|
Sebaret Bi
Ehmedê Huseynî, Bi Duh û Îroya Xwe Ve Pêşekek Li
Ser Pêwendiya Şoreşê û Wêjeya Kurdî
Kawa Nemir
I
Pêxember Mihemed, di heyna damezirandina sazî û
dezgehên xwe yên dewletî yên îslamî de, rojekê
ji Hesen Bîn Sabît re dibêje, “Li dijî mişrîqan
zeman (hîciwan) binivîse, di vê riyê de wê
Cibraîl bi te re be.” Gava ku em wiha bi carekê
ve bîr û bala xwe berdin ser kûraniyên wan
nimûneyên li ser vê mijara sext, ku hema em
dikarin bibêjin bi hejmarên xwe qiyametek in û
ji sazî û dezgehên dewletî yî pêşîn ên sumeriyan
û vir ve ye di hemû qonaxên hilweşan, çolbûn û
vedameziranan de bi heman awayan derdikevin
mexderê, em dibînin ev babeta ku lêkdana di
navbera layenên gunehkar û gunehbar1 de tîne,
hem gelekî nû ye, hem jî bi têra xwe kevin e. Nû
ye, ji ber ku, xasma ji bo qorziyên çandî û
hunerî yên kurdan, ji bela ku hîç bi rastî û
duristî nehatiye helsengandin, nû ye; kevin e,
ji ber ku feleka em kurd tê de, bêyî ku şoreşa
zimanî (linguistic) bînin bîra xwe bi awayekî
çawalêhato û bergirtî û sergirtî, bê rê û rêzan,
qaşogiravî, helbestê dinivîsin, dizivire û bi vê
babeta xwe re birek guftûgoyên nû li yên kevn
zêde dike, kevin e.
Yekî dil û cegerdarî hebe ku rabe pirs û kêşeya
şoreşê û wêjeyê helsengîne (Di vir de, mebesta
me ne şoreşeke çekdarî ye, an jî bizavek e, ku
li jêr pêşengiya partiyekê hilweşandina dirûvên
hişê kevn bike, di şûna wê de qonaxeke nû bîne;
mebesta me ji vê yekê, şoreşeke wêjeyî ye, ku
xwe bispêre zimanekî birêkûpêk, bi destê
wêjeyeke nûjen awayên nû yên ramanê pêk bîne!),
rahiştin û hilgirtina vî barî û vê barûdoxê
zehmet e. Bi ser de jî, ev kesê/a navborî, bi
nasnava xwe kurdekî/e tepikwalgêr2 be, qiyametek
zanyarî, têbînî û hayjêhebûn kêm in di dêst de.
Gava ku George Orwell, di salên 1940î de, bi ser
nasnava nivîskarî û rewşenbîriya îngilîzî de bi
dînamîk û birhanên wê yên stylea jiyanê (hemû
rewş û awayên ku li jêr tesîra xwarin û
vexwarinê, wergirtina cil û bergan,
hilbijartinên xwendina pirtûkên kategoriyên cihê
cihê, hemû awayên têgihiştinê û ramanê pêk tên),
bi pêwendiya takekesî bi hişê dîrokî re (bo
nimûne, di sedsala 16emîn de şewitandin û
têkbirina hemû keştiyên spanyolan, şerên Boer û
Flandersê di zik hev de nimûneyên zanyariyên
dîrokî ne, ku di binhişên îngilîzan de kêm zêde
her hewiyane), bi karsaziya dêwê heftserî ya ku
di sedsala 19emîn de rê li ber geşedan û
kawdaneke mezin vekir, bi qesirbendiya bajarên
bakur û başûrê Îngilistanê yên di binê qîra reş
a palûkeyan de mayî, bi derûnên cihêreng ên
mirovên bakurî û başûrî vedibe, gelek zanyariyên
kitekit, gelek xwendinên balkêş ji wan gotarên
xwe re dike xerc û bingeh.3 Pirs û serêşiya
Orwell ev e:
“To accept civilisation as it is practically
means accepting decay.”4
Îro ro, bi gotina rasterast, serêşiya kurdan a
afirandina wêjeyeke ku xwe bispêre şoreşa deqên
gelekî konsantre, ji sedî sed tiştekî wiha ye.
Reng e ku were gotin, -dîsa ew guftûgoya kevin î
pûç-, Orwell kurê nifşekî ye, ku bi giranî ji
komek nivîskar û helbestkarên rastgir î wekî
Rudyard Kipling, William Ernest Henley, T. S.
Eliot, Ezra Pound û ta dawiyê pêk tê û em pêşî
li nimûneyên xwe binihêrin, lê belê dîsa jî em ê
gotina xwe texsîr nekin û derba gotina xwe lê
din: Kar û barê me hewldana têgihiştina
fenomenan e, ne rexnekariyeke bêfîşek e, ne
tîrbaziyeke korane ye, ne belengaziya nivîskarî
û helbestkariyeke bêxwendin û pirnûsî û
sergêjiya peyvan e û ne jî durûtiyek e, ku her
kesek, bi şertê ku ew jî bi wî rengî were
dilxweşkirin, bide binçengên yekî/e dîtir. Kar û
barê me, bi riya kûrkirina gotinên rojane, bi
riya ziravkirina destnîşankirinên qelew,
rûtkirin û riswakirina bêbextiya takekesî ye, ku
ev jî bivê nevê bi zêdebûna mil û destên xwe yên
heram civakê amorph (bêteşe) dike, sexteriya
nivîskî vediguhere sexteriya gelemperî, odeyên
dîwarên wan zer ên partiyên siyasî, tê de rû û
sikûmên çilmisî, xiloxwarî, terîşterîşî,
pirtîpirtî zêde dibin, bazara nezaniyê dibe
mezintirîn û firehtirîn bazara bajar û navçeyên
Kurdistanê. Her wiha xuya dibe bê çima kesên
siyasî yên ku di qorzî, meqam û taxên xwe de
bûne sûretên serdest dikarin wekî rewşenbîr, bi
rayeya rewşenbîriyê li ser navê me nivîskar û
helbestkarên kurd gotaran bidêrin, di hindek
kampanyayên li ser navê parastina pîroztirîn
nirxên kurdî de îmzeyên xwe bi hêsanî biavêjin.
