Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane

 

 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:04

Selîm Berekat


Mohirdarê Bêhûdeyiyê

Selîm Berekat

wergerandina ji erebî: Ehmedê Huseynî

Peyva rewanbêjiyê Ji boyî dîkê mala "Remo" û ji boyî qantirê "Zêrê" tête xemilandin; bo mirovan jî gotara(xîtaba) helkehelkê.
Her yek û sihirbaziya xwe, ca guh nedin tu kesî hey zarokino.
Dê ji we re bibêjin ko çendîn hezkirine, çendîn westiyane û çendîn bi cegerdariyan rê li ber bagera qederên xwe girtine. Dê we bi kar bînin; dê we ji boyî wan tiþtên ko nikarîbûn bi destxînin bi kar bînin û mîna pisîkan dê we hêdî hêdî ber bi himbêzên xwe ve bilind bikin û dê bi kurtepistî ji we re bibêjin “Þev baþ hey zarokên sernerm“.
Guh nedin tu kesî. Xew nekin. Bi bîntengî lihêfê ji ser xwe bavêjin, û ji ser textên xwe dakevin û ber bi derî ve birevin, dema hûn gihiþtin derveyî hewþê dudil nebin çinku tirsa rasteqîne ne ji þevê lê ji rojê ye. Dudil nebim, ez bi xwe amade me ko cîgehê xweveþartinê þanî we bikim, li wir, ne avahî û ne jî dibistan hene, dema ku heye dê ji boyî we be. Cîgeh jî bêxwedî ye, hûn dê bikaribin bi hêsanî dek û dolabên xwe ji boyî giyanan birêsin, hûn dê bikaribin ta ko zemîn tar û mar bibe bikenin.
Werin! Ez dê berê we bidim çolistanê, ez dê berê we bidim guveguva nediyar a bêdengiyê, ez dê berê we bidim bargeha çeleng a qederan, qederên ko êdî dê nema li bin guhê sûra "belediyê" û darên xweþrêzkirî yên bexçeyê "waliyê" bajêr bikevin. Em dê bi dorê xwe ji ber çavên hevûdû veþêrin û em dê agirên biçûk li hawirdora þojiyan vêxînin, em dê awayê wawîkan bikin û ber bi bexçeyan ve bilezînin û em dê sebzeyan mîna wan bixwin, dema ko em biwestin jî em dê di qul û terkan de razin.
Ez dê berê we bidim golan, em dê xwe rût bikin û dakevin avê da ko em kuliyên mirî û hêkên maran berhev bikin. Em dê kevz û çêçkebeqan bavêjin hev û dema ko em birçî bibin em dê kereng û tirþok û pîvongan bixwin. Ez dê we bibim wî rexê ko tu kes ji bilî me nabîne, rexê sihirbaz, rexê serbiçavkirinên mezin, rexê ko demsal serçavka mirovan li xwe dikin, rexê ko keroþk û ewr ji yek kunê derdiçin.
Ji min bawer bikin zarokino! Eger em hevrêtiya taristanê bikin em dê di terkên biçûk ên tabûtên kûrahiyên xwe de þahinþahiyên ko hêjî neherifîne bibînin, li wir, ew ‏ahin‏ahî, li ser tixûbên çolistanê, bi xweziyên jibîrkirinê hatine xemilandin, û li ser sûrên wan ên morane (þîrkî) xweþî henekan bi simoreyan re dike.
Ez we naxapînim, na. De li perwerdekarên xwe temaþ bikin, yeko yeko hewl didin da ko qonaxên we qonaxine hendesiyane bin, li pêþberî we kumê zanînê didin serê xwe û dema ko piþta xwe didin we her yek ji wan ber bi dek û dolabên xwe ve diçe, barkêþ û xwedanên zeviyan, kemyon û hikûmet, kazîno û qumarbaz, jin û dîk, pisîkên sergerdan, ewr û Xwedê. Her yek bi ser dek û dolabên xwe de diçeme. Lewra qet ranezin, bila çavên we li dê û bavên we bin, eger razan, êdî bidin pey min.
Ji boyî sazkirinên mezin derbarî terþ û gîhayan de em dê planên xwe amade bikin.
Ji boyî ko em derbasbûna erebe û galîskan di vê riyê û di wê riyê de qedexe bikin, em dê planên xwe amade bikin.
Ji boyî ko em qantirê bêdeng bikine mîna pilingekî em dê planên þoreþgêrane amade bikin: De hema piçek niþadir têxin tabûta wî û bibînin bê çi bi serê wî tê..
Ji boyî vemirandina þewatên ko em vêdixînin em dê planan amade bikin.
Em dê ximavê(hibirê) bi ser cilên xwe yên ko em ji wan hez nakin birijîînin da ko bavên me ciline nû ji me re bikirin.
Em dê pêlavên xwe li bin guhê keviran bixînin da ko biçirin, em dê zerikên parsekên li ber dergehê mizgeftê birevînin da ko em xerciya xwe bi dest xînin.
Ne ko ez we ji ser rê dibim. Cîgeh bi xwe we ji ser rê dibe da ko hûn hêjayî wî bin, de beriya ko yên dîtir cengên xwe dadin hûn dest bi cengên xwe bikin, û bidine pey min.

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!
 

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1