|
 |
|
Menal Huseynî |
|
Xewnek Bû
Menal Huseynî-
Demekê te digot:
Helbest û awaz bi dildariya te re çêbûn
û bi hev re harmoniyek ava kirin,
ji boyî stiraneke nû di dilê
te de, bi navê EVÎN, vêxînin...
Demekê te digot:
Aryana bi fedî nêzîkî bedewbûna asîmanên te dibe
Û
gava dît, perî di damarên xwîna te de dizên,
xwe di asoyên cane te de winda kir ...
Demekê te digot:
Pencereyên xweziyan bi kenên te re vedibin,
Raperînên hestan bi nerînên te re gur dibin,
Xewnên welatan di pore te de dîl dibin...
Demekê te digot:
Ez meyperestê gulava dengê te me,
Ez pakrewanê bihna cane te me,
piyalek im ji boyî lêvên te me,
Ez şeqamek im ji boyî şopa lerzên temenê te me,
Ez
Ez tu mî,
Dawî te got:
Demek bû ..
pêrgî xewnekê hat
û
ç …û..!!
Amûdê
21/09/2006
|
|
ji bilî nivîsên ku bi
navê Hevgirtina
rewşenbîran û bi navê
malpera rojava. netê
werin weşandin, her
nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|