|
Raz
Jana
Seyda
Girîn
Renge ku roj
Yadîgara te hilgirin
Û bê hemdî xwe li ser
Sînga min bidin girî.
Xapîn
Koçber im ji te
Û bi alî te de..
Min nexapîne îşev
Rêyên vegerê şax dane,
Min bixapîne îşev
Nema vedigerim.
Rastiyek
Rojekê
Tu ê ji min koçbikî
Dema bi hêsrine ji xwînê
Gazî te bikim.
Ez û tu
Siya min diniqute
Laşê te
Em dibin didu
Ez
Û siya te ..
Bihuşt
Bîna sêvekê
Ji sînga min dihat
Û ji sînga te
bîna gunehkariyê
Kî ji me sezayî bihuştê bû?
Xewnek
Ewqasî şepal
neyê serdana min
Nema dixwazim
xewnan bi te bibînim ..
kenek
pêrgî çavên te têm
her ku stêrkek li ezman
dikene..
leylan
bi xatirê te
ey mêrê ku di dalanên eşqa min de
roj bi roj
zuha dibe ..!
Noş
piyala te bi min tije ye
noşiya dereweke xweşiktir
min vexwe ..
Rêwîtiyek
ez zanim tu ê vê carê jî
wek rêwiyekî
di ser gewdê min re
derbas bibî
Dirûtî
Te bi dil dibînim
Berbanga xwe
ji xewnan dişoyî
Û ji şahiyê re
şemalan vêdixî
Te
bi dil dibînim
Yadîgara min
Li ser lêvên jineke rêbiwar
Ji bîr dikî
Halan
Awirên te
Di çavên wê de penaber dibûn
Gelo hayê te
Ji pêlên halana min hebû ?
Kursiya te
Li hemberî min
Kursiya te vala ye
Gelek rûyan li ser datînim
Bêçare ye...
Bêrya te dikim..
Bêzarî
Eger tu rojekê hatî
Ji bîr nekî guldanekê bînî
ji gulên xwe re
yên ku nema dikarim
di dilê xwe de
hilgirim
Mêrek
Ji dûrbûna te wêrantir nîne
Ey mêrê
Ji diwêt û nesrînan
Jibîrkirin
Te ji bîr dikim
Da ji nû ve bijîm
Gelo dê pêrgîna te
Çiqas mirinê
ji min re hilgire?
pirsîn
tu li ku yî zeviyê êşa min?
di navbera çavên te
û çavên te de
rê westiyane ..
Ey êşa ku li bendî kesekî namîne
û bi leza awirvadanekê
belav dibe
tu li ku yî?
Raz
Gelo van destan
Raza hembêzkirinê
Ji te re gotin?
Piyalek
Te piyalek diyarî êşa min kir
Min jî henasek
Û guleke tenha
Da tu li ber biçilmisî
Şop
Awirên min xwe davêjin bextê
pêjnên te
Ên ji arezûya min re ranewestiyan
Şopa wan li ser hêsrên min dimînin
Û tu bi alî min ve têyî.
|