Sersebebê vê pêkanîna bermeqlûb em in gelo?
Bêguman em in. Duha me bi ser piştê ketiye, ew
tîpên bi navê Ökkeş û Allahverdi yên faşîst (bajarên
wekî Qers, Îdir, Elezîz, Meraş û Erzirom ên ku
şûrên xwe di nava Kurdistana Bakur de li ser
serê kurdan kil dikin) ji selçûqiyan bigirin
heya niha gav bi gav xwe dirêjî nava welêt
kirine û dikin, îro ro, îroya me ya ji zimanê
xwe yê zikmakî bêpar ji niha ve siberoja me ya
tarî bi me dide xwendin, aşkera dibêje, wê
zarokên we yên ku ji vê rastiya berbad bizeyin
ji we bi xwe re bixwînin meydan û ferman e!
Lewma bi hişekî kûr, bi bînahiyeke awirtûj, bi
xebateke rewşenbîriyane têgihiştina fenomenên
qonaxên ciyawaz li ser me ferz e û pêwîst e em
di mijarên ku me têvedidin stûxwariyê de li hev
bigirin, li hev nebihurin.
Ev şêl û tevgera me ya dijwar, ev zimanê me yê
no û tûj î em di vir de bi kar tînin, dê bihêle
ku em li gel kêşeya gunehkariyê û gunehbariyê
tawanbarên xwe jî destnîşan bikin, bi wî awayî
herin ber dergehê Ehmedê Huseynî.
Dawe miriye!5 Pêwîst e mirov vê daweya mirî çawa
fêm bike? Gelo bi wateya xwe ya doz bi qasî ku
êdî nema bikaribe ji erdê rabe piştşikestî û
mirî ye, an jî bi vê serîhildan û raperîna pêşî
çekdarî, paşê siyasî re em pê bawer in nêzik e
ji ziman, çand, wêje, huner û behre û zerengiya
kurdî re (mebesta me bo niha kurmancî) derî û
delîlek vebe? Ev gotina ku wekî gotineke rojane
xuya dike, wê cara yekem ku li Amedê ber guhê
min ketibû, ez bi ser de ponijîbûm, min gelek
wateyên zêrîn lê bar kiribûn. Îro ro, li nava
kurdên ku meriv nikare qirşê xwe bide ser bendên
wan, hêjahiya gotinê winda ye. Gotin kelam e,
xwe navgêrî (arasteyî) girse û komên xelkê dike,
di nava zeman û mekanan re gav bi gav hêza xwe
zêde dike, gel an jî cimeatê bi hev ve kîp dike.
Sêhra ku projeya netewebûnê pêk tîne ev e, lê
belê ji ber ku hê ji destpêka projeyên wiha de
kurdan projeyeke wiha nebûye, ji ber egerên
navxweyî û dereke, ji ber ku wateya kûr a bi
kurmanciya spehî ya gotina agirê te bitemire ya
kurdên êzdî, ji xwe re delîve nedîtiye ku bijî û
kurdiyê demekê dest pê kiriye di astên jorîn ên
civaka kurd de ji ber desttêwerdanên dereke hema
hema tesîbkêşiya pîrozgotinên erebî, farisî û
tirkî kiriye, karîgeriya gotinê, gotina ku di
pêşiya pêşîn de hebû, di derûna kurdan de bi
kêrî pênc qurişan nehatiye. Lewma jî, qelsiyê û
pê re jî sextekariyê û kurdbûnê çil pere ji hev
şaş nekirine. Heke yek niha li ber vê gotina ku
ji nebûna gotina xurt a li ser kurdan derketiye
rabe, em ê bibêjin, Ehmedê Xanî yê ku tekane û
yekem kesayetî bû projeyeke wiha bi riya Mem û
Zînê anî, îro ro, be daxayew, bi me re ye:
Yarî û birayî û muwaxat
Nabit bi riyaî-yû meqalat
Yarî ne hêsanî ye, cefa ye
Meqsûd-i ji yariyê wefa ye
Axir tu eger nekî wefayê
Ewwel mede ber xwe cefayê
Ango, îro di van şert û mercên vê sedsalê de, ku
êdî zimanzanî û disîplînên wê yên jêrîn mîna
qalikên pîvazê ji hev vedibin, xwendina jêra
deqekê ji xwendevanekî/ê bîrtûjiyeke gewre,
bînahiyeke berfireh û gelek xwendinên ku
bikaribin di peydekirina navikên deqan de
alîkariyê bikin divê, em nikarin vê jêwergirana
ji Mem û Zînê wekî çend replîkên melodramekê, an
jî soap operayekê6, an jî çîrokeke evînî
bixwînin û fêm bikin. Ne wisa ye! Em ji bîr
mekin ku Ehmedê Xanî bi qasî ku bi wan peyv û
gotinên xwe yên belengaz bikaribe strûktûreke
xwedîproje ava bike û bi vê yekê re jî beşdarî
hemû qonaxên dîrokê bibe ji me jêhatîtir û
zîrektir bû! Ev giş parçeyên projeyeke hezkirinê,
bihevdanhezkirinê, pevgihandinê, xurtkirinê û
avakirinê ne. Gotin di zahiriya xwe de perde û
xêlî ye, deq bi giştî di batiniya xwe de
îdeolojîk e, romansek e, lê belê rêkxistineke
xweşkar e, hilbijartinek e, ku ji hebûna Heşt
Zeylên Bihuştê ya Îdrîsê Bedlîsî rû ba dide,
berê kurdan dide desthilatdariya kurdan,
arîstokrasiya kurdan a ku li ser pevgihana
binemalên mezin î kurd bê damezirandin. Heke
wiha nebûya, me yê bi hêsanî bikaribûya bigota,
The Tempest (Bahoz) a Shakespeare esas bi tenê
xewnek e, sêwirandinek e, ne pêşniyareke nû ya
jiyanî ye, an jî Welatê Bejî ya Eliot ji
bêzariya wî ya ji şerê malkambax pê ve ne tiştek
e.
