbil guhdarî kiribû.
Belê mîna mirovekî
ji xwe vebêjiyabû
ew
fîtik bûn.
Prometheus
perîkên perwanan
ji bo lêvên xwe yên tenik
yên guliyane bi kar anîbû.
Li wir bêhinferehî piştî
tundbaziyê! qêrîn! westan!
peyda dibe!
Şermînî û poşmanî
xwişkên xerab
sûnd bi tiliyên xaçkirî
xwaribûn,
da xwe baş bikin.
Xijikandina
bi ponijîn
ta navîna
rojê.
Fêrdarbûnên pîroz
ji nûha ve
nû li ser
textik raxistibûn!
Li ser paltoyê
dîroka gerdûnê
ez dê hemî
têbîniyan
yên jiyanê ji min re
hilabûn,
daleqênim.
|