Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane

 

 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:05

kovara Zend

 

KOVARA ZEND BI NAVEROKEK TÊR Û TIJE DERKET!

Amadekar:Mehdi Cilgin

Hejmara payîzê ya kovara lêkolîn û lêgerînên zanistî Zendê, ku ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê weşandin, bi naverokek têr û tije derket.

ZEND BI NAVEROKEK TÊR Û TIJE DERKET!

Hejmara payîzê ya kovara lêkolîn û lêgerînên zanistî Zendê, ku ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê weşandin, bi naverokek têr û tije derket. Ligel gelek nivîsên cur bi cur, dosyaya ku li ser mijara “Perwerdehî û Ziman” hatiye çêkirin balê dikişîne.

Mijara bingehîn perwerdehiya kurdî ye

Hejmara Zendê ya payîzê, bi naverokek dewlemend derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di demeke ku axaftin û perwerdehiya bi zimanê kurdî ji her demê bêhtir ketiye rojeva saziyên kurd de, di Zendê de jî li ser mijara perwerdehiya bi zimanê kurdî dosyayek berfireh hatiye amadekirin. Di dosyayê de, M. Sadik Varli li ser mijara "Rêbazên Fêrkirina Perwerdehiya Zimên", Ronahî Onen li ser mijara "Hîndekariya Zarokan a Zimên", Laura Boulden li ser "Girîngiya Perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî" nivîsîne. Li gel vê yekê, di warê pratîzekirina zimên a di jiyana rojane de Cuma Çîçek bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Pêşniyazeke Planeke Giştî ji bo Azadkirin û Bilindkirina Statuya Zimanê Kurdî" û Ezîzê Cewo jî bi nivîsa xwe ya sernavê "Ji bo perwerdehiya zimên bingeheke zanistî pêwîst e" tevlî dosyayê bûne û fikr pêşniyazên xwe der birine.

Hin nivîskarên din ên nivîsên wan di nava dosyayê de cih girtine jî ev in: Nejad Ayaz; "Rewşa zimanên hindikahiyên li Spanyayê", Serdar Rûşen; "Zimanê tirkî di dibistanan de çawan bû zimanê fermî", Mamoste Qedrî "Seîdê Nûrsî û ramanên wî yên der barê ziman û perwerdehiya zimanê kurdî de"...

Dîroka rojnamegeriyê ya Rojhilat û Başûrê Biçûk

Di vê hejmara Zendê de, tişta ku herî zêde balê dikişîne, zêdebûn û pirenginiya nivîsan e. Cara yekem e ku kovar derketiye 128 rûpelî. Loma jî ligel nivîsên têkildarî zimên ên berfireh, gelek nivîsên din jî di vê hejmara kovarê de cih digirin. Nivîskar Konê Reş bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Di sedsala dawîn de li Başûrê Biçûk rewşa perwerdehî û rojnamegeriyê" û Kakşar Oremar jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Dîroka Rojnamegeriyê ya li Rojhilatê Kurdistanê" rewşa rojnamegeriya kurdî ya li her du parçeyan bi berfirehî radixin berçavan.

Pirsgirêkên zimên ên teorîk

Îbrahîm Seydo Aydogan, di nivîsa xwe de li ser mijara "di kurmancî de sîstema deman" sekiniye û di vê hêlê de hin tespîtên nû kirine. Zana Farqînî jî di nivîsa xwe de li ser "Helwesta Saziya Zimanê Tirkî ya li dijî zimanê kurdî" sekinî ye.

Hin nivîsên din ên di Zendê de cih girtine jî ev in:

* “Zimanê nivîskî bê pîvan nabe” Samî Tan.

* "Li Bakurê Kurdistanê endemîzma rihekan" Edîp Polat.

* "Der barê Îdrîsê Bidlîsî de çend belgeyên dîrokî" Kerem Soylu.

* "Polîtîkaya Mustafa Kemal a li ser kurdan" Hasan Ozguneş.

* “Li ser heskîfê lîstikên qirêj” Recep Kavuş.

* “Gelparêz û niştiman perwerê hêja Mele Îsmet Kiliçaslan” Mele Reşîd.

* “Me Melayê Cizîrî fêm nekiriye” Celalettîn Yoyler (hevpeyvîn: Yaşar Eroglu)

* “Helwesta hin rexnegirên kurd” Mustafa Borak.

Bo têkiliyê:

0 212 518 70 42 e-mail: zend@enstituyakurdi.org

Amadekar:Mehdi Cilgin

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!
 


 

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1