Îro ro, bi wateya xwe ya pêşîn a ku bibêje, doz
bi qasî ku êdî nema bikaribe ji erdê rabe
piştşikestî û mirî ye em nikarin bibêjin dawe
miriye. Lê belê ji ber ku pêwendiyên xwe yên
gelekî xurt bi sazî û dezgehên siyasî û hişê
leşkerî re heye, em ê bi xala duduyan jî rayî
nebin! Doz û dawe ne çareserkirina pirsa
kurdbûnê ye, pêşî ew e ku em tê bigihîjin bê ka
çi ye, tiştekî çawa ye, di ku dera dîrokê de bi
qinareyeke pola ve hatiye dardakirin, vê hebûnê
çima rengê xwe, dengê xwe, ahenga xwe, çêj û
ekla xwe winda kiriye. Em ê hê paşê bi ser
kêşeya çareseriya rizgariya fizîkî vebin.
Raperînên fizîkî yên ku xwe naspêrin gulvedan û
geşedana hiş, rê li ber kûrbûna afirandina bi
zimanê kurdî girtine, îro em hatine bi destê van
pêkanînan di şîzofreniyeke xedar re derketine.
Sedem rasterast girêdayî van xalên li jêrê ne,
ku em çendî dirêjî pê bidin jî, kêm dimînin:
1- (Ku em bi çêja Adorno bibêjin) Windakirina
hesta hişyariyê ye, ku bi destên ne rayedar, lê
raye(bar)ên kurdan pêk tê.
2- Sûdwernegirtina ji mîrateya xwe û ji ya
gerdûnî ye, ku rasterê riya me dibe ser pirsa
kelepûrê û zerengiya takekesî.
3- Peydenekirin û hewlnedana ji bo peydekirina
perspektîfeke dîrokî ya rast û durist e, ku
bikaribe dîroka kurdan û Kurdistanê binivîse, vî
karê bi têra xwe girîng ji perspektîfên zimanên
serdestan re nehêle.
4- Tênegihîştin, rûtnekirin, şermezar û
mehkûmnekirina rastiya ku barbaran (hêzên dereke
yên di welatên xwe de ji hev re cîranên dilpak
in, rê û kolanên wan fireh in, vîlla û
apartmanên ku tê de dimînin giş bi destên me
têne avakirin û navê vê yekê di hişê me aliyê
bindest de dibe şerê qezenckirina nanê rojane û
risqê zarokan...) kirine libateke laş û gewdeyên
me yên qewîn.
5- Bi tu awayî xwe rizgarnekirina ji dibistanên
wan ên ku hê em virnî ne bi derba xedar î pêşîn
me bi erdê ve cûm dikin.
6- Kêşeya nivîskar, helbestkar û hunermendên
kurd, ku di rastiya xwe de –çi qas bi kurmancî,
an jî bi dimilî binivîsin jî- pêşî di asta
jiyana rojane de bi nezaniya xwe ji hev re nepak
in, paşê di asta hesta dagirbûnê de ji dêvla ku
bibin şagirt û feqiyên dilsoz ên hosteyên
gerdûnî, hewl didin ku xwe bi nivîskarên dera
han ên serdestên xwe bidin hezkirin.
7- Peydenekirina delîveyên xebatên hevbeş î ji
bo demeke dirêj bidomin. Bo nimûne, kurd nikarin
bi hev re ji bo demeke dirêj kovareke ku bibe
heyameke xwedî mîrate, pirtûkxane, dorhêleke
rewşenbîr, kulîneke berhemdar bi rêk bixin, çap
û belav bikin. Di meseleyeke herî biçûk de,
çîrok heman çîrok e: Mange mir, dew bir.
8- Tênegihiştina parametreyên sedsalên ku bi
dînamîkên xwe yên civakî, aborî, kelepûrî,
siyasî, leşkerî û çandî ve rê li ber, bo nimûne,
derketina romanê, qonaxa devkî (çanda pêşîne) û
ya nivîskî (çanda duduyane)7, di wêjeyê de pirsa
îrlandîbûnê8, cezayîrîbûnê, di nava civakên
roavayî de rewşa ku helbest ketiyê, ku gelekî
kêm tê xwendin, sedemên ku dihêlin deqên pexşanî
û fîksiyonên zanistî gelekî werin xwendin û hwd.
vekirine. Birek helbestkarên me yên xort bi
avzêmên şêlî yên romantîzmeke şîzofrenîk de
çikiyane, hejmara helbestkarên mezin î gerdûnî,
yên ku ew bi riste û wateyên wan re çavnas bûbin
li ser tiliyên destekî nayên jimartin.
9- Di kêşeya kêmxwendina civakeke ji ber egerên
ku bi ya me heya niha êdî gelekî hatine
şirovekirin û helsengandin de li paş maye, bûye
diwaykeftû û namoyî, ew durûtiya me ya ku rê
nade em bibêjin, beriya bi milyonan gundiyên me
yên ku rûpelek nivîsa kurdî ji wan re tiştekî
mîtolojîk e, beriya komên xelkê kurd ên ku ji
berhemhênanê hatine qutkirin, di bajarên xerîb
hilnayên, nikarin di çandên serdestan de bihewin,
pêwîst e nivîskar, helbestkar û rewşenbîrên (siyasiyên)
me bixwînin. Xwendina ku em behs dikin, bêguman,
ne xwendina berhemên oto-asimîlasyonê ne, ne
xwendina helbestên Ahmet Arif e! Odeya xebatê9
ye em behs dikin!
10- Nekirina arkeolojiya peyva kurmancî,
tênegihiştina serboriya biwêj û gotinên pêşiyan,
bi her awayî bi rik bikaranînê dakokîkirina (tesdîqkirina)
jehra rêzimanên zimanên serdestan, ku mîna marên
teyar xwe şêlandine nava rehên kurmancî, bi tirs
û bertêka ku gel tênegihîje avakirina hevokên
kurt î lawaz, ku hê di sêrî de rê li ber avabûna
zimanê zanistê, felsefeyê û warên ciyawaz ê berz
(elevated) digirin. (Bo nimûne, romanên pêşîn ên
Mehmed Uzun) Tewer nezanîna rêzimanê kurdî,
zaravayên din, bi awayekî xurde bikaranîna
rastnivîsa kurdî, ew bêhurmetiya ku her car bi
destê nivîskarê zimanê kurdî li zimanê kurdî
têye kirin (Dîsa, romana Mehmed Uzun a bi navê
Tu,10 ku cara pêşîn e li Kurdistana Bakur hate
çapkirin! Di vir de, ez bêgav im bibêjim, ku ez
bûm lalome!) û hwd.
Bêşik û guman ev destnîşanên jorîn Deh Fermanên
Pêxember Mûsa nîn in. Lê belê çend nîşaneyên wê
awatê ne, ku Gerard de Nerval di Sedsala
Şanzdehemîna xwe de gotiye: “Huner li her derê
bi heman awayî ye, tu carî ne berhema xewnên
şêrîn e, ne berhema hesta rastkîno ya dîndariyê
ye, ne jî ya hesta ku xweza bi bayê bezê bestê
lê radike; huner sar e, bi birêûzêya hesabkirinê,
bi bikêranînê tê çêkirin. Zaroka rastiyê û
bedewiyê ye. Giloka wan raman û gotinan e, ku di
yek awayî de hatibin berhevkirin.” Mebesta me ew
e, ku em rezê ne tu rez bû, terezê jî lê xistiye
rizgar bikin û em pak dizanin, ev kar cila şil e
ketiye stûyê me zarokên vî nifşê ji ferhenga
hechecikan derketî.
II
“These wonders strange he sees, and many more,
Whose head is pregnant with poetic lore.”11
To My Brother George, John Keats
Piştî ku me çend têbîniyên ku dîsa jî nikarin
bêqidoşî û bêyomiya li ser serê zimanê kurdî (mebest
ji vê yekê kurmancî ye), bi vî awayî jî li ser
serê Helbesta Kurdî rût û tazî bikin, tune bikin,
hilda binê qeftê, em hinekî din nêzîkî Ehmedê
Huseynî bûn. Em ê careke din çend gotinên Gerard
de Nerval ji xwe re bikin rêber, dirêjî bidin
gotûbêja xwe ya navxweyî: “Erka helbestkarî/ê
ronîkirin e. Dijwariya zimanê wî ne ji xwezaya
wî, ji bûneweriya mirov a ku ew lê digere û divê
lê bigere, ji raza ku dora wî digire, ji tariya
helbestê bi xwe dizê.”
Em ê bînin bîra xwe ku Ehmedê Huseyniyê wekî
gewdeyê kurmanciya winda bi ser kaxiza spî de
xûz dibe, nebûna xwe ya dîrokî di takekesiya xwe
de dicivîne, dîroka peyva kurmanciya birîndar î
di destên sextekaran de mayî ji xwendevanên
bîrtûj û jîr re dike berdest û berhest, bi
lêkirina şevên sedsalên koçberiyê dîwana xwe
dike ezmûneya me ya hevbeş, rabûye ranebûye bi
vê tawana ku ew bi xwe guh nadê hatiye
tawanbarkirin. Ew çi qasî guh nede vê
tawanbariya sextekaran jî, em guh didinê û ji
xwe re dikin birhana serkeftina zimanekî ku
birînên wî kew digirin, êdî hêdî hêdî radibe ser
piyan.
Bêguman derdeseriya ku em jê re dibêjin Dîrok di
asta nivîsandinê de proseseke xeyalî ye, hêmayî
ye; ji kêliya pêşîn î dîroknûsê fermî dest
diavêje pênûsa xwe û prosesa afirandina ku êdî
dest pê dike tiştekî li derî qewimînê çêdike,
pêk tîne û pê de, hêwirzeyên ku li ser serên
nifşên bav û kalan geriyane diherikin ser
sermiyanê prosesa nû ya desthilatdariyê, da ku
sazûman û hemû dezgeh bikaribin li ser hîmên
sextekariyê û zordariyê bijîn. (Doza Franz Kafka
bînin bîra xwe!) Ev prosesa dîrokî, a
desthilatdaran e. Lê belê aya ev proses di hişê
gelên bindest de çawa pêk tê û diqewime? Bersiva
herî hêsan ew e mirov bibêje, ji eniya bindestan
de berxwedanek dest pê dike li hemberî vê xeleka
dojehî. Em ê jî bibêjin, di destpêka Şoreşa
Pîroz de perspektîfeke wiha ya ramanî her car
heye, bes mixabin ev yek çu carî di dîrokê de
nebûye şiûr, nebûye serencam. Ku wisa bibûya,
pêwîst bû trêna reş î navdar î Lênîn pê derbasî
xaka Ûris bû, paşê şoreşa mezin bi ser xist,
bikaribûya di salên 90î de di kominîzma bêdewlet
re derketa, bi milyonan sirgûnên xwe yên li
Sibîryaya dojeha spî ve li rawestgeheke şaş ji
şiveriyê derneketa, walnegeriya. Wa ye mîna vê
prosesa ku dîsa wiha pêk hatiye û min diêşîne,
pirs û kêşeya man û nemana zimanê kurdî jî
hatiye li ciyekî bi vî rengî asê bûye û aliyekî
çareseriya vê pirs û kêşeyê jî, helbestvanê me
yê xemgîn ê ku dikare ji hundir ve van çend
dîmenên xemgîn bibîne, Ehmedê Huseynî ye.
Di sedsala rasthatin û rûberiyeke wiha de,
beriya nan û ava me, beriya nivîn û banê me,
tiştê ku pêdiviya me pê heye, raman e; ramana ku
bikaribe xûzî ser pirsa zimanê me yê ku esas em
dikarin bibêjin şewitiye, lê îro doza sîmirbûnê
dike. Lewma bi ya min ne hêsan e ez bi riya
nîşandana hin helbestên wî bidim binçenga
Huseynî, da ku ew jî di pişika xwe de biwerime.
Mesele ne ew e. Ehmedê Huseynî qala vê prosesa
pêkhatina dîroka me ya ku me bi xwe hîç
nenivîsandiye dike, qala hişê dîrokî dike, qala
paşxaneya zimên dike, beriya ku li dora
nêzîktêdayîna estetîk a helbesta ku îro em hewl
didin binivîsin here were; beriya ku rengdêrên
sexte yên wekî xweş e, geş e mîna polikên qelp
bi pêsîra helbestvanan ve bike, qala çîroka
çîroka me dike:
“Di hişê helbesta kurdî de, di qonaxeke pir
tirsnak û xeter û dilêşane de; qonaxa xwecûtin û
xwedubarekirinê peyda dibe. Ev qonaxa skolastîk
di laşê helbesta kurdî de zelal e, ango helbesta
me digihîje pileyekê ku êdî nifşê piştî Cizîrî û
Feqiyê Teyran nikare tiştekî lê zêde û helbestê
dolmendtir bike. Ji lew re helbestvanên kurd ji
bo berdewamiya jiyana giyanî mîrat û bermaya ku
li berdest e bi kar tînin Qonaxeke pir dijwar,
pir bêdeng xwe bi dubarekirinê berdewam dike.”12
Va ye bi van destnîşanên xwe ve Ehmedê Huseynî,
li jêr pirîskên çend gotinên me yên kêm ên ji
destpêka nivîsê heya niha, dibe fanoseke serdemî
ji me re. Kak Huseynî bi awayekî gelekî berfireh
sedem û tawanbarên me yên ku kirine zimanê kurdî
di vê sedsala me ya dereng de bikeve vê rewşa
dijwar, nifş ji naskirina hemû gulan, ji hêz û
şiyana gilîkirin û şirovekirina kulan bêpar
bimînîn bi bêhna fireh nîşan dide. Kî ne ev
sedem? Di seriyê serî de, ev dîroka rêkxistinên
siyasî û leşkerî yên kurdan e ev sedem, ku ji
destpêka 70yî û pê de ji aliyê Serok Evdila
Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê ve gav bi
gav hatin absorbekirin (hilmêtin). Tevî ku
Ocalan, bi ya min, balkêştirîn kesê kurd e, ku
mirov nikare kiryarên wî yên sî salan bi
dîktatoriyê, ezperestiyê, şîzofreniyê şirove
bike; rewşenbîrên ku ramanên xwe yên li ser
zeftkirina desthilatdariya xwe durist kirine (ev
ên ku heya niha me nedîtiye rêzik û hevokeke bi
zimanê xwe yî zikmakî nivîsandibin, lê belê
gelekî bi hêsanî rengdêra rewşenbîriya kurd ji
destên Taha Akyol û Hasan Cemalê dijmin
werdigirin) şaş in. Çi dibe bila bibe, Ocalan û
di şexsê bizava Partiya Karkerên Kurdistanê de,
tevgera kurd rahişte çekên karîger, çalakiyên
gewre kir, li jorê û li jêrê, li hundir û li
derve çandeke berxwedanê afirand. Bêguman di vê
yekê de rola şexsê Ocalan bi xwe gelekî diyarker
e, aşkera ye. Ocalan hevoksaziyeke balkêş,
zimanekî normatîf (fermandêr), ku dikare rast lê
xe çep vegerîne, deqeke devkî ya ji kelamên
miqedes hatî wergirtin (qonaxên mîtolojîk ên
Mezopotamyayê, Quran, Încîl, Tewrat), di
axaftinên xwe de konsantrasyoneke berdewam bi
kar tîne û ev taybetî giş, di asta dîrokî de, li
dijî rebeniya kurdewarî ne, karîger in. Lê belê,
Ocalan û tevgera kurd bi rêveçûn, kiryar û
biryarên xwe yên li dijî xeta parastina zimanekî
wekî zimanê kurdî, refleksa tunekirina zimanê me
yê zikmakî bi cî kirin di nava kurdan de, bi
bikaranîna zimanê serdestên me di hemû warên
xebatê yên siyasî, leşkerî û çandî de.
Îro ro, xala têkoşînê ya ku bi giranî li ser me
çend helbestkarên kurd maye ev e. Ev gotin jî, a
rêzdar Ocalan e: “Ji bo xwe nabe leşker, lê her
yek ji bo dijmin dibe paşa.”13 Bi wateya xwe ya
şirovekirina binketina me ya dîrokî pir rast û
şikûdar e, lê gelekî manîdar e jî!
Piştî van hemûyan, îro em helbestkarên kurd, ya
ku beriya me nehatiye kirin dikin (hewldana
nûjenkirina pêşî zimanê kurdî, paşê helbesta ku
bûye lîtava evînî û siyasî), ya ku beriya me
nehatiye berhevkirin berhev dikin (kelepûr û
zerengiya takekesî). Siûda T. S. Eliot hebû, ku
beriya wî, di sedsala 16emîn de, John Donneê
helbestkar-keşe bi helbestê rabûbû (nimûneya ku
li nêzîkî Nîşaniyê me ye), Shakespeare hebû,
Samuel Taylor Coleridge hebû, da ku bikaribûya
bigihîşta qonaxa xwe ya bilind. Wî reh û kokên
xwe di wan deran de dît, wekî Pound xwe di nava
şaristaniyan de winda nekir. Siûda William
Butler Yeats şixulî, ku William Blakeê romantîkê
reştarî hebû, lê belê beriya hemûyan Îrlanda
birîndar, mîtolojiya keltan û şîzofreniya
îrlandiyan hebû, ku bextewar im em jî dikarin
nimûneyekê di wir de peyda bikin.
Ehmedê Huseyniyê kurê Amûda binxetê bi
destnîşanên xwe û bi dîwana xwe li ciyekî wiha
sekiniye, di bêdengiyê de dixulxule. Û em ê wekî
Pound bibêjin, paşê...
III
‘Dîwan’a Ehmed Huseynî14
“Before we can have revolutions, there must
first be revelations!”15
William Blake, sedsala 19emîn
St. John Perse di helbesta xwe ya bi navê Bo
Danteyê de dibêje: “Helbest, katjimêra lûtkeyan,
riya dilsozî û mişextiyê, haveynê neteweyên xurt
û hilhatina stêrkan li ser serê nefsbiçûkan;
helbest, bilindiya rastîn, hêza nepenî ya di
navbera mirovan de û di nava hemû hêzan de, heye
ku yek ji wan hêzan e jî, ku dilê mirovê bi
mirovên din re rû bi rû çi carî genî nake...”
Bêguman ji bîr nakim! Em nifşekî kurmanciya me
ya ji “ferhenga hechecikan” derketî ne, em
nifşek in, ku me dil heye derbirîna zimanekî
dîlan û semaya lal û tat û kakas a bav û kalên
me yên devxêlî diyar bikin, em nifşekî welatê
bergirtî û sergirtî ne. Ji bîr nakim! Riya ku
diçe qonaxa dawîn a ‘Dîwan’a Ehmed Huseynî dûr û
nûr e, lê ne ku devling li me teng e, wehiyên ku
wî heta niha kelimandine (Ji nifşê me yê
kurmanciya Bakur re kifşkirin û diyarkirinên wî,
em bibêjin!) di vê nivîsê hilnayên.
Lê belê ez ê xwe bavêjim bextê şêxên me yên din,
ku ez ê navên wan hildim û bibêjim: “‘Dîwan’,
katjimêra lûtkeyên me, riya dilsozî û mişextiyê,
haveynê neteweya me ya jar û hilhatina
cegerxwînan li ser serê dilbiçûkan; ‘Dîwan’,
derbirîna rastîn, hêza nepenî ya di nava me de û
di nava hemû derbirînan de, bêguman yek ji wan
hêzan e jî, ku dilê me ‘namoyî’yan çu carî genî
nake...”
Di vê toz û tirabêlka kambax a helbesta kurmancî
de, belê, ‘Dîwan’a Ehmed Huseynî; belgenameya,
tembînameya temenê wî ya deq û şerê wî yê giran
ê bi derbirîna kurdî re ye, ku bajarên me yên
radestî çolbûnê bûne avreşîn dike, gurên ku li
“keriyên” me bûne perwar dikuje, bi şûrê şora
kurmancî tirsê li xwedayên ku nahêlin kurd di
riya azadiyê de sawa xwe biçinin difirîne. Her
çend rabirdûya me ya nêzîk, hêwirzeya wê ya
keregêjî hê jî rê nade ku em bikaribin kelepûra
xwe ya vê sedsala ku belavbûna me kurdan
dinimîne bi rastgotî û bi duristî sîstematîze
bikin, lê wilo xuya ye Ehmed Huseynî, di
kurmancî de, yekane kes e ku sêhr û efsûna
Cegerxwînê mezin car din li kurdan girê dide. Lê
tiştekî din ê bêhevta di qonaxên ‘Dîwan’a wî de
heye: ‘Dîwan’a Huseynî dîwanek e dirame, bêqamkî
fireh dibe, guhdar, bîner û xwînerê xwe digihîne
peravên kurdewarî û hevçaxiyê, dev li kelepûra
berteng a zimanî û derbirînî tehl dike, çêjên
nemir ji çavkaniyên kelepûrên klasîkên Rojhilat
û kurdî, ji movikên dengbêjiya kurdî, ji qewl û
beyt û başkuriyên kevnar û ji avên zelal ên
helbesta cîhanê digire. Zên û zerengiya pênûsa
Huseynî van taybetiyan gişan bi bêhna fireh, bi
rasteqîniya stratejiya poetîk li giyanê kurdî
dike. ‘Dîwan’a Ehmed Huseynî devê derbirîna
kurmancî vedike, toza peyva kurmancî di
hevoksaziya asofireh û berfireh de dadiweşîne,
“kirêtiyên” li ser bejn û bala peyva kurmancî bi
şîrêzeya bistiyên me dişo.
Ehmed Huseynî vê yeka han, li Stokholmê, di nava
nivîskarên “ji nişka ve” de dike. Gotina John
Keats, ku di helbesta xwe ya bi navê Xew û
Helbestê de dibêje, ji bo riya ku Huseynî daye
ser destnîşankirineke rast e:
“......... ............. ...... Kar hêsan bû:
Hezar destkaran rûpûşa helbestê da
Ser çavên xwe. Qewmê bextreş î bêxweda!”
Ehmed Huseynî, ya ku tê dilan, lê nayê milan,
dike. Bi bextreşî û bendewariya xwe ve, bextspî
û bextewar e. Tu nemaye gulên hemû qonaxên
dîwanên me yên ku di hucreyên medreseyan de, di
qul û qewarên qesr û qonaxên me yên xewn û
xeyalan de bêxwedî mane, ne “ji nişka ve”, bi
dayîna temenê xwe yê mişt xezalên reviyayî, bi
xwîna xwe av dide, pêşkêşî gilî û gazinên Cizîrî
dike, pêşkêşî qedirzanên gulan dike.
Ew bilbil e, li ser şaxên zêrîn ên gurdaristanên
biyanî dike qal û dax e.
“Odîsyos” rêwîtiya giyanî ye. Movika dastanê ev
e: Gelo dê Odîsyos çawa bikaribe vegere ser erd
û milkê xwe, welatê xwe Îthakeyê? Xwezgîniyên
har û barbar hatine di hewşa koşka wî ya ezîm de
hêwirîne, dixwazin jina Odîsyos, Penelopeê ji
xwe re bikin jin, bi ser erd û samana Odîsyos de
rûnên. Ev pirs, yek ji wan pirsên herî kevin e
mirovahiyê bi riya lehengên xwe ji xwe pirsiye:
Welat, mirin, nemirî, evîn, bêbextî, veger.
Vegera li axa bav û kalan, vegera li ber pêşa
Dayê, tizbiya Bavo. Helbesta nemiriyê ya
Gilgamêş jî, serê hezaran sal e van pirsan ji
xwe û ji me dike.
‘Dîwan’a Ehmed Huseynî, ku rasteqîniya xwe ji
derbederî û mişextiya kurdekî gewre distîne, van
pirsan ji xwe û ji me dike. Ku hûn xêliya li ser
van risteyên jêrîn ên Ehmed Huseynî rakin,
sosyolojiya di binê qatên van risteyan de hatiye
hilanîn binirxînin, hûn ê rêwîtiya giyanî ya
Ehmed Huseynî û “Odîsyos”bûna wî bibînin:
“Li vir, dimirim!
Li vir, wek ko cara pêşîn
dê mirin ji dayik bibe, dimirim.
Li vir, dilê xwe pêşkêşî mijê û kulên xwe
radestî bûkên xemsar
ên deryayê dikim.
Her li vir, di darbesta dilê xwe de pendên
“Odîsyos”ê sergerdan
werdigirim
û li ser eniya “Trawda”yê dîlana agirperestan li
dar dixim
û berî ko bibim keleka demê, dimirim.”
Bêguman divê ji bîr nekim! Em nifşek in, ku li
vir, li Bakur, li bajarên goristanên teng, me
dil hebû em bidin dû bilindgoyên ji asoyên
derbirîna kurdî “deng”an bibêjin. Ew daxwaz û
arezûya ku Walt Whitman jê re gotiye kurtepistên
mirina esmanî. Ew hêz û şiyana ku Feqiyê
balindego bi xwendina xwe ya kevnar pê av û
çavkanî dane sekinandin, pê dest daye Xanî, ku
wî jî li ser serê gerdûnê kiriye hey û hey. Em
nifşek in yekî ku “egoya civakî”, ya ku
Christopher Caudwell destnîşan kiriye, destnîşan
bike ji me re pêwîst bû. Ji me re yek pêwîst bû
mirina nivîskariya bêkelepûr, veşartina
derbirîna jar û sergêj û belengaz di tirbên kûr
de bide xuyakirin. ‘Dîwan’a Ehmed Huseynî ya ku
ji helbesta temenê wî pêk tê, bilindiya rastîn û
hêza nepenî ye di nava me de, ku me li vir bi
salan e, hê ‘Dîwan’a wî nehatibû Bakur, bi riya
fotokopiyan li helbesta nûhatî ya kurmancî zêde
dikir. Bawer im ev gotinên min ên dawîn piçekî
ji bo fikara Huseynî ya ku ji ber bextreşiya
dîroka me ya dûr û nêzîk dertê bûn bersiv.
Huseynî piştî dayîna temenê xwe, pirseke wiha
dike, ku divê her kesekî rahiştibe pênûsa jan û
kulnameya kurdî hê di sêrî de ji xwe bipirse:
“Gelo rola zimanê min ê helbestî di warê
afirandina peyva kurdî de heye yan na?” Bi ya
min, bi vê serencama ku Huseynî bi xwe bi lêv
kiriye, ciyê baweriyê ye ku rola zimanê wî yê
helbestî di warê afirandina peyva kurdî de
roleke bêhevta ye. Ev hevoka wî ya ku mirov
dikare pê sond bixwe, dê serê me xortan çu carî
betal neke:
“.... li asoyê, ez berbanga jiyanê û tavsorka
mirinê têkel dibînim.”
T.S.Eliot di helbesta xwe ya bi navê Têbîniyek
Li Ser Helbesta Şerê de gotiye:
“Ne derbirîna hesta hevpar
Ku di rojnameyan de xewşkî tê diyarkirin
Xala ku li ser wê bi tenê teqîna
Takekesî dişikê
Di riya kiryareke bes nimûneyî de
Da ku ya gerdûnî biafirîne, sîmbolekê ji bandorê
Peyda bike li kû ye? Ev dîdariyek e,
Ku tê de em
Bi riya ezmûnê tevî hêzên derkontrolî dibin-
Hêzên Giyan û Siruştê. Bi piranî ezmûna
Takekesî gelekî mezin an jî biçûk e. Hestên me
Bi tenê ‘bûyer’ in
Di xîretkêşiya bi hev re girtina roj û şevê de.
Yekcar pêkan xuya dike ku helbestek bê serê
Mirovekî gelekî xort: lê belê helbestek ne
helbest e-
Jiyanek e.”
Bi van şax û şov û nîşaneyên ku di vê nivîsê
hilnehatin, bêşik û bêguman im bibêjim, ‘Dîwan’a
Ehmed Huseynî nimûne ye ku, digel pirsa man û
nemana zimanê kurdî, helbesta kurdî çawa dikare
rabe ser zîn.
Sermawez 2002 – Tîrmeh 2005
Têbînî:
1- Gunehkar pêwîst e wekî rastgir, neteweperest,
diwaykeftû (bi soranî), namoyî (bi soranî), axa,
serok û welatparêzên ji geşedanê bêpar werin
fêmkirin. Gunehbar jî, wekî kes, kom û civatên
helbestkar, nivîskar û hunermendên xwedî pirêze,
ew kesên ku piştkurîtiya avakarên wêjeya nûjen,
Baudailaire, Nerval, Rimbaud, Yeats, Eliot û yên
din, werin fêmkirin. Bi ya min, di pirêzeyên xwe
de, her du paşgiran awayên xwe yên xebatê, opus
moderandiyên xwe yên ciyawaz hene.
2- Tepikwalgerandin: (Biwêj, herêma Serhedê)
Wateya wê: Tevî ku kes an jî kesên din bi
rastiya meseleyekê, an jî awayê rast ê çêkirin û
pêkanîna tiştekî pê dizanin, gava ku yek bixwaze
hê jî wan bixapîne, tê bikaranîn.Hevoka nimûne:
Îro ro, koma helbestkarên jînperest û evînperest
bi berdewamî bi nivîsandina nameyên romantîzmeke
bêbingeh û sexte, ku wê çu carî nehingivin
armanca poetîk, tepikan waldigerînin.
3- England Your England, George Orwell, çapa
duduyan, 1954, London, Martin Secker & Warburg
Ltd.
4- “Pejirandina şaristaniyê bi her awayê wê bi
pirêzeyî wateya xwe ya pejirandina pûçbûnê heye.”,
Inside The Whale (Di Hundirê Nehengê De), George
Orwell, gotareke heman berhemê.
5- Ehmedê Huseynî bi kar dianî.
6- Filîm an jî berhemên hunerî yên giriyokî.
7- Walter J. Ong
8- “Irishness is a form of anti-art.” (Îrlandîbûyîn
şêweyekî dijhuner e.), Helbestkarê îrlandî
Patrick Kavanagh.
9- Rewşa Odeya Xebatê, Remezan Alan, Jiyana
Rewşen, hejmar 36, Rêbendan 2000, r. 40
10- Tu, Mehmed Uzun, Amadekarê ji bo weşanê:
Hasan Kaya, İthaki Yayınları, Stenbol, 2005
11- “Ev newazeyên ecêb î ew dibîne, nayên
hesaban e,
Ku serî ducanî ye bi ilm û irfana helbestane.”
Ji Birayê Min George Re, John Keats
12- Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî,
Silav Amed, Ehmedê Huseynî, 2004, Weşanên Aram,
Stenbol, r.17
13- Sanat Edebiyat ve Kürt Aydınlanması,
Abdullah Öcalan (Huner Wêje û Ronîbûna Kurdan),
Evdila Ocalan), Sermawez 2003, Weşanên Çetin,
Stenbol, r. 150
14- Ev beş bi boneya li Kurdistana Bakur çapbûna
Dîwana Ehmed Huseynî, li gel nivîsa Îrfan Amîda,
di rojnameya Azadiya Welat de, di hejmara
356emîn, mêjûya 30 Sermawez – 6 Berfanbar
2002yan de, bi rasernavê Helbesta Temenê Gewre
hate weşandin.
15- Beriya ku şoreşên me hebin, divê pêşî
wehiyên me hebin!
|